Hemza Sêvo/ Qamişlo
12 Adara 2004’an gelê kurd li dijî zordariya rêjîma Beis serî hilda. Lîstikvan Qezafî Usmet da zanîn ku roja 12’ê Adarê ji bo gelê kurd rojeke xemgîn e û got, “Rêjîmê Bass qirêja siyaseta xwe xist nav giyanê sporê de û xwest fitneyekê di navbera kurd û ereban de çêke, lê pilana wê pêk nehat.”
Di dîroka 12’ê Adara 2004’an de rêjîma Baas a têkçûyî komkujiyek derheqê gelê kurd li Stada 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo çêkir û di encamê de bi dihan kes şehîd û birîdar bûn. Ev bûyer di maça futbolê ku di navbera Tîma Cîhad a Cizîrê û Tîma Fitiwê ya Dêrazorê de pêk hat, dest pê kir.
Berî destpêkirina maçê re, alîgirên tîma Fitiwê sloganên nijadperestî yên mîna “Bijî Sedam Hisên, Rêberên kurd yên xayîn tune bibin” gotin û bi keviran êrişî alîgirên Tîma Cîhad û gelê kurd kirin.
Piştî êrişê hêzên rêjimê bi fermana Parêzgerê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl, destwerdan kirin û gule li beşa alîgirên tîma Cîhadê reşandin. Ev rewş di dîmenên dezgehên çapemeniyê yên ku wê demê hatin belavkirin jî diyar bû. Di encamê de di gel 2 zarokan, 9 kes şehîd bûn.
Di encamê de Serhildana 12’ê Adarê ku li Qamişlo dest pê kir û li tevahiya Rojava, ji Dêrikê heya Efrînê û paytexta Sûriyê Şamê, serhildana gelê kurd dest pê kiir.
Derbarê Serhildan û Komkujiya 12’ê Adarê, lîstikvanê kurd ê Tîma Cîhad Qezafî Usmet ku yek ji şahidê buyerê bû ji rojnameya me re axivî.
‘Alîgirên Tîma Fitiwê kevirên reş xistibûn amûrên avê’
Usmet eşkere kir ku yekem car cemawerên Fitiwê bi tîma xwe re hatin û bi wan re kevir hebûn û wiha got: “Ez yek ji lîstkvanên Tîma Cîhad im, dema serê sibehê ez û hevalên xwe yê tîmê çûn Stada Şehîdên 12’ê me dît ku yekem car e gelê Dêrazorê li bajarê Qamişlo tevdigerin û di destên wan de wêneyên Sedam Huseyn hene. Berî niha matş di navbera me û heman tîmê de çêdibû, lê cemawerên Fitiwê nedihatin, vê carê hatin û em matmayî man. Dema ku me xwest derbasî stadê bibin, hêzên ewlekariya rêjîmê weke yekem car gelê Qamişlo tev kontrol kirin, hetanî xwestin çenteyên me vekin, bêyî ku cemawerên Fitiwê kontrol bikin. Dema ku ew derbas bûn, tirmizên avê bi wan re bûn, piştî ku êriş bi kevirên reş li ser gelê kurd hat kirin, me nas kir ku ew tirmiz dagirtî kevirên reş bûn. Me amadekariyên xwe kir da ku dest bi matiçê bikin, lê êriş ji hêla cemawerên Fitiwê ve li gel siloganên nijadperestiyê hat destpêkirin.”
‘Êrişên hovane heta heya 5’ê êvarê berdewam kir’
Lîstikvan Qezafî anî ziman ku êrşên rêjîmê li ser gelê kurd ji demjimêr 12 heya 5’ê êvarê domand û wiha axivî: “Destpêkê alîgirên Fitiwê di demjimêr 12’ê nîvro de êrişî alîgirê tîma me kirin, hêzên ewlekariyê jî li wan temaşe dikirin. Tevahiya gelê me kirin sêgoşeyekê de û dema ku milet dixwest xwe biparêze, leşkerên rêjîmê bi dar û keviran êrişî wan dikirin, lewma jî milet xwe ji pêpelûkan diavêtin erdê û birîndar dibûn. Li pêşiya min bi dehan kes birîndar bûn. Nêzî demjimêr 2’yan miletê me bi kotekî derket ji stadê, ewlekariyê hemû alîgirên Ftiwê di stadê de parastin, di wê demê de istixbarat, hêzên leşkerî û muhafizê Hesekê hat. Gelek kes li Stadê di nav destê rêjîmê û alîgirên Fitiwê de mabû, min nêzî 15 kesan ji nav destê wan xilas kirin. Piştî wê Li pêşiya Baxçê Giştî yê bajarê Qamişlo miletê me kom bûbûn, piştî nîvro êdî hêzên leşkerî bi guleyan êrişî, xelkê kirin, çi kesê li wir dikirin hedef û şehîd dixistin. Ev roj ji bo me rojeke gelek bi êş û nexweş bû. Êrîşa li ser miletê me heya berêvarî domand, ez û çend endamên tîmê yên biyanî bi aweyekî çûn malê, da ku zerer negihêje wan, min ew kes birin gel xwe.”
‘Rabûna gelê kurd li tevahiya Sûriyê hêz da me’
Qezafî Usmet bi lêv kir ku rabûna gelê kurd li hemû Sûriyê hêz da me ji bo serhildanê û wiha axivî: “Roja 13’ê Adarê de, em nêzî 600 kesî ji Taxa Hilêliyê derketin xwepêşandanê. Em çûn pêşiya Çerxerêya Peykerê Basil, me êrişî peyker kir û paşê çûn ber bi Taxa Enteriyê ve. Dema ku em gihaştin Enteriyê rêjîmê êrişî kombûna me kir, bi guleyan ew kombûn belav bû û her yek ji me bi aliyekî ve çû. Di roja 14’ê mehê de em dîsa derketin, li kolana Munîr Hebîb mîtîng li dar xistin. Wê kêliyê de dîsa rêjîmê êrişî me kir, di encamê de 3 kes li pêşiya min de şehîd bûn û gelek kes ji ling, dest û serê xwe birîndar bûn. Em ji wir reviyan û şehîdên me li erdê man. Rewşa êriş û xwepêşandanan nêzî sê heftiyan domand, her în em derdiketin qadan û xwepêşandan li dar dixistin.Gelên me li hemû bajarên Rojava, Şam û hwd… derketin serhildanê, vê yekê hişt ku coş û moralê me bilind bibe. Nexasim derketina Şêx Meişûqê Xiznewî ku şoreşek li dar xist.”
‘Rêjîmê xwest nakokiyan di navbera kurd û ereban de çêke’
Qezafî destnîşan kir ku rêjîmê xwest nakokiyan di navbera kurd û ereban de biafrîne, lê bi ser neket û wiha domand: “Wekî em dizanin berî niha em bi navê tîma xwe diçûn Dêrazorê, di maça de em bi ser diketin jî, gelê Dêrazorê tu astengî ji me re çênedikirin. Piştî ketin serokê Îraqê, Sedam Huseyn rêjîm xwest ku lîstkeke qirêj bimeşîne. Rêjîm ditirsiya ku di encama ketina Sedam de li Rojava rabin serhildanan û xwe ji Sûriyê qut bikin. Lewma ev komkujî bi serê kurdan pêk anî, wê demê xwest ku gelê ereb ji bo berjewendiyên xwe li hemberî gelê kurd bi kar bîne. Em nizanin dibe ku cemawerên Tîma Fitiwê ji istixbaratên rêjîmê bin û cilê sivîlan li xwe kiribin da ku pilana rêjam Beis bi ser bikeve û şerê navxweyî çêbibe. Lê şerê navxweyî bi saya hin kesên xwedî hişmendiyeke mezin lîstka qirêj a rêjîmê neçû serî, wan kesên aqilmend ji pêkhateya kurd û ereb destwerdan kirin.”
‘Hêviya me spor û jiyaneke aştiyane li Sûriyê ye’
Lîstikvanê goka piyan ê Tîma Cîhad Qezafî Usmet diyar kir ku hêviya lîstikvanên sporê û gelê kurd ew e ku bi tevahiya gelên Sûriyê re spor û jiyaneke hevbeş a aştiyane bijîn û wiha got: “Dema ku rêjîm hat hilweşandin, em gelekî kêfxweş bûn, gelê kurd di kêliyên azadiyê de jiyan kirin, bi taybet lîstikvanên futbolê. Ji ber ku berî rêjîm hilweşe gelek qeyd li ser lîstikvanên tîma Cîhad hebûn, rêjîmê nas dikir ku piraniya lîstikvanan kurd in astengî derdixistin pêşiya me. Me nikarîbû bi rehetî û dilekî xweş herin Şamê, wê demê çenteyên me vedikirin û tiştên me didizîn. Lê piştî ketina rêjîmê êdî wê ciwanên me û hemû lîstikvanên kurd dikarin bikaribin biçin hemû bajarên Sûriyê. Ev çar sal in ku maç li Qamişlo di navbera Tîma Cîhad û Fitiwê de tê çêkirin, gelê kurd û ereb ên vir û Dêrazorê li gel hev bi şadwerî li maçê temaşe dikin. Hêviya me ew e ku tevahiya gelan li gel pêkhateyên din jiyaneke hevpeş û aştiyane li Sûriyê bijîn.”