Farûk Sakik
Nîqaşên piştî banga Rêber Apo bê navber dewam dikin. Herkes û her alî li gor xwe şîrove dike. Peyvek, gotinek, daxwiyaniyek, niyetek, texmînek tê gotin û herkes li dora vê yekê diçe û tê.
Bi awayek wisa tê nîqaşkirin û nirxandin, êdî naveroka bangê di navde winda dibe. Mixabin nameya-banga Rêber Apo bi daxwiyaniya Sirri Sureya Onder û Devlet Bahçelî tê nîqaş kirin. Guhertina têkoşîna Kurdan (ya 4 parçeyî) danîn aliyekê bi tenê Rojava tê nîqaşkirin.
Ka bibêjin di vê guhartina têkoşînê de Rojava jî heye an na. Lê herkes behsa çek danîna QSD’ê dike. Ev xetere. Dewleta Tirkiyê di vî şerê ku sed sale li dijî Kurdan pêkanî de, di têkçûna xwe de dixwaze serkeftinekê biafrîne. Nîyeta Rêber Apo ya fedekarî suîstîmal dike. Çawa ku bapîrên wan di dîrokê de li hember Kurdên serhildêr, peyva “eşqiya” bikardanîn ew jî îroj bê rawestandin peyva “teror-terorîst” bikartînin. Ezê teror û eşqiyatiya dewlata Tirk a dîrokî rêz nekim. Rêber Apo got divê zimanê pêvajoyê, zimanê aşitiyê be.
Ji bo mêjiyê civakê şêlo mêlo nebe, hin naveroka banga Rêber apo rêz bikim. Ev bang di heman demê de bangek ku berpirsyarî dide pêş dewletê jî. Divê herdu alî li gor vê peymanê-lihevkirinê tevbigerin. Aliyê dewletê her tişt-berpirsyariya xwe daye aliyekê û bi tenê berpirsyariya Kurdan derdixe pêş. Têkoşîna PKK’ê li çar aliyên Kurdistan bû û hemû Kurd di vê têkoşînê de cîh girtin. Ji bo vê yekê, ev bang ji bo herkesî ye. Rojava û statuya Rojava jî di vê bangê de ye. Diviya li Rojava jî li gorî konjuktora demê guhertinên nû çêbibûna. Guhertinên her parçeyî bi rejima wî parçeyê re çareser bibuya. Rojava jî dibe ku bi rejima Şamê re li gor perspektifên Rêber Apo li çareseriyek bigeriya. Çek berdana QSD’ê di rojevê de nîne. Ha divê ku hatiba gotin ku dema bi Sûriyê re hat çareserkirin, hin hesasiyetên Tirkiyê bigirin berçav. Ji bilî vê yekê li Rojava xwestina çek danînê tiştek tuneye. Trajediya li herêma Elewiyan li berçavane, yên bê çek wê heman qederê bijîn. Ji bo vê yekê ‘çekên Rojava’ pîroz û ewlekariya heremê ye. Yên dixwazin QSD’ê çek berde jî dizanin ku tu carî ev yek ewê nebe. Em baş dizanin ku Rojava ji bo Rêber Apo xeta sor e. Di pêvajoya Kobanê de em bûn şahidê mudaxelaya wê. Îro jî ev biryardarî û israra wî ya parastina Rojava dewam dike. Divê kes bi wan gotinên tên nîqaşkirin, bi bandor nebe. Bi wan nirxandinan bawerî neyne. Rayadarên rêveberiya xweser jî dibêjin ji Rêber Apo daxwazek bi vî rengî nehatiye. Desthilatên Tirkiyê di navde Erdogan jî heye bi salane cîvaka Tirk li hemberê Kurdan jehrî dikin. Ji bo xwe serketî nîşan bidin wê bikevin nava van hewldanan.
Kurdên ku bi banga Rêber Apo derbasî qonaxek nû bûn divê dewletê ji nêzîkde bişopînin û taciz bikin. Zextan bidin da ku pêşî li statuya Rêber Apo vebikin. Dema wan behsa têkçuna tevgera azadiyê kir, divê Kurd jî derewên wan teşîr bikin û behsa têkçûna wan ya eskerî, siyasî, civakî û aborî bikin. Herî dawî bi daxwiyaniya Devlet Bahçelî hin kes dibêjin ev pêvajo bi dawî dibe. Ne, berevajiyê vê yekê kontrol bi temamî di bin însiyatîfa Rêber Apo de ye. Ewê di derbarê qedera vê hemleya sîyasî de biryar bide. Hetanî ku Rêber Apo nebêje ev pêvajo sekinî, tu kes nikare bide seknandin. Gotina herî dawî ewê bibêje.