Ayşa Silêman/ Dêrik
Îro Yekîtiya Xwendekarên bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina kumkujiya ku dagirkeriya Tirk li gundê Berxebotan yê Kobanê pêk aniye, bi dirûşmeya “Bi sekna Şerê Gelê Şoreşger, em ê dagirkeriyê têk bibin.” daxuyaniyek da
Yekîtiya Xwendekarên bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina kumkujiya ku dagirkeriya Tirk li Kobanê pêk aniye, li dibistanan Şehîd Rêber bi dirûşmeya”Bi Sekna Şerê Gelê Şoreşger, Em ê Dagirkeriyê Têk Bibin” daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelên Sûriyê û bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewil didin Sûriyeke Aram û ewle ava bikin û li giştî Sûriyê agirbestê ragihînin da ku Sûriyeke demokrat û nenavendî were avakirin, dagirkeriya Tirk di 16’ê Adara 2025’an de roja bîranîna komkujiya Helebce de kumkujiyeke din li dîroka xwe ya qetilkirinê zêde kir, dagirkeriyê li gundê Berxebotan yê Kobanê êrişê malbatekê kir û ji malbatê dê û bav û 8 zarok şehîd bûn. Ev komkujî sûcekî dijmirovî ye û ne ramiyê di herêmê de ava dike.”