Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dest bi dest bi Hêzên Sûriya Demokratîk re’

16/03/2025
in NÛÇE
A A
‘Dest bi dest bi Hêzên Sûriya Demokratîk re’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Îro, şêniyên bajarê Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo redkirina destûra desthilatdariya Şam meşeke girseyî bi siloganê” Na ji destûra nû re, Dest bi dest bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, Bijî nerxwedana Tişrînê”li dar xistin.

Şêniyên bajarê Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo redkirina destûra desthilatdariya Şamê meşeke girseyî bi siloganên” Na ji destûra nû re, Dest bi dest bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, Bijî nerxwedana Tişrînê “li dar xistin. Di destpêka meşê de çend xuleyên bêdeng li ser şehîdên komkujiya Helebça rawestiyan. Paşê meş ji qada Azadî dest pê kir û li pêşiya Meclisa malbatên Şehîdan veguherî mitîng.

Di destpêka meşê de li ser navê Rêveberiya Xweser a bajarê Dêrikê Merwan Mihemed axivî û wiha got: “Çawa ku Sedam Hisên xwest ku gel qir bike têk çû, rêjîma Baas hemû hewildanên xwe dikirin gelê kurd qir bike ew jî têk çû û vaya îro roj dagirkeriya Tirk jî bi hemû hêza xwe ya leşkerî dixwaze kurdan qir bike lê ew ê jî têk biçe. Di heman demê de ev meha Adarê ji bo me him şîn e û him jî şahiye, şîne ji ber ku bûyera Helebce ji ber çavên me naçe û şahiye ji ber ku zalim Dehaq bi destê Kawayê Hesinkar têk çû. Rêjîma Baas her tim dixwest roja 21’ê Adarê ji bo kurdan qedexe bike û bike roja cejna Dayîkê jî lê nikarîbû îradeya kurdan bişkîne. Her wiha em destûra ku hikumeta Şamê nivîsî şermezar dikin û em dibêjin ev destûr nayê qebûl kirin û çi dibe bila bibe kurd berxwedan û şoreşa ku ev 14 sala dikin dev jê bernadin û wê hertim li ser pirojeya Netewa Demokratîk têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Di dawiya meşê de li ser navê Partiya Yekîtiya Suryanî  aliyê  Seydê Hena ve axaftin hat kirin û tê de behsa girîngiya avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî, hat kirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.