Birûc Resûl-Qamişlo
Bi boneya cejna resen ya gelê Kurd li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirê Newrozê pê dixin û bi kêfxweşî cejna xwe pêşwazî dikin.
Xelkê bajarê Qamişlo yên taxa Cûdî ya Kantona Cizîrê agirê newrozê pêxist û pîroz kir.
Bi dehan xelkên herêmê li Stadyûma girtî a Taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo civiyan bi cil û bergên xwe yên filklorî agirê newrozê pêxistin. Ji ber ku newroz wek kevneşopî û sembolek ji serkeftinê ye, gel bi sitranên cur bi cur dîlana xwe girêdan.
Her wiha siloganên “Bijî Serok Apo” û “Berxwedan Jiyane” Berzkirin û wêneyên Rêber Apo hatin hildan û bi girêdana govendê şahiya vê rojê hat bidawî kirin.
Wê ev şahiyên bi vê rengî heya 21 Adarê li kolanên Qamişlo dewam bikin.