Birûc Resûl/Qamişlo
Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan ya Sûriyê Evîn Cuma diyar kir ku komên çekdar ên cîhadîst ku girêdayî desthilatdariya Şamê ne li dijî elewiyan komkujiyan pêk tînin û wiha got: “Pêwîst e rêxistinên mafê mirovan nebin hevkarê zordariyê.”
Ji 6’ê Adarê ve ji aliyê cîhadîstên ku girêdayî desthilatdariya Şamê ya nû ne, li herêmên beravê li dijî elewiyan , bi hinceta “Bermahiyên rêjîma berê” komkujiyên dijmirovî pêk hatin. Di encamê de ji hezarî zêdetir kes hatin kuştin. Her wiha ewlehiya herêmê têk çû û bi hezaran kes ji bo ku xwe ji cîhadîstan biparêzin bi çola ketin û hin jî koçî Lubnanê kirin. Li gorî rewangeha mafê Mirovan ya Sûriyê ji 6’ê Adarê û heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, li beravên Sûriyê ji aliyê komên çekdar ên cîhadîst ve 44 komkujî di derheqê elewiyan de pêk hatine, di encama wan de li gorî hatiye tesbîtkirin 1100 kes di nava wan de jin û zarok jî hene bi awayekî pir hov hatine kuştin.
Derbarê komkujiyên dijmirovî yên ku di derheqên elewiyan de pêk tê, Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan ya Sûriyê Evîn Cumaa ji Rojnameya me re axivî.
Evîn Cuma diyar kir ku komujiyiyên ku li ser sivlan tê kirin ne tiştekî nû ye û wiha got: “Komên çekdar yên girêdayê HTŞ`ê bi êrişên xwe yên dijmirovî komkujiyî li dijî elewiyan pêk tînin. Her wiha ev ne komkujiya yekem e ku em matmayî bimînin, ji destpêka kirîza Sûrî bi hezaran komkujî li ser sivîlan pêk hatin û her car jî dewletên cîhanê xwe kor û lal dikin. Belê em di roja îro de jî dibînin ku çawa komên çete yên girêdayî HTŞ`ê bi henceta bermahiyên rêjîma berê komkujiyên dijmirovî pêk tîne. Qaşo HTŞ`ê bi navê îslamê tevdigere û dixwaze di Sûriya nû de aramî û aşîtî ava bike, aceba aramî û aşîtiya ku behsê deke kuştina sivîlan e ku jin, zarok, kal û pîr bê navber bi dilekî sar wan dikujin. Ev di zagonan de sûcên pir giranin û hisabên wê jî pêwîste giran were dayîn. Êdî bila dewletên navneteweyî hisab bixwaze û bi taybet ev rêxistinên mafê mirovan û zarokan li ku ne, çima xwe bê deng dikin? Ji bo berjewandiyên xwe normal ku xwîna gel were rijandin, lê tenê bila tiştek bi berjewandiyên wan newe. Ev ne nîzîkatiyeke mirovî ye, pêwîste hisab ji van komên çete were xwestin.”
‘Gunhê herî mezin bêdengî û nederxistna rastiyê ye’
Evîn Cuma di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Komkujiyên ku li Sûriyê li hemberî civaka elewî hatine kirin, hovîtiya ku li hemberî jinan û zarokan hatî kirin, tenê şer nîne, dijminahiya mezhebê ye jî. Ev zihniyet mîna zilma ku duh DAÎŞ’ê li dijî Kurdan, Kurdên Êzidî, Xrîstiyan û gelek civakên baweriyên din pêk anî ye. Niha jî heman fikrê tarî careke din derketiye holê. bêdeng mayîn guneh e. Eger em îro bêdeng bimînin, sibe wê dora bawerî û gelên cuda jî were. Pêwîsta rêxistinên mafê mirovan nebin hevkarê zilmê, zalim kî dibe bila bibe em li dijî bisekinin. Li dijî vê hovîtiyê tevahî misilman, her kesê ku dibêje ez mirov im, mekanîzmayên mafên mirovan ên navneteweyî, saziyên dînî û her kesê xwedî wijdan divê têbikoşe. Divê ji bîr nekin ku ev bêdengî wê zilma li dijî civaka elewî mezin bike, em li dijî vê zilmê dengê xwe bilind bikin.”
‘Pêwîste di aliyê zagonî de hisab ji van komên çete were xwestin’
Evîn Cûma wiha domand: “Hêzên navneteweyî hewl didin HTŞ’ê li Şamê rewa bikin û herêmê li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Ji ber vê yekê hemû hêzên navneteweyî li pêşberî ewqas komkujî û zilma dijî mirovahiyê bêdeng dimînin. Ev desthilata paşverû û dijminê jinê ku îradeya gelên Sûriyê paşguh dike û bi polîtîkayên xwe yên komkujî û çewisandinê nikare siberojeke bi hêvî pêşkêşî gelên Sûriyê bike. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin û dewletên navneteweyî dikin ku li hemberî zilma li ser Elewiyan tê kirin xwe bê deng nehêlin û pêwîste di aliyê zagonî de hisab ji van komên çete were xwestin. Ev şer ne tenê li dijî gelên li Sûriyê û herêmê ye, li dijî hemû rûmeta mirovahiyê ye. Em hikûmeta cîhadî li Sûriyê û dewleta şerîetê ya ku ew temsîl dike red dikin! Li hemberî komkujiyên li Sûriyê em li cem civaka Elewî û hemû gelên bindest in. Em zilm û her cure terorê şermezar dikin.”