Lîloz Hisên/ Qamişlo
Her sal li seranserî cîhanê 8’ê Adarê weke roja jinan a cîhanî tê pêşwazîkirin. Mebest ji vê rojê balkişandina li ser kedxwarî û bê mafiya sîstema desthilatdar a li cîhanê ye.
Çîroka vê rojê jî vedigera sala 1857’an, ji fabrîqeya tekstîlê ya bajarê New Yorka Amerîkayê dest pê dike, di fabrîqeyê de bi dehhezaran jin û mêr kar dikirin, lê ji ber kedxwariyê û seetên kar yên zêde ji bo jinan, jinan serî rakir. Di 8’ê Adara 1857′an de 40 hezar karker ji bo heqdestê xwe bistînin di fabrîqeyê de dest bi gireva giştî kirin, polîsan êrîşî karkeran kir û derî li ser jinên karker ên di fabrîqeyê de bûn girtin, di encamê de di fabrîqeyê de şewat derket û 129 jin di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Tevî bûyera xemgîn çalakiya jinan dighêje armanca xwe û dengê jinan bilind bû. Ked, kîn û hêrsa jinan li Ewropayê belav bû.
Dîroka 8’ê Adarê
Di sala 1910`an de sazyiyên enternasyonalîst yên jinan li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hatin cem hev. Clara Zetkîn pêşniyar dike ku roja ji aliyê jinan ve bi berxwedaneke bi rûmet pêkhatî weke Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê were qebûlkirin, ev pêşniyar ji hêla nûnerên tevlî civînê buyîn ve tê pejirandin. Roja jinên kedkar heta sala 1975`an tenê ji aliyê jinên kedkar ve li gora cewherê wê dihat pîrozkirin, lê di 16’ê kanûna 1977`an de NY 8`ê Adarê weke Roja Jinên Cîhanê îlan kir.
Li piraniya dewletan, bi çalakiyên çandî û organîzekirina meşan, nîqaşên li ser dozên jinan tê pêşwazî kirin, wekî din balkişandina ser jinên pêşeng di tevahî qadan de. Di cîhana erebî de, roja 8`ê Adarê gelek sembolên taybet digre nava xwe, di çarçoveya veghuertinên siyasî û civakî nîqaşên domdar ji bo dozên jinan têne kirin, tevî pêşketina di warên siyasî, aborî û perwerdeyê de, lê hîn jî êşê dikşînin ji paşguhkirin, tundî û cudabûnê.
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinê roleke giring lîst di şoreşê de, jinê cihê xwe di gelek qadan de girt weke aliyê siyasî, leşkerî û aborî. Jinan di vê herêmê de pêşengtiya xwe îsbat kir, gelek saziyên jinan hatin ava kirin, qanûnên ku mafê jinan misoger bike û parastina wê ji tundiyê bike hatin derxistin. Jin li hemberî DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker xwedî helwesteke hevbeş bûn, îro ev berxwedan li hemberî hemû cûreyên zilm, koletî û dagirkeriyê dewam dike. Tecrûbeya jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku bibe nimûneyek ji bo giştî herêmê.
Jina Kurd bû çavkaniya têkoşînê
Jina ku li hemberî koletî, zilim û dagirkeriyê rû bi rû ma ji hêla zihniyeta zayendperestî ve têne hedefgirtin. Ji têkoşîna jinên karker û ji Roza Loksumborg bigre ta Leyla Qasim. Ji Sara, Fîdan, Leyla ta Evîn û ji Jîna Emînî ta Jiyan û Nagîhan.
Jina kurd bi cihgirtina nava şoreşê de jiyanek nû di bin banê fikir û felsefeya rêber APO de li Kurdistanê neqişandin. Jinên Kurdistanê xwe kirin artêş, partî û îro li tevahî cîhanê, têkoşîna wê ji bo hemû jinan bûye çavkaniya berxwedanê.
Rêber Apo ji bo vê rojê dibêje:
“Beriya her tiştî ez ne qayîl im ku tenê 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê.
Şertekî jêneger ê jiyanê ye ku hemû roj bi jinan û bi jinên azad re bin.
Ev ji bo min qadeke xebatê ye ku her diçe lê hûr dibim.”
Pirsgirêkên li hemberî jinan
Tevî pêşketina balkêş ya ku jinan bi dest xistiye, lê hîn jî jin di cîhanê de rû bi rûyê pirsgirêkên mezin tê û bi milyonan jin di nava malbatê û hem jî di kar û civakê de rastî tundiya fîzîkî, derûnî û aborî tê.
Di warê siyasî de kêmbûna nûnertiya jinê di seranserî cîhanê de heye, tevî hebûna jinên pêşeng li hin dewletan, lê nûnertiya wê di perlamantoyan û hikumetan de kêm e. Ev mijar bandorê li ser avakirina biryarên taybet yên girêdayî jinê dike. Wekî din pirsgirêkên çandî û civakî bandoreke pir mezin li ser jinan dike, ji ber ku di hin civakan de hîn adetên kevin diparêzin û ev yek azadiya jinan sînordar dike.
Piştgiriya jinê ji hêla civakê ve
Bidestxistina wekheviyê ne tenê dikeve ser milê jinê, lê berpirsyariya civakê bi giştî ye, divê mêr beşke be di vê mijarê de û ji bona ku jin azad bibe destek û têkoşînê bike, rûbirûbûna cudahiyê û tevlîbûna avakirina civakek bi edalet, herwiha hikumet, kampanî û saziyên perwedê jî divê roleke giring di xurtkirina wekheviyê de bilîzin.
Pîrozkirina vê rojê ne tenê adetek salane ye, lê ew derfeteke ji bo guhertinê û bandorê li ser civakê dike, mirov kare vê rojê weke hişyarî bike ji bo nifşên nû, pênasekirina giringiya wekheviyê, jinan taşwîq bike da ku daxwaza mafê xwe bikin herwiha destkeftiyên ku jinan bidest xistine bînin ziman da ku zêdetir xebatên xwe berdewam bike ji bo pêşerojek bi ronî.