Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

komkujiyên dewleta Tirk a dagirker

17/03/2025
in NÛÇE
A A
komkujiyên dewleta Tirk a dagirker
Share on FacebookShare on Twitter

 

Gundê Berxbotan piştî 10 salan careke din di komkujiyê re hat derbaskirin. Sala 2015’an DAIŞ’ê bi desteka dewleta Tirk 27 kes qetil kiribûn. 2025’an vê carê dewleta Tirk bi xwe êriş kir û malbatek tune kir.

Gundê Bexbotan 27 kîlometre dikeve başûr-rojavayê Kobanê. Li vî gundê ku 120 malbat lê hebûn şêniyan bi çandinî û sewalvaniyê debara xwe dikir. Gundiyan di nava aramî û hevkariyê de jiyan dikir, lê ji sala 2014’an ve bi êriş û hovîtiyên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ma.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku bajarê Mûsilê yê Iraqê sala 2014’an dagir kir, 15’ê Îlona 2014’an jî bi desteka dewleta Tirk û gelek welatên herêmê êrîşê herêma Kobanê kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku 350 gundên Kobanê ku Berxbotan jî di nav de ye dagir kirin, berê êrişên xwe dan navenda bajêr. Serokomarê dewleta Tirk Recep Tayip Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, plana xwe eşkere dikir û digot; “Kobanê dikeve, wê bikeve”.

Dijî êrişan hêzên YPG-YPJ’ê berxwedana herî mezin a dîrokî nîşan da. Her wiha çar aliyên Kurdistanê rabû ser piyan, li derveyî welat jî şoreşger û parazvanên mafên mirovan bere xwe dan Kobanê. Di encama vê hevkariya dîrokî de 26’ê Çileya 2015’an navenda Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin.

Ev bû ‘destpêka têkçûna’ DAIŞ’ê û piştevanên wê. Nexasim piştre tevahiya gundewarên bajar hatin paqijkirin.

Li Berxbotan komkujî

Piştî rizgarkirina bajar û gundewarên wê, hêzên YPG/YPJ’ê operasyonên xwe yên dijî DAIŞ’ê li Minbicê domandin. Di vê navberê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ ku têkçûn qebûl nekirin, 25’ê Hezîrana 2015’an bi rêbazên herî qirêj careke din êrişî navenda Kobanê kirin.

Destpêka êrişên wan jî gundê Berxbotan bû. Çeteyên hov li gund 27 kes qetil kirin. Her wiha li gundên Zerik û Girê Sêvê jî komkujî hat pêkanîn.

Çeteyan piştrî, bi cil û bergehên hêzên asayişa Kobanê êrişî navenda bajar kirin. Di van êrişan de bi giştî 272 kes hatin qetilkirin, bi sedan jî birîndar bûn. Bi destwerdana hêzên YPG/YPJ’ê tevahiya çeteyên êrişî bajar kiribûn, hatin cezakirin.

Piştî 10 salan vê carê dewleta tirk

Bi rizgarkirina herêmê re, şêniyên gundên Berxbotanê jî hewl dan birînên xwe derman bikin, jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Lê piştî 10 salan vê carê dewleta Tirk bi xwe, bi rêbazên herî hovane yên dijî hemû pîvanên exlaqî û mirovî êrişî Berxbotan kir.

Di rojên ber bi Newrozê ve, di rojên ku ji bo Kurdan û gelên herêmê tên wateya rizgariya ji zulm û zodariyê de, êriş pêk hat. Şeva 17’ê Adarê saet 00.40’an ku her kes di xew de ye, balafira bêmirov û bi çek a dewleta dagirker, di navbera gundê Berxbotan û Qomiçî de malbatek bombebaran kir. Her wiha bi çekên giran jî topbaran kir.

Di encamê de ji malbatê dayik, bav û 7 zarokên wan hatin qetil kirin. Her wiha 2 zarok jî birîndar bûn.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.