Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tu kes nikare vîna gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişkîne’

11/03/2025
in NÛÇE
A A
‘Tu kes nikare vîna gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişkîne’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rojnamevan Zîlan Hemûş diyar kir ku bi dirêjahiya şoreşê û heya îro, gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûd rastî dorpêçê hatiye û got, “Civakê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî li dijî rêjîmê û çeteyan li ber xwe daye. Wê tu kes nikaribe vîna gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bişkîne.”

Şêxmeqsûd û Eşrefiyê du taxên kurdan ên bajarê Helebê ne, dema ku Şoreşa Rojava dest pê kiriye xelkên her du taxan rastî zextên rêjîm û komên çete hatine.

Derbarê rewşa xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, zexta ku dibînin hem jî li hemberî wê berxwedaniya civakê, rojnamevan Zîlan Hemûş ku li Şêxmeqsûd dijî ji rojnameya me re axivî.

‘Ji destpêka şoreşê ve Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rastî zextê dihatin’

Zîlan da zanîn ku ji destpêka şoreşê ve rêjîmê û komên çete zext li welatiyên Şêxmeqsûd û Eşerefiyê kirin û wiha got: “Dema ku behsa Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tê kirin, kelha berxwedaniya bi salan dikeve hizra me. Wekî em dizanin ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta roja îro herdu taxên kurdan; Eşrefiyê û Şêxmeqsûd rastî êriş, şerê taybet, zext, ambargo û astengiyan ji derdor ve hatine. Di sala 2013’an de komên çete êrişî her du taxan kir, di wê demê de welatiyên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd koçber nebûn, bi awayê Şerê Gelê Şoreşgerî bersiva êrişan dan. Herwiha sala 2016’an dîsa 28 tabûr çeteyan ji hemû aliyan ve êrişî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di wê demê de civakê ji hêla leşkerî, parastina cewherî, siyasî, aborî û hwd… xwe bi rêxistin kirin û li taxên xwe berxwedaniyeke dîrokî kirin. Dema ku Efrîn hat dagirikin, beşek ji xelkên wê derbasî Helebê bûn û hin jî li Şehbayê man, di wê demê de tevahiya Helebê di destê rêjîmê de bû, ji bilî Eşrefiyê û Şêxmeqsûd. Lewma jî ambargoyeke mezin û giran ji hêla rêjîma Beisê ve li ser gelê kurd ên her du taxan dihat meşandin.”

‘Bi guhertina rêjîmê re tiştek nehat guhertin’

Zîlan Hemûş diyar ki ku bi ketina rêjîma Beis re tiştek nehate guhertin, ji ber ku her du bi yek hişmendiyê ne û wiha domand: “Rêjîmê bi siyaseta dorpêçiyê û qutkirina jêderên  jiyankikirinê li ser gelên me xwest ku vîn û berxwedaniya civakê bişkîne û gel xwe teslîm bike. Lê di wan şert û mercên de yên ku gel tê re derbas dibû, berxwedaniyeke bêhempa hat meşandin. Bi taybet di mehên zivistanî de, gel ji debarên jiyanê, wekî sotemenî, xwarin, vexwarin, şîrê zarokan bêpar bûn, ev pirsgirêk jî her sal dubare dibûn. Rêjîma Beis, li dijî debarên jiyana gel disekinî, lê gelê me li hemberî vê yekê, li ber xwe dida. Piştî ewqas berxwedanî, rêjîm hilweşiya, rêjîm hat guhertin, Essed çû Ebû Mihemed Elcolanî hat, lê tiştek nehat guhertin. Ji ber ku niha hewldan hene ku komên çete weke Emşat û Hemzat bikevin Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin û bixin bin kontrola xwe. Lê gelên me li gel hêza xwe, berxwedaniyek dan meşandin, parastina taxên xwe kirin û karîbûn vê êirşê vala derxînin. Sedem ew e ku bi ketina rêjîmê re civakê li her du taxan ketine seferberiyê û rewşa ewarte ragihandine, civak xwe ji hemû waran ve xwe bi rêxistin kir û piştgiriya hêza parastinê dike.”

‘Tax taxên me ne, çi dibe bila bibe em dernakevin’

Rojnamevan Zîlan Hemûş destnîşan kir ku Eşrefiyê û Şêxmeqsûd taxên kurdan in, wê li nik hêza xwe parastina axa xwe bikin û wiha axivî: “Bi dirêjahiya deh salên bûrî re çeteyan xwestin bikevin taxên me, hewl didan mîna kiriyarên li ser gelê Efrînê dan meşandin, li Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê dubare bikin. Îroj heman yekê dixwazin, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin mîna Efrînê dagir bikin û kiriyarên xirab pêk bînin. Berî demekê me dît ku dewleta Tirk a dagirker êrişî bendeke kontrola Hêzên Ewlekariyê ya Eşrefiyê kir û di encamê de du endamên Asyîşê şehîd bûn û hinek din birîndar bûn. Tu kes nikare vîna gelê Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê bişkîne. Îro gelê me biriyar daye li gel hêza xwe ji bo parastina taxên xwe bike. Ev tax taxên me ne, çi dibe bila bibe em ê li ser erda xwe bijîn û bi çi awayî be em ê ji taxên xwe dernekivin. ”

Post Views: 68
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
Hemû cureyên wêjeyê dinivîsin yekê jî nabin serî
QUNCIK NIVÎS

Cejna Zimanê Kurdî..Ne Rojeke, Hemû Rojên Salê

14/05/2025
Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…
ÇAND Û HUNER

Li ser zimanê Kurdî hin rist û gotin…

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.