Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên kantona Cizîrê Şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn

12/03/2025
in NÛÇE
A A
Şêniyên kantona Cizîrê Şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anîn
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi sedan şêniyên kantona Cizîrê Serhildana 12’ê Adarê li Stada Şehîdan a  12’ê Adarê bi bîr anîn. Herwiha derbarê heman mijarê Meclisa Bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Ji hêleke din ve bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêzan Gulo got, “Rêjîma Beis!, tu têk çûyî û gelê Qamişlo ma.”

21 sal li ser Serhildana 12’ê Adarê derbas bûn, raperîna gelê kurd li dijî komkujiya ku rêjîmê piştî matça di navbera Tîma Cîhad û Fitiwê de li hemberî kurdan pêk anî.

Derbarê salvegera vê bûyerê jî Meclisa Bajarê Qamişlo li Stada Şehîdên 12’ê Adarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin, bi sedan şêneyên kantona Cizîrê, rewşenbîr, partiyên siyasî, Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM û tevgerên jinan beşdar bûn.

Destpêka daxuyaniyê wiha bû: “‏Bi boneya salvegera komkojiya ku di 12 Adara 2004’an de ku ji hêla rêjîma Beis ve li ser gelê kurd pêk hat, em bi bîr tînin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Ew bûyer hat qewimandin bi destpêkirina maça futboolê di navbera Tîma Cîhad û Fitiwê de.”

Daxuyanî wiha hat qedandin: “Rêjîma Beis ya şofînist nerîna wê yê cûda hebûn û fitine xist navbera gelê Dêrazorê û kurdên Qamişlo. Wê dema maf dan alîgirên Tîma Fitiwê ku êrîşî gelê kurd bikin û gotinên ne ji rêzê bêjin, di encamê de 40 şehîd 200 birîndar û nêzî 2000 kurd hatin girtin piraniya şehîdan di bin işkenceyê şehîd bûn. Di dawî de em dibêjin na ji fitnê re na ji newekheviyê re bijî biratiya gelan.‏”

Piştî daxuyanî hat xwenedin, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo wiha got: “Di serî de em bejina xwe li ber şehîdên Serhildana 12’ê Adarê ditewînin û sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdên serhildanê dixwazin. Vê salê em vê rojê bêyî rêjîma Beisê bi bîr tînin û dibêjin“Ey rêjîma Beis, kanî tu, vaye tu têk çûye, lê Qamişlo û gelê Qamişlo maye û wê Qamişlo bimîne. Peymana ku Fermadariya Giştî ya QSD’ê bi serokê demkî yê Şamê re îmze kir, diyariyek ji bo giyanê şehîdan bû. Em ji hikumeta Şamê re dibêjin, eger tu ne li gorî daxwazên gelên Sûriyê û Rêveberiya Xweser tevbigere tu yê jî mîna rêjîma Beisê têk biçe. ”

Herî dawê hemû kesên amade ji Stada 12’ê Adarê ber bi gorstana Taxa Qidûrbeg ve çûn.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.