Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRA’yê yekîneya taybet ji bo parastina rojnamevanên sûriyayê ava kir

13/03/2025
in NÛÇE
A A
YRA’yê yekîneya taybet ji bo parastina rojnamevanên sûriyayê ava kir
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Yekîtiya Ragihandina Azad bi aramnca parastina rojnamevanan Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji Metirsiyan, bi daxuyaniyekê ragihand.

Ragihandina Yekîneyê bi daxuyaniyekê li navenda Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi civîneke çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê berpirsê Yekîneyê Ehmed Mihemed ve hate xwendin. Naveroka daxuyaniyê wiha bû:

Di aloziya Sûriyê de bi sedan rojnamevan hatina hedef girtin

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di encama rewşên niha yên ku rojnamevan li Sûriyê dijîn binpêkirinên ku li ser wan giran bûne, nemaze di dema dawî de gelek rojnamevan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek ji wan birîndar bûne, yên herî dawî hevalên me bûn ku li deverên curbecur li seranserê xaka Sûriyê hatin hedefgirtin. Di encama êrişan de hejmareke mezin a windahiyan di nav rojnamevan û xebatkarên ragihandinê de di dema kar dikirin di nava axa Sûriyê de, êriş li ser wan çêbû. Ji destpêka aloziya Sûriyê û heta niha hejmara rojnamevanên hatine hedef girtin bi sedane.

Ji ber vê yekê, me biryar da ku li ser esasê pabendbûna bi rola xwe weke saziyeke Sûrî ya bi karûbarên rojnamevaniyê re û kar ji bo parastina rojnamevan û kesên xwedî axaftinên azad e, bi hevkariya şêwirmendê ewlekarî yê Misrê Ehmed El-Amîd, psporê birêvebirina metirsiyan, (Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji metirsiyan) damezrînin. El-Emîd di heman demê de ew weke endamekî damezrîner û şêwirmend her tim tê destnîşan kirin. Ev yekîne li ser bingeha xema me ya berdewam li ser jiyan û ewlekariya hevkarên me yên rojnamevan li hemû herêmên Sûriyê ye. Li ser wî esasî baweriya me bi wê yekê heye ku divê rastî û yên ku ji bo wan diaxivin bi her awayî bên parastin, ji ber ku ew beşek ji avakirina vê civakê ne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de yekîniya ku hatiya avakirin, diyar bû û wiha hat ragihandin: “Em radigihînin ku yekîneya nû bi taybetî ji bo pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyê ji hemû rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên Sûriyeyê re ye. Yên ku karê xwe di hawîrdorên dijwar de dikin, çi li hundirê xaka Sûriyeyê û ji rêveberekî û cîgirê rêveber û hejmarek ji endam û şêwirmendên çalak ên pispor di vê mijarê de û di nav de yên herêmî û navneteweyî pêk tê, da ku rênimayan ji bo parastina rojnamevanan diyar bikin.”

Di dewama daxuyaniyê de navnîşanên têkiliyê yên yekîneyê anku emaîla ‘[email protected]’ û hejmara telefonê +963 934372067 jî hatin dayîn û hatin destnîşan kirin: “Ji bo rewşên awarte yên ku tê de hewcedariya rojnamevanan bi alîkariya lezgîn heye, dema ku rojnamevan rastî birîndarbûn, dorpêçkirin, gefa rasterast a kuştinê, armancgirtin an hewldanên kuştinê tên, li gorî derfetan rêya parastinê ji wan re peyda dike.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.