Asya Weşûkanî
Helepçe jî bû yek ji wan bajarên Kurdistanê ku di komkujiyan re derbas bû. Weke ku têye zanîn di dîroka 16’ê Adara 1988’an de li bajarê Başûrê Kurdistanê Helepçe yê komkujiyeke, pir susret a bi destê pergala faşîst û diktator; a Sedam Huseyîn û hevkarê wî Elî Hesen Elmecîd ku jêre dihate, gotin Elî Kîmyawî hate pêkanîn. Di wê komkujiya bêhempa de 5 hezar mirov hatin, kutin ku piraniya wan jin, zarok û temen mezin bûn. Di kêliyekê de û bi kişandina bêhna fêkiyan mirov weke mirovên, mûmya kirî bêcan rawestiyan. Li her devera bajêr cesedên mirovan ên sar û cemidî, dihatin dîtin û di xwezaya bajêr de ti tiştekî zindî nema bû.
Beriya çend rojan me qala komkujiya bajarê Qamişlo kir ku, bi destê pergala diktator a Baas di dîroka. 12‘ê Adara 2004’an de hate pêkanîn û zêdetirî 40 mirovên, Kurd têde hatin qetil kirin. Û dema ku em komkujiyên li ser gelê Kurd, binirxînin emê bi bînin ku komkujiyên bê hejmar li ser; gelê Kurd di çar perçeyên Kurdistanê hatine pêkanîn. Di serî de gerek mirov 74 komkujiyên li ser gelê, Kurd ê Yezîdî bide danasîn û bibêje: Gelê Kurd her ciyê ku lêbûye weke gogeke, li ber lingan bûye û her kî ji ku hatiye lingê xwe; lêdaye û siyeseta xwe ya qirkirinê li ser wan dane pêkanîn. Pergala hov û dirinde ya Sedam Huseyên a faşîst ji derveyî, komkujiya bajarê Helepçe; komkujiyên Enfalê jî du caran pêkanîne.
Gotina Enfal jî têye gotin ku di Quranî Kerîm de hatiye, bilêv kirin û wateya wê jî bi qefleyan mirov ji walatê wan; qewitandin û wê xelkê ku piraniya wan jin û zarok bûne û leşgerên pergala Îraqê mêran bi komî di kujin û wan di qebrên, komî de binax dikin û jin û zarokan jî derbasî welatê Urdunê dikin. Ji bo ku wan jin û zarokan weke koleyan bikar bînin ku hîna jî, mirovên wan li wan digerin û bi hisretin ku wan peyda bikin. Cardin jî di sala 1990 an de jî bi hezaran xelkên Başûrê Kurdiustanê, hatin kuştin û ên mayî jî hatin koçber kirin û berê xwe dane; sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê û li wir jî dewleta Tirk, di çadirên koçberan de jehrî kirin û bi sedan mirov ji wan kuştin.
Ji wan komkujiyan jî yek a sala 2018 an de ku di 18 heyva adarê de, li bajarê Efrînê di êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê de; hate pêkanîn û bi sedan jin, zarok û temen mezin di wî şerî de hatin qetilkirin. Û weke ku têye zanîn di encama wî şerî de xelkê, bajarê Efrînê ji bajarê xwe koçber bûn û bi sînoran ketin û di hilweşîna; pergala Bas de careke din koçberên Efrînê careke din, koçber bûn û niha jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Suryeyê têne bicih kirin. Di nava gelê Kurd de komkujiya geliyê Zîlan gelekî, bi nav û denge ji ber ku dilê gelê Kurd de, birîneke dijware vekiriye. Di komkujiya gundê Roboskî de jî 34 ciwan hatin, binaxkirin û dilê dayik û bavan biraştin û ez careke din; pirs dikim gelo wê çawa birînên wan bêne derman kirin?
Gelo mirov ji komkujiya bajarê Dêrsimê re çi bibêje? Yan jî mirov ji komkujiya bajarê Amed, Mardîn, Mereş, Sîwas û şewata sînema Amûdê ku zêdetirî 200 ciwanên Kurd têde; hatin şewitandin re gerek çi binirxîne û bibêje? Gelo em ê derdê kîjan komkujiyê bikişînin û derdê kîjanê nekişînin, ji xwe her komkujiyek ji wan komkujiyan ciyê xwe di dilê mirovên; Kurd de bi kûrahî çêkiriye û wan hestiyar dike. Û hîna birînek wan qeşmûk negirtiye birîneke wan, ya nû çêdibe û xwîn jê dipijiqe. Ger ku em werin û pirs bikin bêka çima ewqase komkujî, têne serê gelê Kurd? Dibe ku hin kes bibêjin: Ji ber ku Kurd ti carî nebûne dewlet û xwdî û xwedanê wan, tune bûye her komkujî bi serê wan de têne çêkirin.
Lê hunê li min bibûrînin ji ber ku ez ê gotineke wiha, bînim ser ziman: Ew kesên ku wiha dibêjin gelekî derwan dikin û bera ji kerema xwe re, biçin û li dîrokê temaşe bikin bêka dewlet netewê çi aniye serê gelan û tekez qawisa ku îro; mirovahî têdeye sersedema xwe jî hişmendiya desthilatdar û netewepereste. Û dema ku mirov temaşey seyra dîrokê dike pir zela, dibîne bêka amûra dewletê çi tundî li hemberî civakan; pêkanîne û nexasim komkujiyên ku hatine serê gelê Kurd jî heman, hişmendiya dewletê ye ku dema wê hatiye ku hilweşe. Ji xwe têye dîtin bêka çawa gelek serok dewletên dîktator, hene ku gelê xwe yê ji heman netewê jî di; komkujiyan re derbas dikin.
Ez careke din li vir pirs dikim û dibêjim: Gelo wê ji wan serokên wiha re çi were gotin? Ez bawerim ku bi rengekî têrker hate famkirin ku ez çi, dixwazim bibmjim: Li vir mebesta min ewe ku sedema tevahî komkujiyan, jî hişmendiya dewlet netew û desthilatdariya wê; ya ku dema wê ji zuve bûriye. Ji xwe Rêber Abdulkah Ocalan li ser van mijarên sosyolojîyê pir, gotiye û nivisandiye ji bo ku were xwendin û pêkanîn. Û gotiye ku pirsgirêkên civakê yên bingehîn, dewlet netewe û bi çareseriya demokratîk wê pirsgirêkên civakê werin çareser kirin. Naxwe gerek tevahî beşên civakê û bi taybet jî jin û ciwan, li ser van mijarên, sereke were perwerde kirin û gerek her kes; haj li van rastiyan bibin û xwe jêre hazir bikin.
Ger ku jin, ciwan û tevahî civak li tevahî cîhanê xwe bikin, yek perçe û li dijî hişmendiya xwedayê ku li ser zemîn digere; weke ku feylesufê Elman Hegl aniye ser ziman û Rêber Apo jî dibêje: Gerek hesab ji wî xwedayê li ser zemîn were, xwestin û ew hişmendiya ku mêrê serwer çêkiriye û kiriye weke; qederekê were xerab kirin û li şûna wê hişmendiya civaka demkoratîk, ekolojîk û azadiya jinê were çêkirin. Cardin jî ez bangewazî li tevahî jinan dikim û dibêjim: Ey jinên êş kişandî werin em bibin yek hest, yek deng, yek fikir û yek dest; ji bo ku em pergala mêrperest û dewletperest hilweşînin. Û li şûna wê hişmendiya demokratîk, wekhev û edalet avabikin û li keda feylesuf û pêşengê mirovahiyê xwedî derkevin.
Di dawiyê de jî ez tevahî şehîdên komkujiya Helpçe, bibîrtînim û bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî; bîranîna wan di tewînim û soza tolhildanê ji wan re nû dikim û dibêjim: Bera ruhê wan şehîdên dilovan di merqeda xwe de, şadbe ji ber ku îro şoreşgerên Kurdistanê li çiya û bajaran bi qehremanî; şer dikin û tola wan pekrewanan radikin. Bijî Rêber Apo. Bijî yekitî û xwişk û biratiya gelan. Jin jiyan azadî. Bimre her cure desthilatdarî, tundî û dijminatî.