Amara Baran/ Qamişlo
Rojnamevan Emrullah Acar diyar kir ku dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze rastiyê berovajî bike û wiha got: “Pêwîste em îro ji her demê zêdetir dengê civakê ragihînin cîhanê.”
Girêdayî hedefgirtina rojnamevanan, rojnamevan Emrullah Acar bersiva pirsên Rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
Armanca dewleta tirk ji hedefgirtina rojnamevanan çi ye?
Ne tenê dewleta Tirk hemû dewletê netewperest çapemeniyê ji bo xwe wekî tehdîd dibînin. Lê belê hemû çapemenî yan jî rojnameger ji bo dewlet netew ne tehdîdin. Du beşên rojnamegeran ên çapemeniyê hene. Yek jê ragihandina Azad e, ya din jî çapemeniya ku girêdayî pergalê ye. Ji bo hemû dewlet netew û diktatoran Çapemeniya Azad tehdîd e. Çima tehdîd e? Ji ber ku çapemenîya azad dengê rastiyê, gelan û xwezayê ye. Di sala 1990’î de çapemeniya azad li hemberî hemû gefan dest bi weşanê kir û rastiya gelê Kurd bi cîhanê re parve kir. Ji ber vê yekê gelek rojnameger mîna Apê Mûsa, Huseyîn Deniz, Kemal Kiliç, Yahya Orhan, Hafiz Akdemir bi hovane hatin qetilkirin. Wê demê hêzên tarî xwastin ragihandina Azad ji holê rakin û metingeriya xwe misoger bikin. Lê çapemeniya azad li hemberî hemû êrîşan li ser lingan ma û hate roja îro. Îro ragihandina azad ji her demê xortire. Ji bo vê yekê dîsa rojnameger tên hedefgirtin.
Çapemeniya azad çiqas bandor li cîhanê kiriye ku ji aliyê desthilatdaran ve tê hedefgirtin?
Çapemeniya Azad dema dest bi xebata xwe kir ne digihîşt her derî. Ji ber ku derfeta salin 90’î ne guncaw bûn nûçeyên wê pir belav nedibûn. Lê piştî ku televîzyona Med Tv vebû êdî dengê gelê Kurd gihîşt hemû cîhanê. Bandora wê pir mezin çêbû, ji ber ku dema li hemberî gelê kurd dewletên navnetewî planên komployê xistin merîyetê, pêşî êrîşî ragihandinê kirin. Gelek caran televîzyon û rojname hatin girtin, hatin bombebaran kirin. Ev êrîş bandora çapemeniya azad dide nîşandan. Îro jî bi heman destûrê êrîşî li ser çapemeniya azad berdewam dikin. Li Bendava Tişrînê şerekî dîrokî tê meşandin. Dema şer li bendavê dest pê kir gelek nûçeyên derew ji aliyê ragihandina girêdayê dewleta tirk ve hatin parvekirin. Xwastin rastiyê berovajî bikin, lê Nazim Daştan û Cîhan Bilgin rê nedan vê yekê. Nûçeyên Nazim û Cîhan li hemû derê belav bûn û bandoreke mezin çêkir. Ji ber vê yekê ji aliyê dagirkeriya tirk ve hedef hatin girtin û qetilkirin. Her wiha Egîd Roj û Azîz Koylüğlu jî ji bo vê yekê hatin qetilkirin. Îro çavê cîhanê li ragihandina Azad’e, ev jî bi saya Nazim, Cîhan, Azîz û Egîd.
Dewleta Tirk di aliyê hedefgirtina rojnamevanan de hemû zagonên navnetewî binpê dike û hedefgirtina rojnamevanan sucên dermirovî ne, lê sedem çi ye ku dewleta Tirk nayê darizandin?
Heya îro dewleta tirk gelek caran di şerê li hemberî PKK’de çekên kîmyawî bi kar anîn e, ev sûcê şer e. Bi dîmen û agahiyan ev yek hate îspatkirin, lê nehat darizandin. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyêyê ev 14 salin ku şer heye. Di van 14 salan da gelek caran dewleta tirk sivîl bombabaran kirin û qetil kirin. Cihên xizmetguzarî hatin bombebaran kirin. Ev jî sûcê şere, lê ji bo darizandina wê çi dewlet gav navêt. Heya îro dagirkeriya tirk gelek sûcên şer pêkanîne, lê nehatiye darizandin. Êrîşkirina rojnamevanan jî sûcên dijmirovîne, lê mixabin li hemberî vî sûcî dengek bilind nebû. Gelek kesên ku dibêjin em demokratîkin, lê dema mijar dibe Kurd nabînin, nabihîzin û xwe nezan dikin. Li cîhanê gelek saziyên rojnameger hene. Li Filistînê jî rojnameger tên qetil kirin. Li tirkiyê jî gelek sazî hene, tenê saziyên wekî DFG, MKG, DİSK Basin-bertek nîşan didin û daxuyanîya didin. Lê gelek dezgehên ragihandinê yên ku xwe wekî bê alî pênase dikin bê deng dimînin û wekî nûçe jî derbas nakin. Ev bêdengîya cîhanê û herêmî hêz dide dewleta tirk ku rojnamegeran hedef bigire.
Dewleta tirk ji derveyî êrîşên çekdarî bi rêya ragihandinê şerê taybet dide meşandin hûn vê yekê çawe dinirxînin?
Şerê teybat bi gelek awayan tê meşandin û ev salên dirêje şerê teybet tê meşandin. Di nava şerê teybet de şerê derûnî yê herî ku tê bikaranîn jî li pêş tê girtin. Ji bo civakê ji rastiyê dûr bixe ev rêbazê şer hertim tê meşandin û ji bona vê yekê gelek televîzyon û rojname ji bona vê armancê weşanê dikin. 24 demjimêran karê wan nûçeyê derew û ji rastiyê dûr belav bikin. Li Almanya dema Hîtler’de Joseph Goebbels hebû, Goebbels dibêje ku: Derewên ku werin dubarekirin piştî demekî dibin rastî. Dewleta tirk jî ev destûr ji bo xwe hilbijartiye û her roj derewan dubare dike. Armanca dubarekirinê rastiya berovajîkirine. Lê ji ber ku Çapemenîya Azad îro heye ew nikarin bighêjin armanca xwe. Di vê demê de û ji ber ku şerê teybat kûrtir bikin êrîşî çapemeniya azad dikin. Neha gelek hevalên me yê rojnameger di girtîgihandene, her oj rûpelên me tên qedexekirin ev jî rêbazekî şerê teybete ku li ser civakê tê meşandin.
Erka ragihandina azad li hemberê êrîşen li ser rojnamevanan çi ye?
Erka çapemeniya azad îro ji her rojê zêdetir e. Gelek qonaxên dîrokî hatin derbaskirin îro em di qonaxa herî girîng de ne. Çapemeniya Azad bi dirûşmeya emê rastiyan hertim bighînin civakê destpêkir û erka wê ya herî bingehîn jî ev e. Heya îro jî li hemberî çapemeniya azad gelek êrîş çêbûn, lê tu carî nekarîn dengê rastiyê bê deng bikin. Di sala 1994‘an da rojnameya Ozgur Gundemê hat bombabarankirin, lê piştî rojekî bi 4 rûpelan rojname careke din dest bi weşana xwe kir. Bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin, lê îro bi sedan rojnameger li ser şopa wan kar û xebatê dikin. Erka rojnamegerên kurd ew e, ku nehêlin pênûs û kamîreya rêhevalên wan li erdê bimîne. Herwiha pêwîste ku em îro ji her rojê zêdetir dengê civakê ragihînin cîhanê.