Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Destûra ku mafê jinan û pêkhateyan naparêze em qebûl nakin’

15/03/2025
in NÛÇE
A A
‘Destûra ku mafê jinan û pêkhateyan naparêze em qebûl nakin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Kongra Star li dijî reşnivîsa destûrê nû ya desthiata Şamê di bin dûrişmeya “Destûra ku mafê jinan û pêkhateyan naparêze em qebûl nakin”xwepêşandaneke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi pêşengtiya Kongra xwepêşandaneke girseyî ya jinan li ser asta Kantona Cizîrê li dijî reşnivîsa destûrê nû ya desthiata Şamê, herwiha komkujiyên ku di derheqê mezheba elewî pêk tê, li bajarê Qamişlo di bin dûrişmeya “Destûra ku mafê jinan û pêkhateyan naparêze em qebol nakin” hate lidarxistin. Xwepêşandan ji çerxerêya Osman Sebrî hate dest pê kirin û li çerxerêya şehîd Rûbar veguherî mîtîngê. Piştî ku meş veguherî mîtîngê xuleyeke bêdengî li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.

Piştre li ser navê Kongra Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: “Em li ser navê tevahî jinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji gelê xwe yê elewî re dixwazin. Em ji wan re dibêjin êşa we êşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji 6’ê Adarê û heya roja îro bi awayekî hovane êrişa qirkirinê li ser gelê elewî li berava Sûriyê bê navber tê kirin, em vê yekê şermezar dikin. Nayê qebolkirin ku tevahî mirovahiyê çav û guhê xwe li hemberî qirkirinê girtiye. Em ji qadê şoreşê dengê xwe bilind dikin û ji jinê elewî re dibêjin hûn ne bi tenê ne, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişta we ne. Di heman demê de berî 2 rojan me dît ku reşnivîsa destûr a Sûriyê hate nîvisandin, di wê reşnivîsê de mafê jinan nebû, lewra em vê reşnivîsê napijrînin. Destûrka ku mafê, hebûn û îrade jinan qebol nake û tune dihesibîne, em jî wê destûrê qebol nakin, ne jî me temsîl dike. Çi sîstemê ku hebûn û mafê jinan di nav xwe de nehewîne ew ne sîstemekî demokrat û azade. Piştî hilweşandina rejîma Baes ew bû ku Sûriyeke demokratîk, pirengî û pirzimanî bi pêşengtiya jinan bê avakirin.”

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser Vivyan Bihoosê axivî û wiha got: “Na ji destûr ku hebûna jinê tune dike. Bijî şoreşa ku jin pêşengtiya wê dike. Bijî azadiya jinê. Em îro di vê pêşandana xwe de diyar dikin ku em li dijî cûdabûna pêkhateyan ne, em tekez dikin ku jina kurd, ereb û suryanî bingehe di avakirina welat de. Destûr divê temsîla hemû pêkhateyan bi taybetî jin bike. Da ku azadî û demokratî misoger bibe.”

Xwepêşandina bi silogana Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.