Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endama Kordînasiyona Kongira Star Jiyan Hisên diyar kir ku rojan e jin li Rojhilata Navîn û bi taybet li Îranê tên qetilkirin, herwiha armanca wan ew e ku îradeya jinan têk bibin û nehêlin ku doza mafê xwe bike.
Rojhilata Navîn a wek şaristaniya navenda wê jin e tê zanîn, ev demeke dirêj e ku bûye navenda hêzên hegemonîk û pergalên baviksalarî. Ev hêz, dixwazin bi rêya bîrdoziyên siyasî di ser argumana îslama siyasî re kevneşopiyên olî bikar tînin, berovajî dikin û di bin desthilatiya şerîet û dewletê de modêlên civakê ava bikin. Di van modêlên tên avakirin de herî zêde jin û zarok tên binpêkirin, di heman demê de dewleta Îranê ji bo ku dawî li serhildana bi pêşengiya jinan bîne, rê û rêbazên cuda li ser jinan ferz dike. Herwiha di 8’ê Çileya 2025` an de biryarê darvekirinê li ser sê jinên pêşeng hate birîn ew jî Pexşan Ezîzî, Werîş Mûradî û Şerîfe Mihemedî bû.
Di derbarê hedefgirtina jinan de li Rojhilatê Kurdistanê û têkoşîna wê, endama Kordînasiyona Kongira Star Jiyan Hisên ji Rojnameya me re axivî.
‘Rojan e li Îranê jin tên qetilkirin’
Jiyan Hisên anî ziman ku li Rojhilata Navîn jin û zarok rastî êrişî û komkujiyan tên û wiha got: “Hişmendiya baviksalyarî û sîstemên hegemonîk naxwazin ku sedsala 21`ê bibe sedsala azadiya jin, bêhitir êriş û qirkirina xwe li ser jinan zêde dikin. Li Rojhilata Navîn û bi taybet li Îranê rojan e jin rastî kuştin, destdirêjî, revandin û tundiyê tê, herwiha cezayên darvegirinê heta roja îro li Rojhilatê kurdistanê li ser jinan tê meşandin. Ji ber ku naxwazin ku hêza jinê xurtbibe, herwiha di vê dema dawî de biryar e darvegirinên li ser 3`ê jinên têkoşer hate birînin. Ew her sê jin parastina mafê jinan dikirin û ji bo jinan xebat didan meşandin. Mîna Ezîzî, Werîş Mûradî û Şerîfe Mihemedî ku çawa biryarê darvekirinê li ser wan hate birînin. Desthilatdariya rêjîma Îranê bi birîna cezayên darvekirinê li ser kesayetên pêşeng, rojnameger, siyasetmedar û yên bi bandor di civakê de. Tirsa serîrakirina li hember rejîmê dide avakirin, bi taybet ev siyaset li ser gel û jinên Kurd bi tundî tê meşandin. Herwiha Hêzên dijberî jin û doza wan çalakvan, xebatkarên civakî, siyasî, rêveberî û aborî dikin hedef. Armanca wan ew e ku îradeya jinan têk bibin û nehêlin ku rêya ku tê de banga mafên xwe dikin, dewam bike û rola xwe ya rast di parastina aramî û aştiyê de pêk bînin.”
‘Jin, Jiyan, Azadî” li hemû qadên têkoşînê bilind bû’
Jiyan Hisên da zanîn ku ji Kurdistanê heta Îranê û Afganistanê jinan ji bo reformên civakî û hiqûqî sekneke bêhempa nîşan dan û wiha domanid: “Jinan di têkoşîna ji bo mafên xwe û civakê de bedêlên giran dan û jiyana xwe ji dest dan, hatin girtin, bi cezayê darvekirinê re rû bi rû man, lê tu car dev ji têkoşînê bernedan. Qêrîna “Jin, Jiyan, Azadi” ya li hemû qadên têkoşînê bilind bû, sînor derbas kirin û bû banga yekîtiyê. Ev sekna jinan, nîşaneya têkiliya di navbera aqilê hevpar û zanînê, axê, gel, azadî û wekheviyê de ye. Jin bi zanistî û hişmendiya kolektîf, li hember polîtîkayên zextkar ên hêzên hegemonîk serî rakirine û vê zanabûna têkoşîna bi hêz avakirine. Li hember şerên parkirinê yên desthilatdaran, dem hatiye ku hemû jin, mêr û ciwan ji bo hevdîtinek di nava şoreşê de û hevgirtinê ava bikin.”
‘Pêwîst e jin asta têkoşîna xwe xurt bikin’
Endama kordînasiyona Kongira Star Jiyan Hisên eşker kir ku pêwîst e asta têkoşîn û zanebûna jin pêhtir xurt bibe û wiha bi dawî kir: ” Jina ku rêveberiya civaka xwe dike, çi di qada siyasî û leşkerî de be, tê hedef girtin. Di heman demê de li ser asta Rojhilata Navîn jinê xwe bi rêxistin kir û cihê xwe di her qadê de girt, jin di milê siyasî, leşkerî, hunerî, çandî û civakî de xwe pêşxistiye. Lewma piştî qetilkirina Jîna Emînî li ser destê Rejîma Îranê, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana jinan ya bi pêşengtiya Jin Jiya Azadî li dijî tundî û desthilatdariya zilam hat destpêkirin. Vê serhildanê isbat kir ku hêz û îradeya jinan ya têkoşînê pir mezin e û dikare serkeftina azadiya jinê bi dest bixin. Banga min ji tevahî jinan re heye ku asta têkoşîn û berxwedaniya xwe xurtbikin, herwiha pêwîst e jin yekîtî û hevgirtina xwe hîn zêde xurt bike. Ji bo ku rê li ber qetilkirina jinan were girtin, ji bo ku civaka aşitî û demokratîk were avakirin û mafê jinê misoger bibe.”