Hemza Sêvo/ Qamişlo
Îro di seet 11’an de weke her sal şêneyên bajarê Qamişlo daketin kolanên bajêr û şehîdên serhildana 12’ê Adarê bi rêzdarî bi bîr anîn.
Şêneyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ji malê xwe derketin, dikanên xwe girtin, di heman demê de tevgera erebeyan a riya Amûdê-Qamişlo rawestiya, ajokar û kesên di erebeyan de daketin, herwiha bi hev re tevlî xuleya rêzgirtinê bûn.
Bi vê xulekê êş û berxwedaniya gelê kurd di dêmê şêneyan de xuya dikir, piştî kêliyekê ji merasîma bîranînê şêneyên bajêr vegeriyan li ser karûbarên xwe.
Wekî tê zanîn şêneyên Qamişlo û hemû gelê kurd her sal komkujî û Serhildana 12’ê Adarê, bi zarok, jin, xort, kal û pîrên xwe bi bîr dixin.