Kemal Necim
Di deh salên dawiyê de, piştî ku destên rejîma Baasê ji ser Rojavayê Kurdistanê rabû û rewşa qedexe û çewisandina li ser çand û zimanê kurdî rabû, liv û tevgera rewşenbîrî jî li herêmê geş bû. Ji bo birêxistinkirina kar û barên rewşenbîrî jî gelek sazî, dezgeh û yekîtiryên rewşenbîr û nivîskaran çêbûn. Bi awayekî diyar perçebûn û dubendiya siyasî bandora xwe li qada rewşenbîrî kir, lewma halê hazir 5 yekîtiyên rewşenbîr û nivîskaran li Rojava hene, hinek ji wan çalak in, hinekî salê çend çalakiyan li dar dixin, lê bi giştî van saziyan hemûyan bi hev re liv û tevgereke rewşenbîrî li herêmê çêkir.
Di pêvajoya deh salan de erk û delametên saziyên rewşenbîrî pêşxistin û geşkirina çand û wêje û kelpûr û ramanê bû, her wiha birêvebirina kar û barên kesên ku bi van mijaran mijûl in. Heta radeyekê van saziyan (kêm zêde) erkên xwe dikirin, bi taybet piştî salên dirêj ên çewisandin û qedexeyê, lewma mirov dikarîbû çavên xwe li rewşa parçebûn û belavbûna tevgera rewşenbîrî bigire.
Di sala derbasbûyî û bi taybet di çend mehên derbasbûyî de geşedanên pir lezgîn û awarte li tevahiya Rojhilata Navîn û Sûryeyê çûbûn, van geşedanan bi awayekî rasterast bandoreke mezin li herêmên Rojava kirin ku mijara siberoja kurdan li vî welatî kete rojeva civaka kurd de. Arîşe û mijarên ku herî zêde xwe li ber kurdan raxistiye ku çawa karibin ji her hêlê de xwe ji rewşa parçebûn û belavbûnê rizgar bikin û bi qasî ku dikarin xwe li hev ragirin, nêzî hev bibin.
Yek ji van qadên ku divê xwe bide ser hev qada tevgera rewşenbîrî ye.
Eger rewşenbîrên kurd ên li Rojava bi rastî dixwazin bibin egera yekrêziya mala kurdan û di nava hewldanên yekîtiyê de xwedî roleke bi bandor bin, divê pêşî ew mala xwe bidin ser hev û nêzî hev bibin. Êdî dem hatiye ku li şûna 5 saziyan tenê saziyek hebe.
Berî çend rojan di çarçoveya hewldanên nêzîkirin û yekirina saziyên nivîskar û rewşenbîran de, 5 yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran banga dîdareke giştî kirin. Bi dehan rewşenbîr û nivîskar beşdar bûn. Di beşa girêdayî mijara yekrêziya saziyên rewşenbîran de, pir diyar bû ku ne kesayet ne jî saziyên rewşenbîran ji bo bibin yek amade ne.
Ango mirov dikare bêje ku qada rewşenbîrî li Rojava hayê wê ji guherîn û geşedanên li dinyayê çêdibin tune ye, her wiha hayê wan ji rola wan û erkdarî û delametên wan jî tune ye. Beşdaran bi piranî xwe li ser mijara sereke çem kirin. Li şûna danîna planeke diyar bo yekirina tevgera rewşenbîrî, mijara çalakiyên hevbeş gotûbêj kirin. Ango carê daxuyaniyek hevbeş bidin an şevbuhrkeke helbestan a hevbeş li dar bixin û HWD.
Kar û xebatên hevbeş bijarteyeke xerab e, lê ji bijarteyên xerab ya herî baş e. Bijarteya rasteqîn û durist ew e ku 5 yekîtiyên rewşenbîran îro berî sibê xwe betal (hel, fesix) bikin, banga kongreyeke giştî bikin û ji nû ve saziyeke xwe ya berferh ava bikin. Ji bilî wilo hemû bijarteyên din ên wekî kar û çalakiyên hevbeş wê bibe çesipandin û rewakirina rewşa belavbûn û parçebûnê.