Ronaz Silêman/Qamişlo
Berdevkê fermî yê hevgrtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Munîr Şêxê diyar kir ku ji bo pêşxistina xebatên roşenbîrî, sîwanek ji 5 yekîtiyên rewşebîran re hat avakirin û wiha got: “Di demên nêz de wê civîneke yekîtiyên rewşenbîrî bi mebesata nivîsandina nexşeriyekê were lidarxistin. Karê hevbeş girîngiya dîmena rewşenbîrî ye.”
5 yekîtiyên rewşenbîrî di 7’ê Adarê de, Dîdareke Giştî ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo li dar xistin.
Armanca dîdarê sîwaneke giştî ya yekîtiyên rewşenbîrî were avakirin
Di Dîdara Gistî ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê kurdistanê de ji bo Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê komîteyeke hat avakirin. Armaca vê dîdarê ew bû ku sîwaneke giştî ya van her 5 yekîtiyan were avakirin. Herwiha bi armanca yekkirina yekîtiyên reşwenbîrî, çêkirina lêvegereke ji bo tevahî rewşenbîr û nivîskaran. Da ku bi hev re derxistina daxuyaniyan û xebatekî rewşenbîrî bidin meşandin. Roleke mezin di qada siyasî û civakî de bilîzin. Herwiha di dîdarê de li ser 3’ê mijaran hatibû nîqaşkirin.
Mijarên ku di dîdarê de hatibûn nîqaşkirin wiha ne:
Mijara yekemîn: Rola rewşenbîrên kurd di vê pêvajoyê de, li hember gotara nefretê û rola wan a civakî li ser asta Sûriyê bi giştî û kurdî bi taybet.
Mijara duyemîn: Rola Yekîtiyên nivîsakr û rewşenbîrên kurd di danîna nexşerêya xebata hevbeş de.
Mijara sêyemîn: Rola rewşenbîrên kurd di piştgriya hewlên ji bo yekkirina gotar û helwesta kurdî û avakirina lêvegerek siyasî ya kurdî ya berfireh hate nîqaş kirin.
Dîdar bi raghandina encamnameyê bi dawî bibû. Encamname jî wiha ye:
-Pêwîst e ku rewşenbîr bi rola xwe ya ronakbîrî li gel rola xwe ya niştimanî û neteweyî rabe. Ji ber ku ew nûneriya manewî ya wijdanê komî ya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û hemû beşên Kurdistanê dike.
-Dûrketina ji hemû sedemên ku nakokiyê di nava civaka kurdî de çêdike. Herwiha ji hemû awayên gotara kîn, tundî û nefretê û binpêkirina aştîya gelêrî di civaka kurdî û Sûrî de.
-Piştgirî û alîkarîya hemû hewldanên yekkirina gotar û helwesta kurdî di navbera aliyên tevgera siyasî ya kurdî de. Da ku bigihêjin avakirina lêvegereke giştî ya kurdî ku nûneriya daxwazên rewa ên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê destnîşan bike.
-Piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dijî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên ku Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê armanc dikin.
-Nûnerî û tevlîkirina jinê di hemû saziyên siyasî, çandî, civakî û aborî de bi awayekî dadwer û li gor bingehê jêhatîbûn û pîşeyî.
-Tekezkirina beşdariya ciwanan a aktîv di hemû çalakiyên çandî de.
-Peydakirina jîngeh û hawîrdorek guncaw ji bo rêxistinkirina çalakiyên çandî bi hev re.
-Biryardayîna avakirina komîteyeke hevbeş ya giştî ji bo hemû rewşenbîr û nivîskarên kurd li Rojavayê Kurdistanê ku bibe lêvegereke giştî.
Avakirina komîteyek ji yekîtiyên rewşenbîr û nivîskarên kurd da ku roleke çalak di hemû dîdar û çalakiyên li hinder û derveyî welat bilîze.
Derbarê Dîdara giştî ya nivîskar û rewşenbîrên kurd li Rojavayê Kurdistanê, berdevkê fermî yê hevgrtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Munîr Şêxê ji ronameya me re axivî.
Munîr Şêxê diyar kir ku li gorî rewşa Rojavayê Kurdistanê hebûna 5 yekîtiyan rewşeke ne tenduriste û wiha got: “Pêwîstiya vê dîdarê ew e ku hem rewşa Rojavayê Kurdistanê ku tê de 5 yekîtiyên rewşenbîr û nivîskaran hebe, rewşeke ne tenduriste, ji ber ku rewş bi giştî awarteye, hem li Rojava û Sûriyê ev yekîtî rû dan li ser dîmena rewşenbîrî. Lewra me xwest berî her tiştî ku em karibin dîdarekê li dar bixin. Da ku rewşa Rojavayê Kurdisatanê û taybet Sûriyê piştî guhertina rejîma Baas giftigo bikin. Ya din jî em nebêjin em weke rewşenbîr bibin yek, ji ber ev gava yekîtiyê xebat jêr gerek e. Lê em weke sîwaneke giştî çê bikin ku karibin di bin siya wê de karê xwe yê rewşenbîr bi rengekî giştî bikin. Li ser vê bingehê her 5 yekîtî li hev rûniştin û biyar dan ku di destpêkê de komîteyekê ava bikin, ev komîte her 5 yekîtiya temsîl bike û karê hevbeş di nav de bê kirin. Herwiha lêvegereke çandî û rewşenbîrî be.”
Wê civîneke yekîtiyên rewşenbîrî bi mebesata nivîsandina nexşeriyekê were lidarxistin
Munîr Şêxê eşkere kir ku wê civîneke giştî ya yekîtiyên rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê were lidarixistin û wiha got: “Piştî ku komîteya rewşenbîr û nivîskaran hate damezrandin, em ê civîneke giştî lidar bixin. Civîn wê girêdayî komîteyên rêvebir ên van saziyan be. Da ku em ji xwe re nexşeriyekê binvîsînin û di rêya wê de çalakiyên xwe yên rewşenbîrî bikin yek, herwiha dema xelat jî hebin, bibe yek xelat. Ev civîn wê di demên nêz de bên lidarxistin û wê xetên sitûr di nava civînê de werin nîqaşkirin ku yekîtiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bibe weke laşekî bi hev re dixebite. Dibe ku ne yekîtiyeke yekgirtî be û saziyên xwe çareser bikin. Lê karê hevbeş ew ya herî girînge di dîmena rewşenbîrî de.”
‘kesên di Sûriyê de dixwazin nûnerên kurda di dîmena siyasî de nebin’
Munîr Şêxê da zanîn ku avakirina yekîtiyên rewşenbîrî birêkûpêkirina xebatên rewşenbîr ye û wiha got: “Dema yekîtiyek ji her 5 yekîtiyên rewşenbî yên Rojavayê Kurdistanê re were avakirin, wê demê xebatên rewşenbîrî bêtir birêkûpêk dibe. Herwiha ji kesekî dervere ku qada rewşenbîrî dişopîne, gava ku bibîne rewşenbîrên kurd bi taybet li Rojavayê Kurdistanê di bin sîwanekê de kar dikin, wê ji wan re bibe cihê hêzê. Ev komîteya rewşenbîrî jî ya ku hatiye avakirin nûnertiya her 5 yekîtiyan li hundir û derveyî Rojavayê Kurdistanê bike. Herwiha piştî ev guhertina ku di 8’ê Berfanbarê de li Sûriyê de hate çêkirin, me dît ku kesên di Sûriyê de dixwazin nûnerên kurda di dîmena siyasî de nebin û bêtir ew gotara kîn, gef û reşkirinê li hemberî kurdan dan meşandin. Lewra pêwîstiye mezin bi yekrêzî, yekîtî û bi yek hewlestê di qada rewşenbîr û bi taybetî ya siyasî heye. Ji ber ku qada siyasî bêtirî xwe nûnertiya vî gel di warê pêdivî û dawazên gel ê siyasî, civakî û çandî bi kesên desthilatdar re ku Sûriya pêşerojê birêve dibin, bike.”
‘Bi hevgirgtina hêzên siyasî û rewşenbîrî em ê mohra xwe li sedsalê xin’
Munîr Şêxê axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo yekbûyîna rewşenbîran me gav avêt û hêvîdarin tevgera siyasî jî gavekê wek a me bavêje. Ji ber ku yekgirtina hêza siyasî, leşkerî û rewşenbîrî temsîla gel e. Gava civaka kurdî, rewşenbîrên kurd, siyasetmedar û hêzê kurdî yên siyasî QSD’ê yekgirtî bin, ez bawerin wê demê em ê mohra xwe li sedsala nû bixin.