Ronaz Silêman/Qamişlo
Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê derbarê sûcên ku li berava Sûriyê pêk tê, daxuyaniyeke nivîskî li navenda giştî ya PYD’ê ya Qamişlo da.
Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi tevlîbûna sazî û rêxistinên jinan daxuyaniyeke nivîskî bi zimanê erebî di derbarê sûcên ku li berava Sûriyê pêk tê, li navenda giştî ya PYD’ê ya Qamişlo da.
Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Piştî ku rejîma Esed hate hilweşandin, Sûriyê bû şehidê gelek guhertinên bingehîn. Herwiha gelê Sûriyê hêviyên mezin dihewandin ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û nenavendî ku mafên hemû Sûriyan ên ku ji wan hatine standin bêyî dûrxistin û biçûkkirina tu pêkhateyan, garantî bike, da ku karibin Sûriyê ji nû ve ava bikin. Lê di van demên dawiyê de Sûriyê rastî kiyarên herî hovane ji komkujiyên komî ên ku mezheba elewî dike armanc li ser destê komên çekdar ji Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê di bin behaneyên cûda ku sivîlên bêguneh bi bermahiyên rêjîmê tometbar dikin da ku komkujiyên bêserûber rewa bikin.”
Daxuyanî wiha hate domandin: “Tişta ku îro li Sûriyê ji komkujiyên komî, armanckirina zarok û jinan diqewime, tawanên şer ên rastî ne û binpêkirina hemû pîvanên yasayî yên navdewletî ne.”
Daxuyanî wiha hate qedandin: “Em weke Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê hemû cûreyên kîndarî û tundiya mezhebî ya ku li Sûriyê rû dide, şermezar dikin û banga cezakirin kesên sûcdar bi van komkijiyan û xwînrijandina gelê Sûriyê di dadgehên navdewletî de, dikin. Herwiha em hişyariyê didin li hember aloziyeke mezin a ku dê Sûriyê vegerîne ber perçebûn û hilweşandinê. Di heman demê de em bang li civaka navdewletî, rêxistin û tevgerên jinan û rêxistinên mafên mirovan dikin ku helwestên tund û zelaltir derbarê van komkujiyên ku li ser mezheba elewî pêk tên, nîşan bidin. Herwiha em banga giftigûyê ji bo çareseriyeke siyasî ku ne bi leşkerî be, ji bo parastina hemû pêkhate û olên di Sûriyê de dikin.”