Hêvî Keleş/Qamişlo
Meha Adarê li cem gelê Kurd meheke pîroz e, ji ber ku ew meha azadî û berxwedanê ye. Bi 8’ê Adarê roja jinên kedkar ya cîhanê dest pê dike û bi cejna Newrozê tacîdar dibe.
Hemû kolan û riyên bajarê Qamişlo ji bona pêşwazîkirina cejna Newrozê hatine xemilandin; bajar bi wêneyên rêber Apo û şehîdên têkoşîna azadiyê û bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin.
Welatiyên bajarê Qamişlo bi coş û kelecaneke mezin amedekariyên xwe yên pêşwazîkirina Newroza sala 2025’an dike û bi cil û bergên xwe yên kurdî xemla Newrozê hîn bedewtir dike. Ji neha ve aigrê Newrozê her roj li koleneke bajarê Qamişlo tê pêxistin û gel bi stran û govendê Newroza xwe pîroz dike.
Bi durişmeya Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” Newroza 2025’an li gelê Kurd û hemû gelên herêmê û gelên azadîxwaz pîroz be.