Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Elewiyên gundê Zihîriyê kiryarên li dijî elewiyên li beravê şermezar kirin

11/03/2025
in NÛÇE
A A
Elewiyên gundê Zihîriyê kiryarên li dijî elewiyên li beravê şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêamn/Dêrik       

Elewiyên gundê Zihîriyê yê bi ser bajarê Dêrikê ve ji bo piştgiriya Elewiyên li beravê û şermezarkirina kiryarên li djiî wan li bajarê Dêrikê daxuyaniyek dan.

Elewiyên gundê Zihîriyê yê bi ser bajarê Dêrikê ve, ji bo piştgiriya Elewiyên li beravê û şermezarkirina kiryarên li djiî wan li navenda Ciwanan a bajarê Dêrikê daxuyaniyek dan. Daxuyaniyê bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser û endamên Meclisa Olî ya bajêr pêk hat.

Herwiha berî dayîna daxuyaniyê xuleyeke bêdengî li ser giyanê elewiyên ku jiyana xwe ji dest dane hate rawestandin. Paşê bal hat kişandin li ser herêma ku gelê Elewî tê de jiyan dikin ku çawa rastî êriş û binpêkirinan ji aliyê hikumeta demkî ve tên. Herwiha li ser elewiya di bin navê paqijkirina herêmê ji bermahiyên rejîma Bees komkujiyan pêk tînin. Ev tiştên ku tên kirin li dijî gelê Elewî di Sûrî de li dijî zagonên navnetewî ye, ji ber ku gelek kes jiyana xwe ji dest didin bê sûcin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser êriş û kumkujiyên ku pêk tên û wiha gotin: “Em îro li vir disekinin da ku biştgiriya xwe nîşan bidin ji gel re ferq nake ji çi netewî be, pêwîst e mafê her kesekî were parastin û pêwîst e hemû netew rajin barê parastinê. Em bang li Netewên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan dikin ku li dijî van kiryaran bisekinin û kesên ku van sûncan dikin werin dadgehkirin, da ku her kes zanibe kesê ku van kiryaran dike bê ceza namîne. Em di wê bawriyê de ne ku wekhevî bingehê avakirina pêşerojeke aşîtî û aram e.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî ku me hevdîtina fermendar Mezlûm Ebdî dît em bêdeng man ji ber ku em di wê baweriyê de ne ew ê helbet ji bo tevahî netewan çareseriyê bibîne. Herwiha em hêza wî li beravê dixwazin ji ber ku ew ê yê ku wê maf bide her netew û her kesî û xwedî li dengê gelê xwe derdikeve.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.