Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja 12’ê Adarê bû mûma Serhildanê

12/03/2025
in NÛÇE
A A
Roja 12’ê Adarê bû mûma Serhildanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Bi boneya salvegera serhildana 12’ê Adarê şêniyên bajarê Dêrikê di bin dirûşmeya “Şehîd Namirin û bi rihê berxwedana 12’ê Adarê em ê bi ser bikevin” meşeke girseyî li dar xistin.

Îro bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê şêniyên bajarê Dêrikê meşeke girseyî di bin dirûşmeya “Şehîd Namirin û bi rihê berxwedana 12’ê Adarê em ê bi ser bikevin”li dar xistin. Meş ji Qada Azadî hate destpêkirin û li pêş deriyê goristana şehîdan veguherî mîtîngê. Piştî ku meş veguherî mîtîngê kesên amade berxwedana ku di sala 2004’an hatî kirin bi rêzdarî bibîr anîn û xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdên 12’ê Adarê rawestiyan.

Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a bajrê Dêrikê Hesen Hemze bi xêrhatina dayik û bavên şehîdan kir û wiha got: “Rojek wiha ji bo kurdan rojeke dîrokî ye û herdû şehîdên bajarê Dêrikê bi serfirazî em wan bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Di berdewamiya mêtîngê de li ser navê Rêveberiya Perwerdeya Dibistanan a bajarê Dêrikê Mihemed Hesen diyar kir ku ew şehîdên 12’ê Adarê bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.”

Di dawiya meşê de daxuyaniyeke nivîskî bi zimanê kurdî û erebî hate dayîn.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Îro 21’emîn salvegera serhildana Qamişlo ye. Di vê rojê de rêjîma Baasê xwest di navbera kurd û ereban nakokiyan derxe, lê dema Şoreşa Rojava dest pê kir hemû pêkhateyan cihê xwe di nav de girt û karîn bi rihê şoreşê li himber zordestî, kuştin û çewsandinê bisekinin. Ev serhildana ku 21 sal ji berxwedanê li du xwe hişt bi saya wê Rêveberiya Xweser hat ragihandin û bû sedema bilindkirina asta hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dawî li siyaseta fitne û nakokiyên mezhebî anî.

Daxuyanî wiha hate bidawîkirin: “Bi saya ked, berxwedanî û hevgirtina pêkhateyan di 10’ vê mehê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û desthilata nû ya Şamê de, piştî rûxandin rêjîma Baas, rêkeftinek pêk hat. Ji vê rêkeftinê em tekez dikin ku bi hemû şiyanên xwe em ê bikaribin Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî avabikin.”

Post Views: 126
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.