Hêvî Keleş/Qamişlo
Birayê hunermendê nemir Mihemed Şêxo, hunermend Beha Şêxo diyar kir ku Mihemed Şêxo xwediyê gewriya zêrîn e û wiha got: “Bandora hunera Mihemed Şêxo heta niha jî piştî 36 salan ku koça dawî kiriye jî hîn bandorek wî li civakê heye.”
Hunermendê nemir Mehemed Şêxo, di sala 1948’an de li gundê Xecokê yê girêdayî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Jiyana zehmet hê di temenê piçûk de rûyê xwe nîşanê Mihemed Şêxo dide. Ji ber xizaniya malbatê ji xwendin û perwerdeya li dibistanan bê par dimîne
Wî bindestiya welatê xwe wek feqîrî ditît. Ji ber vê jî hê di salên ciwantiyê de jiyana xwe jî li gorî berjewendiyên welat û gelê xwe saz dike. Ji bo vê yekê jî her tim dikeve nav lêgerînekê. Ev lêgerîna wî di heman demê de lêgerîna bersiva hestên di dil û mêjiyên wî de bû.
Piştî ku wî di sala 1969’an de xwe di warê tembûrê de pêş dixe gund bi gund digere û tevlî şevbêrk û şahiyan dibe. Bi vê yekê ve piçek din xwe nêzî xeyalên xwe dike. Lêgerîna Mihemed Şêxo ya huner û jiyanê, piştî demekê berê wî dide Lubnanê. Li vir bi hinek hunermendan re Koma “Serkeftin” a muzîkê ava kir. Bi deng û hunera xwe di demek kurt de li Lubnanê gelek tê nasîn. Piştî ku bi hunermendê navdar ê Lubnanî Feyrûzê re têkiliya wî çê dibe, ji bo wî jî serdemek nû destpêdike. Ji Feyrûz gelek sûd digire, hunera Feyrûz li ser wî bandor dike û ev yek jî wek hilberînên erênî di hunera Mehemed Şêxo de xwe dide der.
Di sala 1972’an de piştî şerê Lubnanê Mihemed Şêxo vedigere welatê xwe Qamişlo. Bi alîkariya çend hevalên xwe komek muzîkê ava dike. Lê desthilatdariya Sûriyeyê nahêle ev kar bidome. Li pey vê ew tev li şahiya Newrozê dibe, deng û awaza wî derbasî dilê herkesî dibe.
Stranên ku di qadên Newrozê de tîne ziman bi agirê Newrozê re hestên gel coş dike. Her sitranên ku tîne ziman, di naveroka xwe de rastiyeka jiyana gelê wî vedigot. Lê piştî demekê zext û pêktiyên li dijî nasname û gelê wî pêk dihatin, li dijî hunera Mehemed Şêxo jî destpê dikin. Sitranên wî rastî astengî û qedexeyên rejîma Sûriyeyê tê. Li ser vê yekê hunermendê nemir di sala 1973’an de berê xwe dide Başûr û diçe Bexdayê.
Strana yekemîn “Bexçê Gula” li vir çêdike. Li Bexdayê di radyoya dengê Kurdistanê de distirê, tevlî mîhrîcana hunera kurd dibe. Di van xebatên hunerî de têkiliyên Mehemed Şêxo bi Mehemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Tehsîn Taha û gelek hunermendên din re çê dibe. Her têkiliyên ku çê dibin, bandoreke erênî li ser hunera wî dike. Ji şêwe û hunera hevalên xwe yên hunermend sûd digre.
Piştî demên li Başûr ew berê xwe dide parçeyek din, diçe Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahabadê. Di qampa penaberan de bi cîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe û dîplome distîne. Ew li Rojhilat pêşengên serhildanên gelê kurd Qazî Mehemed û Simko di sitranên xwe de bi bîr tîne. Piştî vê sekna wî rêveberiya Îranê Rojhilat jî lê teng dikin, her tim wî û malbatên welatparêz aciz dikin. Di encama zextên ku pêk tên de wî sirgûnî cihekî dûr dikin. Li cihê ku tê sirgunkirin di dibistanekê de dibe mamosteyê ola îslamê. Di vê dibistanê de şagirtê bi navê Nesrîn Melekê nas dike û sala 1977’an da pê re dizewice.
Piştî salên bi zehmet ên li Rojhilatê Kurdistanê, di sala 1983’an de vedigere welatê xwe bajarê Qamişlo. Piştî ku vedigere xaka Rojava wekî ku zanibe dê zû ji nava me koç bike, di 41 saliya xwe de bi hemû hêza xwe bi hilberîna hunerî re eleqeder dibe. Di encama van xebatan de 14 berhemên nemir diyarî gel û netewa xwe dike. Di 9’ê Adara 1989’an de li bajarê Qamişlo diçe ser dilovaniya xwe.
Di derbarê salvegera wefata Hunermendê kurd Mihemed Şêxo birayê wî Hunermend Beha Şêxo ji Rojnameya me re axivî.
Beha Şêxo da zanîn ku Mihemed Şêxo bandoreke mezin li gelê kurd û hunermendên kurd kir û wiha domand: “Bandora Mihemed Şêxo li nifşê me û li nifşê nû heye, stran û awazên wî hîn zindî ne di mejiyê gelê kurd de. Bandora hunera wî li min gelekî hebû, ew weke mamosteyê min bû, herwiha ji kesayeta wî ya civakî min gelek tişt jê wergirtin. Ew rêka ku tê de dimeşiya di karê xwe yê hunerî de û helwestên xwe yê netewî de,ez pê ve hatim girêdan mîna gelek Kesan bê guman bandorek wî ya mezin hebû. Piştgiriyek mezin dida min û min pê re gelek stran tomar kirine.Bandora wî hem di naveroka stranên wî hem jî di lodiyên wî û awazên wî li min hebû.”
Beha Şêxo diyar kir ku Mihemed Şêxo xwe hunermendekî Kurdistanî didît, herwiha xwedî helwest bû û axaftina xwe wiha qedand: “Dema tu vedgere jiyana Mihemed Şêxo ku xwe wekî hunermendekî Kurdistanî li xwe mêze dikir û di warê pratîk de ew gav davêtin. Mihemed Şêxo cudabûn li cem tune bû, beriya ku stranan li ser welatê xwe Qamişlo çêke, li ser Mehabad, Amed û Hewlêrê çêkiriye. Mihemed Şêxo di destpêka hunera wî de hat hezkirin ji ber stranaên wî xwedî wate bûn, kêşeya ku Mihemed Şêxo hilbijartiye û kiriye stran bi kêşeya miletên wî û welatê wî girêdayî ye. Bêguman dema tu birîna miletkî dibêje û dermanê wê jî ew milet wê wan stranan zindî bihêle. Dema sax bû ew û hunera xwe zindî bûn, dibistana ku Mihemed Şêxo afirandiye dibistanek taybet pê ye, jenîna tembûrê taybet pê ye wek kesayet, stran û awazên wî dubare nabe. Ev nifşê nû yê keç û xort ku Mihemed Şêxo nedîtine ku bi tenê pê bihîstine û lê guhdar kirine bi stranên wî têne girêdan û wan zindî dikin bi dengê xwe. Bi sedê hunermenda stranaên wî nûjen dikin lê belê stranên wî ji xwe ve jî hîna zindî ne.”