Dilyar Cizîrî
Di roja 7’ê Adarê de li Berava Sûriyayê hin komên çekdar li dijî çekdarên HTŞ’ê êriş pêk anîn. Hejmarek çekdarên wan hatin kuştin. Piştî bûyerê HTŞ’ê êrişî gund û bajarên Tertûs, Laziqiyê, Hema û Humsê kirin, bêyî cûdayî di navbera sivîl, çekdar, zarok, jin û kalan de bikin komkujî pêk anîn. Li gorî belgekirina rêxistinên mirovî di nava 2 rojan de nêzî hezar sivîlên elewî hatin kuştin. Li gorî raporan hin kurd, xiristiyan jî hatin kuştin.
Tişta balkêş kujer bi sûcên xwe kêfxweş dibûn, dîmenên xwe dikşandin û xwe wekî serkeftî nîşan didan. Li gorî dîman û hin çavkaniyan ji bilî kuştina bi zanebûn, işkence û biçûkxistina mirovan, destdirêjî, talan û şewata malan pêk hat. Ji dîmenên hatin belavkirin, hejmarek çeteyên kuştin dikirin, sembolên DAIŞ’ê li ser cilên wan hebûn. Di heman demê de hejmarek mezin a kujeran bi zimanê Tirkî diaxivîn. Li gorî çavkaniyan çeteyên Tirkistan, Eygor û her wekî din ji çeteyên El-Qaîda yên biyanî di nava kujeran de hebûn.
Ew dîmenên bi êş ku ji aliyê çekdarên HTŞ’ê bi navê Wezareta Beravaniyê ya Sûriyê bi hinceta şerê li dijî bermahiyên rêjîma berê pêk hat, li dijî hemû yasa û zagonên navdewletî ne. Rewşa li Berava Sûriyê tirajîdiya bi êş ya gelê Sûriyayê bi destê rêjîma Baas jiyan kiribû, careke din xwe dubare kir.
Di vir de mirov dikare bêje ku tu cûdahî di navbera rêjîma Baas a berê ku 53 salan Sûriyê bi rêve dibir û hikûmeta Niha ya HTŞ’ê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê de tune ye. Dibe navê wan ji hev cûda bin, dibe alên wan ne mîna hev bin û dibe di nava wan de şer derdikeve. Di nêzîkatî û zihniyetê de ji hev ne cûda ne. Şerê wan li ser desthildariyê ye û ji bo desthiladariya xwe dikarin her tiştî wêran bikin, mirovan qetil bikin û zarokan sêwî bikin. Di encamê de mijar ne mijara guhertina alekî yan kesane.
Mijar di zihniyetê de ye. Rewşa li Sûriyayê bêyî guhertina zihniyetê ne mumkine ber bi çareseriyê ve here. Ne HTŞ’ê û ne Ebû Mihemed El-Colanî bi van nêzîkatiyên xwe wê nikaribin aramî û ewlekariyê ji gelê Sûriyayê re pêk bînin. Berûvajî bi komkujiyên li Berava Sûriyayê isbat bû ku Colanî nikare bibe Ehemed El-Şerê nerim, wekî îda dike. Metirsî êdî ne tenê li ser civaka elewî heye, berûvajî niha metirsî li ser gelê Siwêda ku dirizî li wir jiyan dikin, zêde bûye. Di heman demê de metirsiya komkujiyan li dijî gelê kurd jî heye. Garantiya parastina wan niha hêzên wan ên leşkerî ne, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD’ê û li Siwêda Meclîsa Leşkerî ya Siwêda ye.
Îro careke din isbat dibe li Sûriyayê ne mumkine sîstema navendî karibe ewlekarî û aramiyê li Sûriyayê pêk bîne. Berûvanî wê sîstema navendî metirsiya dûbare, sêbare û dehbariya komkujiyan li dijî gelê Sûriyayê zêdetir dike.
Ji ber wê erka hemû gelê Sûriyayê ye li dijî sîstema navendî têkoşîna xwe ya hevpar bi hêztir bikin û ji bo Sûriyaya nenavendî têbikoşin. Ji ber tekane riya çareseriyê nimûneya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.