Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mansur Adali: Divê zimanê çapemeniya Tirkiyê li gorî Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê be

16/03/2025
in POLÎTÎKA
A A
Mansur Adali: Divê zimanê çapemeniya Tirkiyê li gorî Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê be
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Rojnamevan Mansur Adali da zanîn ku çapemenî û tavahî Tirkiyê divê li hember Pêvajoya Aştî û Demokrasiyê zimanê xwe bidin guhartin û got: “Ger Tirkiyê di vê pêvajoyê de xwe nede guhartin, wê wendahiyên mezin jiyan bike”.

Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Demokrasiyê çapemeniya Tirkiyê hê jî îfadeyên ne li gorî bangê bikar tîne. Zmanê heyî nehatiye rastkirin û li gorî herikîna pêvajoyê nayê bikaranîn. Têkildarî vê mijarê Rojnamevan Mansur Adali bersiva pirsên rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha ye:

Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Demokrasiyê, çima zimanê çapemeniya nêzî hikumetê û derdorên wê nehatiye guhartin û hê jî vê bangê li gorî zimanê teslîmiyetê şîrove dikin?

Piştî salên dirêj ji siyaseta tecrîda ku li ser Rêber Apo hatibû fezkirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê  banga dîrokî a Rêber Apo çêbû. Ev bang çawa pêşket, divê em bizanibin. Di bingeh de ev bang li ser daxwaza Tirkiyê û rayedarên dewletê pêşket. Li ser wê esasê jî Rêber Apo însiyatîfa xwe bikar anî û di 27’ê Sibatê de derket beramberî tavahî cîhanê, bi serenavê Banga Aştî û Demokrasiyê peyam da.

Dîroka Kurd û Tirkan ne niha û ne bi Komara Tirkiyê re dest pê kiriye. Her du jî xwe disipêrin salên dûr û dirêj, di gelek serdemên kirêtîk de ku qedera van gelan diyar dike de, hevgirtinek di navbera her du gelan de hatine kirin. Ji şerê Malazgirtê bigire û heyanî beriya avakriina komara Tirkiyê. Bi avakirina komara Tirkiyê re pêvajoya qirkirin û tunekirina gelê kurd hat  destpêkirin û siyaseta îmhayê ji wê demê ve didome. PKK jî li hember vê siyasetê derket holê. Çima wê gelek, netewek, civakek bi qirkirinê re rûbirû bimîne. Helbet zimanê Tirkiyê di hemû qadan de li ser wê siyasetê hate avakirin. Li ser esasê dijbertiya gelê Kurd ne ziman, ne hebûn, ne çand bi tu awayî xwebûna gelê Kurd neyê qebûlkirin.

Derketina Tevgera Azadiyê jî weke  bertekekê li dijî wan nêzîkatiyan bû. Li ser esasê ku di serdemên kirêtîk de çawa biratiyek di navbera herduyan de hebû û pêşengî kirin, di armacên PKK de ev yek hebû. PKK li ser wê esasî hate avakirin, li dijî Înkarkirin, tunebûn û neheqiyê derket, li dijî tunekirinê parastin hilbijart, li dijî koletiyê xeta azadiyê esas girt û têkoşîn meşand.

Di roja me îro de jî banga Rêber Apo weke xeleka dawî ya biserxistina wan armanca ye. Ev merheleya heyî ji bo herduyan jî pêvajoyekî dîrokî ye. Eger pêvajoya me ya niha jî di diyarkirina qedera gelan de ji bo ewlehî û hevgirtina herdu gelan be, careke di pêdivî bi hevgirtineke demokratîk û aşîtyan e heye.  Li ser van bingehan divê zimanê vê pêvajoyê jî li gorî wê yekê were bikaranîn. Rûxmî ku bang ji dewletê hat û li ser wê esasê Rêber Apo însiyatîf bikatanî, lê tu guhartin di zimanê dewletê de nehatiye dîtin. Her tim weke teror nîşandan berdewam dikin. Bi kurtasî hê jî hebûna gelê Kurd di Tirkiyê de qebûlnekirin e.

Ji bo biserxistina vê pêngavê, divê zimanê çapemeniya desthilatdar çawa tev bigere?

Belê; em baş dizanin ku di civaka demokratîk û di qada siysî a demokratîk de, hemû ol, bawerî, etnîkî, netew, nasname û çand dikarin bi hev re jiyan bikin û rêxistina xwe ya demokratîk ava bikin. Rêber Apo ji bo vê mijarê di destnivîsa bangawaziya xwe de, paregrafek bi taybet ji bo vê yekê veqetandibû dibêje “Lazima zimanê serdema civaka aştî û demokrasiyê jî li gorî heqîqeta avakirina civaka Aştî û demokrasiyê bê avakirin”. Ev zimanê ku Rêber Apo jî eşkerekiriye niha di raye giştî de tê nîqaşkirin.

Çapemeniya Tirkiyê ger bi rastî piştgirî û hevgirtina her du gelan ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû dike, divê ew jî xwe li gorî wê saz bike û xwe biguhere. Lê heya niha jî weke me gotibû jî nehatiye guhartin. Helbet sedemên vê yekê jî hene. Zimanê çapemeniya Tirkiyê, li gorî belgeyên ku hatine pêşiya wan yên ku her tim heqîqet berûvajî kirine û derewên xwe bawerkirine hatiye sazkirin. Ev yek ezberkirin û xwendin, derewên ku ji xwe re avakirine û rastiyên hetine serûbinkirin bawer kirine.

Rastiya civakî û dîrokî ya li Bakurê Kurdistanê ne wiha ye. Her çendî xwestine gelê Kurd tev ziman û çanda wî weke ku tunene bihesibînin, lê ev yek pêk nehat. Bi hemû şêwazên qetlîaman jî nikarîn vê heqîqetê rakin. Dewleta Tirkiyê di vî zimanî de îsrarkirin wê ne tenê gelan bide windakirin, wê hebûna Komara Tirkiyê bi xwe jî bixe xeteriyê û perçe bike. Lazime Dewleta Tirkiyê vê derfetê bidest bixe û li gorî wê zimanê rastiya heyî îfade û nûjen bike. Bi çavekî ku êdî Kurd perçeyekî ji vê heqîqetê ne wê rayedarên Tirk û çapemenî li xwe vegere, ew tewriyên ku PKK teror e û dijmine divê ji holê bên rakirin. Daha zêdetir divê li hember komkûjî, kiryar û qetlîamên di heqê gelê Kurd de kirine rexnedayîn bidin û xwe bidin efu kirin. PKK ji vê yekê re vekiriye, berê jî Rêber Apo di pêvajoya derbasbûyî de got bila komîteyek lêpirsînê bê avakirin û ceza çi be, em ê bidin. Lê li hember kiryarên dîrokî yên dewletê ev weke nûqteyekê ye. Lê rûxmî wê jî qet rayedarên Tirkiyê behsa van tiştan jî nakin.

Zimanê çêker a li gor pêvajoya Aştî û Demokrasiyê divê bi qebûlkirina heqîqet û rastiya gelê Kurd be.

Ji bo pêkanîna zextekê li ser çapemeniya desthilatdar erka li ser Çapemeniya Azad çi ye û ew çawa dikare ji banga Rêber Apo re bibe bersiv?

Çapemeniya Azad divê heqîqeta heyî bi awayekî dewlemend û têrker ji Raye Giştî û gelan re re ragihîn. Mînak sedema van şerên durûdirêj çi bûn. Bedelên çiqas mezin hatin dayîn. Sedemên jiyankirina pêvajoyên berê divê werin çîrove kirin. Careke din dewlemendiya çandî, civakî, olî û etnîkî ya herêmê bi Raye Giştî re baştir bê parvekirin. Zimanê vê serdemê ji rayedar û çapemeniya Tirk a dagirker ku bi temamî veguheriye şerekî taybet, lazime Çapemeniya Azad li bend û hêviya wan nemîne ku guhartinekê di xwe de avabikin.

Divê siyasetekî weşanê wiha avabike ku hemû argomanên wan yên li ser berûvajîkirina heqîqetê, qirkirin û  îmhayê hatine avakirin; pûç û vala derbixîne. Her wiha derbarê pêvajoya Aştî û Demokrasiyê bi awayekî baş bi ferqa di navbera zihniyeta demokrasiyê û hişmendiya desthilatdariyê, eşkere û şênber parvebike. Eger Çapemeniya Azad di van mijaran de xebatekî giran bimeşîne, ew dem dikare zextê li ser çapemeniya desthilatdariyê û Tirkiyê bike û argomanên destê wan de pûç bike. Bi vê yekê re em dikarin ji banga Rêbertî û pêvajoyê re bibin bersiv.

Post Views: 141
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.