Ayşa Silêman/ Dêrik
Hunermend Beha Şêxo diyar kir ji biçûkaniya xwe ve ew hogirê mûzîkê bû, ji ber ku kesayetek wek Mihemed Şêxo di mala wan de bû. Di heman demê de bavê wî jî stran digotin ev yek bandor li hestîn wî yên hunerî jî kir.
Li Rojavayê Kurdistanê gelek hunermendên ku bi dengê xwe hezkirina xwe xistin di dilê civaka kurd e hene. Yek ji wan hunermendan ku bi dengê xwe hestên civaka xwe vedibêje, hunermend Beha Şêxo ye.
Di derbarê jiyan û hunera xwe de hunermend Beha Şêxo ji Rojnameya me re axivî.
Kurtejiyana Beha Şêxo
Beha Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zaroktiya xwe û wiha got: “Em 6 xweşîk û 6 bira bûn di malê de, lewa rewşa me ya abûrî gelekî zehmet bû. Ez 4 salî bûm êdî min dest bi karê çandiniyê û avdaniya pembû kir. Gelek roj bi ser min re derbas dibûn ku ez ji westandina zêde di nav şelên pembû de bi xew ve diçûm. Li kêlek kar min xwendina xwe jî berdewam kir heya refa 6’an min li gundê xwe qedand. Di sala 1977’an de min berê xwe da Qamişlo û li wir xwendina navîn dest pê kir, her sal min xwendina xwe li dibistanekî diqedand ji ber kiriya xaniyan buha bûn. Lê dema ez bûn refa 9’an min berê xwe da şamê da ku ez li wir kar bikim, dema ez vegeriyam ji şamê ji ber mezinbûna temenê min ji bo refa 10’an ez hat redkirin ji tomarkirinê. Lewma ji xwendinê dûrketim êdî min berê xwe da hunerê.
Nemir Mihemed Şêxo gelekî destek dida min da ku ez xwendina xwe berdewam bikim, dema ew li Îranê bû ez û wî bi riya nameya bi hev re diaxivîn her 6 mehan carekî mektûbên me digihiştin hev. Dema naskir ez ji xwendinê dûrketime gelekî xemgîn bû, ji min re got ku min hesabê te kiribû tu piştî refa 12’an derkevê jiderveyî welat da ku zanîngehê li wir temam bikî. Di sala 1980’î de piştî qutbûna min ji xwendinê êdî min li gel hevalên xwe dest bi karê destan kir, wan bilat datanîn min jî çîmentoya wan çêdikir. Ji ber ku ez piçûk bû ev kar li ser min zehmet bûn. Di sala 1981’an de ez çûm leşkeriyê, min 4 sal û 3 meh leşkerî kir. Piştî 9 salan qutbûna min ji xwendinê, di sala 1988’an de min refa 12 xwend û min mafnasî li Libnanê tomar kir, lê piştî koçkirina Mihemed Şêxo min nikarî ez berdewam bikim.”
‘Dengbêjiyê karî bandorê li hestên min bike’
Şêxo anî ziman ku wî ji refa 3’an ve dest bi muzîkê kir û wiha got: “Heya niha ew kasêt li gel min heye dema ku min cara yekem stran digot û Mihemd Şêxo li kemanê dida. Di malbata me de bandora dengê Mihemed Şêxo û dengê bavê min gelek hebû, di heman demê de çavkaniyên guhdarkirinê radiyo bûn. Dengbêjên kevin wan jî karî gelek bandorê li hestên min yên srtanbêjiyê bike. Ji ber ku hezkirina min ji mozîkê re hebû dema şahî li gund çêdibûn ew stranên ku dihatin gotin yekser min ezber dikir. Cara yekem di sala 1977’an de min li bajarê Qamişlo strand, dema ez derketim li ser dikê laşê min dilerizî, heyecanê ez girtibûm. Dema di sala 1974’an de Mihemed Şêxo ji bajar bar kir gel hemû xemgîn bû, ji ber ku pêve hatibûn girêdan. Dema yê pêşkêşvan bang kir ku wê niha birayê hunermend Mihemed Şêxo bistirêne gelên ku li wê şahiyê hazir nebûbûn jî xwe li ser dîwaran avêtin û hatin şahiyê. Di wê demê de min tenê stran digotin, hîn min saz lê nedixist, rehmetî Hemze Yûsiv bi min re li sazê xist. Ev bû gava destpêkê ji bo min ku ez li pêşiya gel bistirênim û heyecana xwe bavêjim.”
‘Mihemed Şêxo pêşengê min bû’
Şêxo axaftinên berdewam kir û wiha got: “Di sala 1980’an de min û hevalên xwe li gel mamosteyê nemir Ehmed Hisên korsên mozîkê vekirin, cihê me jî li Enteriyê bû. Li wir me odeyek kirê kiribû û waneyên mozîkê dibirin. Ez li ser tembûra bê perde fêrî mozîkjeniyê bûm, dema min li tembûra bi perde da êdî min zanî ku vaye asteke min ya baş çêbû. Hin hevalên min hebûn endamên Komekî bûn, bang li min jî kirin da ku ez jî bibim endamê wê komê. Destpêkê koma me bê nav bû lê paşê me navê wê kir koma Xelat. Nêzî 3 salan ez mam endam di vê komê de û me şahiyên Newrozê lêdixistin û ez di Qamişlo de hatim nasîn. Di sala 1984’an de min li keman dijenand û Mihemed Şêxo stran dikotin heya niha jî ew kasêt hîn li gel mine. Mihemed şêxo karî gelek peyaman bi riya hunera xwe bighîne, netenê bandorê li min bike, lê li nifşên îro jî kir.
Dema ku min di sala 1985’an de leşkerî bidawî kir, biryar da ku ez careke din karê xwe yê bilata berdewam bikim, lê Mihemed Şêxo qebûl nekir. Ji min re got ku deng û saza te xweşe cend mihan bi min re derkeve dawetan da ku tu şêwaz fêr bibe. Di sala 1986’an de êdî min bar rakir ser milê xwe ku berpirsiyariya mala Mihemed şêxo rajimê. Min dît wek erkekiye li ser milê min ku ez xwe jê re bi terxînim. Di sala 1987’an de me tomargeha Felek vekir lê mixabin em pê şa nebûn rêjîma Bees gelek pirsgirêk çêkirin û mûma sor lê xistin. 5 sal û 3 mehan tomargeh ma girtî. Lê min gelek têkiliyên xwe kirin da ku ez vê bîranîna ku Mihemed Şêxo ji bo me hiştî vekim. Di sala 1989’an de birîneke kûr li birînên me zêde bû ku mamoste û pêşengê min koça dawî kir. Ji bo min gelek bi êş bû ji ber ku me sînorên biratiyê derbas kiribû. Lê ji mirina wî û şûnde min rêya Mihemed Şêxo berdewam bikim. Raste bandora Mihemed Şêxo li min hebû, lê stayla min ya stranbêjiyê cûdaye û di heman demê de dengê min jî ne wek ê Mihemed Şêxo ye. Dema ez stranên wî dibêjim ez bi hestên xwe dibêjim.”
Vegera Qamişlo xewna Beha Şêxo bû
Hunermend Beha Şêxo axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Ji sala 2002’an heya ketina rîjîma Bees derket min qedexe bû ku bê erêkirina hukumeta Şamê ez ji Sûrî derkevim. Carnan xwesteka derketina min erê dikirin û carnan jî red dikirin ev jî astengî bûn li pêşiya min. Di sala 2005’an de dema ez hatim vexwendin li Siwêdê hevalên min ji min re gotin venerge Sûrî ji ber heger tu vegerê yeksê tê bê girtin êdî ez neçar mam ku li wir bimînim. Nêzî 4 sal qediyan heya min karî ez zarokên xwe bînim cem xwe li Siwêd. Li wir jî me jiyana xwe bi stranbêjiyê derbas kir. Ez bi gelek kar û xebatan rabûm li Siwêd ji bo gelê Sûriyê him me pere kom dikirin û him jî cil û berg. Raste ez li Siwêd bûm lê min rojekî jî xwe li Siwêd nedidît, lewma dema ku sînor vebûn di sala 2015’an de min biryar da ku ez vegerim cih û warê xwe. Beriya çend salan dema ku nexweşiya korona bû ez çûm lê careke din di sala 2021’an de vegeriyam welatê xwe û niha jî jiyana xwe li Qamişlo berdewam dikim bi şahî û bişevbuhêrikan.”
Berhemên Beha Şêxo
-Di sala 1990’î û 1992’an de yekm albom tomar kir.
– Di sala 1997’an de kasêta bi navê ‘Lava’ Tomar kir.
-Di sala 2000’î de kasêta bi navê Qamişloka Evînê tomarkir.
– Di sala 2002’an de starana Ji mir gotin li Qamişlo tomarkir.
-Di sala 2005’an de kasêta Gelo tomarkir.
-Di sala 1994’an de yekem car ez hat vexwendin ji bo şahiya Newrozê li Rûsiya û Okraniya.
– Di sala 1997’an de hat vexwendin li Stembolê.
-Di heman demê de wek hunermendekî kurd di sala 2000’î hat vexwendim li Siwêd ji bo cejna Newrozê.
-Di sala 2001’ê de ez hat vexwendin li îmarat.”