Lîloz Hisên/Qamişlo
Şêniyên kantona Qamişlo diyar kirin ku rewşa bihabûna kelûpelên xwarinê di meha Remezanê de weke kaosê ye û gotin, “Pêwîst e aliyên peywendîdar çavdêriyê li bazaran bikin û erkê xwe bi cih bînin.”
Tevî daketina bilindbûna lîreya Sûrî li hember nirxê dolar, di meha Remezanê de li bajarê Qamişlo bihayên sebze û kelûpelên xwarinê duqat zêde bûne û tevgera kirînê li bazarên kêm tê dîtin.
Derbarê bilindbûna buhayên kelûpelan welatiyên bajarê Qamişlo û desteya pêjiyaniyê ji rojnameya me re axivîn.
Welatiyê bi navê Omer Elûcî ji rojnameya me re diyar kir ku nirxê kelûpelên xwarinê bi giştî pir buha ne û wiha got: “Li her froşgeh an dikanekê bihayên kelûpelan cuda ne. Hin xwediyên dikanan pabendin bi nirxê Dolar û hin jî pabend nabin. Berî hatina meha Remezanê bihayên xwarinê erazntir bû, berî rojiyê kîloya Betata bi çar hezaran anha bûye 7 hezar û zêdetir, bacan bi 5 hezran bû anha bi 9 an 10 hezaran ne, ji bilî sebzeyan goşt jî bi hatina meha Remezanê pir buha bûye nirxê wê gihaştiye sed hezarî, di heman demê de nirxê mirîşkan jî pir bûha bûye.”
Welatiyê bi navê Omer Elûcî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bihabûna bêserûber bandoreke mezin li welatiyan dik. Kesê xizan nikare pêwistiyên xwe bi temamî bikre û neçar dimîne ku dev ji kirîna hin pêwistiyan berde.”
Di Heman çarçoveyê de welatiyê bi navê Bedir Rustem rewşa bihabûna xwarinê weke kaos anî ziman û wiha got: “Bi hatina meha Remezanê ku meheke pir pîroz e, gereke bihayên xwarinê arzan be, lê li herêmên me berovajî ye her ku diçe buhatir dibin. Bihayên xwarinê nesînordar e û her kes li gorî xwe difroşe û aliyên peywendîdar bi rola xwe ranabin. Hincet her dem ku nirxê dolar buhaye, lê dema nizimbûna dolar, çima nirxên pêdiviyan wekî xwe dimîne.”
Derbarê heman mijarê Rêvebera Desteya Pêjiyaniyê a bajarê Qamişlo Necwa Hisên diyar kir ku bi giştî bûhabûn girêdayî nirxê dolare û wiha got: “Dema ku kelûpelên xwarinê ji Şamê tên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, desthlatdariya Şamê rêjeyên gumrikê bilind ferz dike, ev yek bandorê li ser buhabûna pêwistiyan dike.”
Necwa Hisên derbarê çavdêriya desteya pêjiyaniyê ji bo bûhabûna kelûpelên xwarinê wiha anî ziman: “Komîteyên pêjiyaniyê tên avakirin ji ku sê endaman pêk tê, ji xwe li bajarê Qamişlo ji sektoran pêk tê bi awayekî rojane piraniya dikanan tên şopandin.”
Rêveberiya Desteya Pêjiyaniyê Necwa Hisên daxwaz ji şêniyan re kir ku alîkariya wan bike di pêşkêşkirina giliyan û wiha got: “Em hewildidin ku herêmê bi giştî bişopînin lê têrê nake, divê şênî bi me re alîkar be dema ku bibîne firoşgeh kelûpelan buha difroşe gilî û daxwazên fermî pêşkêşî temwînê bikin, da ku ew ji aliyê xwe ve tevger bikin.”