Esma Mistefa/ Qamişlo
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê bernameya pîrozbahiyên Newroza 2025’an ragihand ku wê Newroza îsal di bin dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” bê li dar xistin.
Rêveberiya Xweseriya Dermokratîk a Kantona Cizîrê, îro bi daxuyaniyekê bernameya Newroza 2025’an erşkerekirin. Daxuyanî li ber çarxereya Efrîn bi beşdarbûna bi sedan ji şênî, endamên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, saziyên civaka sivîl, TEV-DEM, Meclisa Malbatên Şehîdan û partiyên siyasî hate dayîn.
Her wiha daxuyanî ji aliyê herdu Hevserokên Meclîsa Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero bi zimanê kurdî û Sember Ebdullah bi zimanê Erebî ve hate xwendin.
Naveroka daxuyaniyê wiha bû.
Di destpêka daxuyaniyê de ev hate gotin: “Newroz her sal dikeve roja bîst û yekê Adarê û bi dirêjiya dîrokê ve ev roj ji aliyê hemû gelên Arî ve û bi pêşengtiya gelê Kurd yê ku agirê serkeftinê li dijî neheqiyê lidar xistiye û bûye sembola berxwedanê ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe tê pîrozkirin”.
Daxuyanî wiha domkir: “Ji ber ku Newroza 2025’an ji cejinên Newrozê yên berê cuda ye, nemaze li Sûriyê, ku êdî rejîma Baas a şûfînî ruxiya, ku cihêrengiya Sûriyê û karakterê cejina Newrozê, taybetmendî û cudahiya wê ya dîrokî red dike. Herwiha bi Banga Rêber Apo ya aşitî û civaka demkuratîk ji bo destpêkirina qonaxa aşitî û demokrasiyê re Newroza îsal xwedî wateyeke cuda ye.
Her wiha ev hate gotin: “Di vê qonaxa girîng a dîrokî de em şehîdên xwe yên bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê destanên lehengiyê nivîsandine bi bîr tînin û bi vê boneyê em bang li hemû gelên azadîxwaz dikin ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin û bibin bersiv ji qonaxa dîrokî ya banga Rêbertiyê re. Em bernameya xwe ya îsal ji bo pîrozkirina Newrozê bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, misogeriya civaka demoqratîke” li “7” bajarên Kantona Cezîrê lidar dixin û bang dikin ku her kes bi coş û kelecanke mezin pîroz bike”.
Bernameya pîrozbahiyên 7 navendan
Hesekê li qada Newrozê ya bendava Rojava, Qamişlo li qada Newrozê li hîmo, Dêrik li qada Şehîd Çiçek, Tirbespiye li qada Newrozê li dirêcîkê, Girkê Lekê û Çil Axa û Rimêlan li qada Newrozê li gundê helêq Amûdê li Çaxir bazar Dirbêsiyê û Tiltemir li Çolbistan.
Hemû şahî li hemû bajaran dê di heman demê de di demjimêra 11:00 de dest pê dikin û demjimêr 3 yan de piştî nîviro bi dawî dibin, ji bilî lidarxistina ahengan jî wê li hemû taxên bajaran di şeva Newrozê de, agirê Newrozê bi rengekî xweş û ekolojîk were lidarxistin. Di dawiyê de agirê Newrozê bi destê dayîkên Şehîdan hate pêxistin û guvenda azadiyê hate gerandin.