Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şîniyên kantona Cizîrê reşnivîsa Destûra Sûriyê şermezar kirin

16/03/2025
in NÛÇE
A A
Şîniyên kantona Cizîrê reşnivîsa Destûra Sûriyê şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo

Insiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo ji bo redkirina Destûra Sûriyê ya nû li ser asta kantona Cizîrê, li bajarê Qamişlo meşeke girseyî lidar xist.

Îro Insiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo ji bo redkirina Destûra Sûriyê  a nû, meşek li ser asta kantona Cizîrê li dar xist. Bi sedan welatî tevlî meşê bûn, herwiha meş ji dermanxaneya Deham destpêkir û heta navenda UN bi dawî bû.

Piştî ku meş veguherî mîtîngê deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin. Piştire hevserokê kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û wiha got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîneke mezin li dijî Rêjîma Baas dan meşandin. Gelê kurd  di şoreşê de li hemberî vê zordariyê serî hilda û kete nav raperînekê de, ev raperîn jî ji bo avakirina Sûriyeke Dîmokratîk bû. Ji bo hemû pêkhate cihê xwe lê bigirin têkoşîneke pir mezin dane meşandin. Lê mixabin berî çend rojan destûra Sûriyê hate ragihandin, mafê gelek pêkhateyan hate piştguhkirin. Gelê Sûriyê vê destûra ku mafê gelek pêkhateyan lê hate piştguhkirin tucarî qebûl nakin, herwiha di şoreşa Sûrî de destûreke bi vî rengî bi hişmendiya Rêjîma Baas gelê Sûriyê vê destûrê napejirîne.”

Li ser navê pêkhareya Ereb Ferhan Eltayî wiha axivî: “Em her dem dibêjin ku gelê Sûrî yeke, herwiha berî ku em bêjin kurd im, ezêdî û ereb im dibêjim em Sûrî ne. Me hêvî dikir ku berî ev destûra Sûrî ya nû derkeve ku nakokiyên olî tune bin, kevneşopî û mafê jinê lê were parastin. Dema ku hevserokê Sûriya Dîmokratîk Mezlûm Ebdî û Ebû Mihmed Elcewlanî  li hev civiyan em pir bi hêvî bûn ku rewşa Sûriyê aram bibe û aşitî li herêmê çêbibe, herwiha Sûriyeke dîmokratîk were avakirin. Desthiltdariya şamê rojane komkujiyan tîne li ser civaka Elewî bi hinceta ku gelê Elewî girêdayî Rejîma Baas e, helbet em vê yekê jî şermezar dikin. Em destûra Sûriyê ya ku hatî ragihandin ku mafê gelek netewan piştguh dike şermezardikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.