Asya Weşûkanî
Weke ku têye zanîn di dîroka gelê Kurdistanê de, meha Adarê gelekî giring û bi wateye. Û gelê Kurd weke netew di vê meha biharê de, gelek salrojên wiha zor û tirajîk jiyan kirine. Lê gerek neyê ji bîrve nekin ku gelê Kurdistanê divê heyva, demsala biharê de gelek rojên serfiraziyê jî jiyan; kirine û weke gelê wêrek, comerd û aşîtî xwaz di nava gelên Rojhilata Navîn, de hatine naskirin û jiyan kirine. Mirov dikare bibêje ku ji netewa Kurd re weke, diyalektîkekê hatiye jiyan kirin. Û her di dîroka xwe de rojên xweş û nexweş weke du cêwiyan bi hevre, jiyan kiriye û hîna jî jiyan dike lê ya herî giring jî ewe; ku di dawiya sedsala 20 an de ji wê rewşa xwe ders, derxistiye û tekoşîna dawî lêhanîna wê rewşa tirajîk tîne.
Di serhildana Agiryê de ya bi pêşengtiya paşa Îhsan Nûrî û Biroyê Heskoyê Têlî de û bi taybet jî, piştî şikestina serhildana gelê Kurd ya bi heybet û nav û deng; dewleta Tirk li ser çiyayê Agriyê bi xêzên qalind nivîsand û wiha got: Kurdistan li vir hatiye defin kirin (Kurdistan bürada meftun dır) lê weke ku, têye dîtin tevgera azadiyê ya bi pêşengtiya Rêber û sazûmanger; Abdulah Ocalan ew hevoka Tirkan a ku li ser çiyayê Agriyê, hatibûye xêzkirin vala derket û gelê Kurd ji nûde hate nûjen kirin. Rêber Apo ji ber bê derfetiya çareseriya demokratîk, bi rêbazê şoreşê dest bi çareseriya pirsgirêka netewa Kurd; kir û gîhande vê rojê. Bi destpê kirina şoreşa azadiyê gelê Kurdistanê, hinaseke aram kişand û dengê xwe bilind kir û got ku ez heme û azadiya xwe di xwazim.
Gelê Kurd bi pêşengtiya tevgera Apogerî rengê xwe, berbelavî tevahî Kurdistanê kir û roj bi roj weke; volqanekî di rûyê neyarê desthilatdar de teqiya û pêşket. Ji xwe dema ku mirov bi hurgulî lêhurbûn dike û vedigere dîrokê, dibîne ku heqîqeta şoreşê di qelîştokên dîrokê de veşartiye û ji wê; zêdetir jî mirov heqîqeta veşartî hîn baştir dibîne û famdike. Bi rastî ti kesî bawer nedikir ku wê rojekê gelê Kurd, bigihêje vê pileya bilind a pêşketinê û niha jî pêşketina civaka Kurd weke; mûcîzeyekê têye destgirtin. Piştî ku 28 serhildanên Kurdan binkeftin jiyan kirin û dewleta, Tirk ew di komkujiyan re derbas kirin gelê Kurd li hemberî xwe û pêşeng û rêberên xwe; bêbawer ketibûn û xwe ji qedera xwe re razandibûn. Lê piştî wan 28 serhildanan careke din civaka Kurd, baweriya xwe bi xwe anî û bi pêşengtiya kmeke ciwanên; Kurd û di nava dilê dewleta Tirk de weke fîdanekê, şînbûn û roj bi roj geşbûn û şaxê xwe li çar perçeyê welat belav kir.
Li ciyekî weke Enqerê paytexta Tirkiyê û di nava mejiyê, dewletê de zanîngeha Hac Tepe de xwe bi rêxistin kirin û berbelavî tevahî; Kurdistanê bûn û koma bîrdûzî a Enqerê bi pêşengtiya Rêber Apo û ji bo ku hebûna xwe biparêzin dest bi tekoşîna çekdarî kirin. Di salên 1980 an de û bi pergala faşîst a awart re tevahî tevgerên, siyasî ketin zefta hukmê faşî yê 12 Eylulê de û gelek milîtanên; tevgera azadiyê jî ketin zindana de û rû bi rûyê her cure, zor û zextan hatin lê bi vîneke mezin û bibîr û baweriya bi serkeftinê li berxwedan. Rêber Apo sazûmanê Partiya Karkirê Kurdistanê, bi fikir û ramanên xwe yên kûr û bi textîk û pilan; tevgera xwe ji nava lepên dewleta Tirk xelas kir û derbasî saha, Suryeyê bû. Û bi demê re milîtanên xwe yên bîrdûzî kişandin saha, Filistînê û di nava Filîstîniyan de dane perwerde kirin.
Ji xwe piştî berxwedana kadroyên bîrdûzî û çalakiya 14 tîrmehê û şehadeta, wan qehremanên giranbiha, Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî, Ferhad Kûrtay û hevalên din; gerek bû ku artêş were sazkirin. Û bi pêşengtiya rêheval û fermandar Egîd Hêzên Rizgariya Kurdistanê, hate îlan kirin di sala 1984 an de çalakî hatin destpê kirin. Rêber Apo di dîroka partiyê de wiha şirove dike û dibêje, di wan deman de şerê Filîstîn û Îsraîlê hebû û me jî feyde girt û heval di wargehên wan de; perwerde kirin. Ji xwe di nevbera pergala El-Esed û Tirkiya de jî, nakokiyên li ser avê û wîlayetên Entakya û Îskenderona jî hebûn; û me jî têkiliyên xwe yên hevbeş bi pergala Suryeyê re jî danî û wan jî, çavê xwe ji mere digirt û me xwe di nava gelê Rojava de bi rêxistin kir û destek ji wan girt. Rêber Apo 19 salan li Suryeyê ma û gel perwerde kir, di pileya cebha paşde saha Rojava bi karanî û bi sedan jin û ciwan beşdarî nava şoreşê bûn.
Rêber Apo hewildaneke pir mezin kir ji bo ku, gelê Kurd bike yek û wan bigihîne serkeftinê û bi kedeke pir mezin hedef û armancê xwe; yê ji bo yekitiya gelê Kurd pêkanî. Gerek were zanîn ku meznahî, heybet, sebir, qehremanî, hostatî û zanyariya Rêber Apo û koma pêşeng a seretayî ya; salên 1974- 1984 an ji tekoşîna wan; ya zor, zehmet û bêhempa digire û weke ku Rêber Apo gotiye: Tekoşîna me ya koma seretayî weke ku, ti bi serê derziyê bîrê bikole û avê jê derîne. Û li Rojavayê Kurdistanê jî weke perçeyên din, ên Kurdistanê gel hate perwerde kirin û derfetên xwe ji perçeyên Kurdistanê yên din hîn; zêdetir bûye jî û ev jî bû sedem ku Kurdên Rojava, jî şiyar bibin û xwe binasin. Ji xwe hin berhemên çandî jî yên weke berhema, pêşengê Kurd rehmetiyê Osman Sebrî, Îhsan Nûrî paşa û mamoste Ceger Xwînê Kurdî û gelek şexsiyetên Kurd yên; şoreşger ku mîrateyeke çandî û hunerî li şûna xwe, hiştin û Rêber Apo jî bi tekoşîn û kedeke mezin gel perwerde kir û rakire ser piyan.
Gelê Kurd ê ku li Suryeyê bêdengiyek mezin jiyan dikir, bi tekoşîna Rêber Apo re ji xewa kûr şiyar bû û dest bi xebatê kir; ji xwe gelek malbatan bi destê xwe zarokên xwe diyarî Rêber Apo, kirin û hin malbatan jî 3- 4 zarokên xwe beşdarî nava tevgera azadiyê kirin. Gelê Kurd roj bi roj xwe bi rêxistin kir û gelekan ji wan, perwerde li cem Rêber Apo dîtin û hin ji wan jî derbasî çiyan; bûn û rastiya şoreşê naskirin û xwe li derûdora tevgera azadiyê, alandin û pêre bûn yekpare. Di tekoşîna gel de pir mirovên welatparêz û milîtanên, tevgerê bûn hedef û armanca pergala Bas û ketin zindanan û rû bi; rûyê zor û zextan hatin. Ji sala 1980 an de gelê Rojava li ser tekoşînê lêhurbûn, dikir û bû xwedî ezmûneke têrker ji bo ku dest bi şoreşê bike. Di 12 heyva adarê de û bi komploya ku pergala dektator a Bas, re gelê Kurd li hemberî rejîma Suryeyê serî rakir û navê wê; bû raperîna Qamişlo.
Weke ku têye zanîn gelê kurd yek ji wan gelên ku her aşîtî, xwaz bûne û bi gelên cîran re her dinava biratiyeke xurt debûne; cardin jî gelê Kurd her li kêleka gelên cîran li dijberî êrîşên, derve yekitiya xwe parastine û hêzên êrîşkar şikandine. Lê mixabin gelê Kurd her dem bi xiyanetê re rû bi rûmane û ji piştê de, hatine xencer kirin. Gelê Kurd ji destpêka dîrokê heyanî roja me ya niha, qet nehatiye dîtin ku destwerdan li mafê ti gelî kiriye; yan jî êrîşî ti welatî kiriye. Lê gelê Kurd her weke goga lingan bûye û her dem raserî koçberî, destdirêjî, lêdan û qirkirina fîzîkî hatiye û hîna jî ew qirkirina çandî berdewam dike. Û raperîna bajarê navdar Qamişlo jî a sala 2004 an jî, ya li hemberî zext û êrîşên pergala Bes û siyaseta wê ya; şovenîst û neteweperest û qirker bûye. Weke ku têye zanîn gelê kurd di nava çar dewlet netewan de, hatiye perçe kirin û di her perçeyekî de, ji hêla desthilatdarên wî perçîde têne înkar kirin û çewisandin.
Li welatê Surîyê jî gelê kurd bi wefadarî li hemberî, êrîşên derve şer kirine û welatê xwe parastine; û gelê Kurd li Rojava li hemberî serweriya hêzên Firensî, heyanî salên 1960 an de şerekî bi qehremanî kirin û û gelek şehîd jî dane. Lê piştî ku dagirkeriya Ferensî ji Suryeyê barkir, gelê Kurd ji hêla pergala demkî ya Ereb ve; ku Şerîf Huseyîn pêşengtiya wê dikir hatin înkar kirin û rû bi rûyê, tundî û qirkirinê man. Rayedarên Ereb jî teqlîda serwerên xwe yên, Ferensî kirin û siyaseta Erbûnê li ser xelkên Kurd ferz kirin. Bi taybet jî piştî ku partiya yek ya serwer Bas hate sazûman kirin. Û weke ku têye zanîn çawa gelê kurd nêzîkatiyên pergala, demkî a Suryeyê dibînin hestên wan ên neteweyetî dikeve; tevgerê de û hewildidin ku bi rêbazên cûda xwe bidin, guhdar kirin û mafê xwe yê neteweyetî bidest bixin. Û ew jî bi rêbazên serhildan û xebatên siyasî, civakî û çandî pêktînin.
Lê dewletoka netewperest û bi taybet jî ku xwe nû, sazûman kiriye li hemberî dawe û telebê gelê Kurd; ranagire û bi tundî bi ser gel de diçe û di siyaseta; xwe ya neteweperest û înkariyê de hîn zêdetir hişk dibe. Û di encama wê tundiyê de tevgera Kurd ya bi navê, Komelgeha Xwybûn di Suryeyê de dibin zextên neteweperestiya Ereb de, berbelav dibe. Ji xwe hevgirtin û famkirinek gelê Kurd a Suryayê, ya pir xurt tunebûye lê dewleta Suryeyê jî sixurên xwe; xistin nava wan de û ew ji berhev belavkirin. Ew tevger ji ciwanên Kurd pêkdihat û heyanî pileyekê jî, xwedî bandor bû di nava civakê de. Lê dewleta Suryeyê jî kete tirsa xwe ku Kurdên herêma Cizîrê, bi Kurdên Tirkiyê re bibin yek û wan tengav bikin û di encam de; gelek lîstok li ser wan pêkanîn û ew belav kirin. Lê weke têye zanîn Kurdên Rojava pir tiştên cûda ji wan, daxwaz nedikirin û amacên wan ku ên bingehîn jî ew bû; ku Sitatoya gelê kurd di Suryeyê de were nasîn û ked û berxwedana, wan were dîtin û wekheviyek di destura welat de hebe.
Û hêdî hêdî dewletê siyaseta xwe ya Erebûnê li ser kurdan, ferz kir û ziman û çanda kurdan qedexe kir. Ji xwe her tirsa pergala Suryeyê li hemberî gelê Kurd ê Rojava, hebûye û her ji tirsa xwe re rê û rêbazên cûda bikaranîne û weke ku têye zanîn; kesê pispor yê bi navê Mihemed Talib El-Hîlal ku rayedarê giştî ê herêma Cezîrê bû. Mihemed Talib ji dewletê re pêşnûmeyekê ji deh xalan, dinivîsîne û pêşkêşî dewletê dike û pêşnûmeya wî têye qebûl kirin û dikeve merîyetê de. Tekez hemû xalên pêşnûmeyê ne mijara gotinê ne, lê tişta bingehîn jî ewe ku siyaseta dewleta Suryeyê li hemberî; kurdan hîn tundtir dibe û zinara Erebî(Kemera Erebî) li ser kurdan têye ferz kirin. Û erd û milkên Kurdan ji wan digirin û didin xelkên Ereb û Kurdan, ji herêmê dur dixin û xelkên Ereb li şûna wan bicih dikin. Û mebesta wan jî ew bû ku Kurdan di nava Ereban de, bihilînin û înkara Kurdan bikin û bibêjin Kurd; li Suryeyê kêmnetewin.
Û piştî wê jî hukûmeta Şamê di tebaxa sala 1962”an de bi, derxistina biryara 93”an ku mijara serjimariyê bûye û xwestin ku bi wê; wesîleyê nasnama qedereke mezin a kurdan şewitandin. Ji bo ku piştre jî bibêjin ku ew xelkên Suryeyê, nînin û ji Tirkiyê weke koçber hatine herêmê û li ser van armancan nasnama wan Kurdên herêmê înkar kirin. Û di nava demeke kurt de nêzî 120 hezar kesan hatin tecrîdkirin, û ji nasnameya biyanî hatin hesibandin. Serjimartin bi bahaneya ku ne niştecihên resen ên Suryeyê ne. Û siyaseta bişaftin û qirkirnê wiha li ser kurd ên Rojava hate destpê kirin. Û di sala 1970”an de biryar hate pêkanîn. Guhertinên demografiyê di erdingariya Rojava de dane çêkirin. Heyanî roja îro jî xelkên kurd di dest êlên Ereb deye, Erebên Şemer. Siyaseta înkar û zordestiyê li ser kurd ên li Rojava bi destê partiya, Bas hate pêkanîn û her wiha heyanî sala 2004 an berdewam kir.
Di 12 heyva adara sala 2004”an kurd li hemberî pergala Bas, ketin tevgerê de û xwe parastin û ew rabûna gel jî bû serî rakirina li dijberî; desthilatdarî û dektatoriya pergala Beşar Elesed. Û wiha nav lêhate kirin raperîna bajarê Qamîşlo ku dewleta Basiyan, bi hinceta goka lingan dabûn destpêkirin û paşî li tevahî Rojava hate belav kirin. Mebesta pergala Bas ku di nava gelan de tevliheviyê, çêbikin û tîma cîhadê ya bajarê Qamîşlo û tîma Elfitiwayê ya; bajarê Dêrezorê de pefçûn hate çêkirin. Piştgirên tîma Elfitiwayê ku sîxorên rêjîma Bas bûn û êrîşî piştgirên tîma cîhadê kirin. Di encam de 3 ciwanên kurd di 13 adarê de hatin şehîd kirin. Paşê dema ku gel bi girseyî şehîdên xwe oxir dikirin, hêza ewlekariya Suryeyê careke din komkojiyek mezin pêk anîn. Di encam de 40 kes şehîd ketin û 500 jî birîndar bûn û bi hezaran, jî kes hatin girtin û heta niha jî rewşa wan diyar nîne.
Û bi vê sedemê gelê kurd li hemû bajarên Rojava, raperîn li darxistin û bi lez tevgeriyan. Ev yek hîşt ku serdestiya pergala Bas matmayî bimîne. Û pergala Bas têghîşt ku ruhê serhildanê li cem, gelê kurd bihêze û ji wan tirsiyan û di encama wê de; komkujî li ser xelkên Kurd pêkanîn û 50 salin ku dî înkar û qirkirinê de îsrardikin. Ger ku mirovekî Kurd di siya van çar dewletn de, bêje ku ez Kurdim mafê wî yê ti tiştekî tuneye û gelek caran jî; şansê wan ê jiyankirinê jî wê pir zehemetbe û bi hezaran ji wan, jî davêtin binê zindanan û gelek jî bi mirinê mehkum dikirin. Û li zîndanan jî raserî her cure lêdan, dijûn û bê dadwerî bi sezayên giran dihatin, sezayî kirin û bêmafî wan di binê zindanan de; dirizandin û ji mirinê re terk dikirin. Ji ber vê nav li rabûna gel hate kirin raperîna gel, wê demê serokê Suryeyê Beşar Elesed got ku; diyare ku zordariyeke demdirêj li hember vî gelî heye”û soz da ku pirsgirêka wan çareser bike. Ji xwe serok Elesed bi zimanê xwe li xwe mûkir hat, ku haya wî ji welat nîne bêka çi zordariyê li ser; gelê Kurd pêktînin û çiqasî wan azarleme dikin.
Lê belê weke ku têye zanîn tevî mûkir hatina Beşar jî, careke din di demeke kurtde raperîn hate; tepsandin û gelek mirov bûn qurbaniya nijad, perestiya wan ya reş. Û sedema tepisîna gel jî ew bû ku rêxidtineke xurt nebû ku, wan bi rêk û pêk bike û gelek partiyên kurdî ên di heremê dexwe; xwe ji ber gel dane hêlekê û ketin parastina mesleheta xwe ya şexsî de. Û hin ji wan jî li dijî xelkê hatin bi karanîn. Niha li vir gotina serokê şoreşa Araratê Îhsan Nûrî paşa tê hişê, mirov dema ku dibêje; “gelên ku dîroka netewa xwe nasneke, wê nikaribe ji bo netewa xwe jî tiştên baş bike.” Lê belê tevî ku raperîna 2004”an heta tepisandin jî, lê belê gelê kurd li Rojavayê welat ji hestê xwe yê netew;î venegeriya û pirsgirêka kurd a li Rojavayê Kurdistanê ya navnetewî hate naskirin. Û rejîma Suryeyê digot ku Kurd li welatê me tunene. Lê tekez vê raperîna gel ji her kesî re da îsbat kirin ku, Kurd hene û azadî xwazin.
Û gerek were zanîn ku raperîna gel a di sala 2004 an de, bû bingeheke pir xurt a şoreşa Bakur û Rojhilatê Suryeyê; ya sala 2012”an û siyaset û hedefên qirkirinê ya rejîma Bas a nijadperestî badilhewa çû. Di roja me ya îro de jî têye dîtin bêka pergala nû ya, cîhadîst û selefî li Suryeyê çi huneran tîne serê gelan û mezheban. Naxwe mijar tenê nijdaperestî nîne û mijara bingehîn jî ewe ku, ferzkirina hişmendiya tehekûmî ya desthilatdara ye. Weke ku têye zanîn desthilatdar bi hişmendiya xwe, ya mêrperest bi rêbazên tund û tujiyê civakê û bi taybet jî jinan; li gorî sudmendiya xwe bi karbînin û serwerê cîhanê bibin. Weke têye zanîn hêzên çete yên DAÎŞ ê hewildidan ku, dewleta Îslamê li Îraq û Suryeyê înşa bikin lê diyare ku ew jî; têrê nake û niha jî cîhadîst û selefî hewildidin ku serwerê cîhanî jî bibin.
Û bi qasî ku ez di şopînim rêveberiya nû a Emerîka jî weke bazirgan, li pey vê siyasetê ye û derî li ser piştê ji cîhadîst û selefiyan ku daxwaz û mexsedên xwe; li ser gelan pêkbînin û ji pergala hilatî ya Bas xerabtir bînin sere gel. Û tiştê ku niha têye serê xelkên Elewî jî heman tiştî tekez dike. Bi rastî kiryarên gelekî hov û dirinde di van kêliyan de, têne serê xelkên bêguneh û zemb û tenê ji ber ku Elewîne gelo? Bi rastî ew tenê nesedeme û sedema bingehîn jî ewe ku, desthilatdariya xwe xurt dikin û hewildidin ku nerazîbûna gelên; Suryeyê ya ji pergala wan ya navendî re bişkînin û serê wan bi darê zorê, bi tewînin. Ez dibêjim tekez ne Nemrûdan û ne jî Firewnan û ne Hitler û jî Sedam û Beşar, dikarî ku serê gelan bi tewîne û wê desthilata wan jî bide pey tevahî hêzên tundrew ên weke wan.
Ez dibêjim gerek tevahî gelên Suryeyê xwe bikin yek û bertekên xwe, li hemberî tundrewiya ku îro li hemberî herêmên Elewiyan têye meşandin û gerek vîna gelan; biserkeve û demokrasiya xwecihî were sazkirin û ji bo me jî ev hedef û armanca bingehîne. Ez careke din xemgîniya xwe ji bo komkujiyên ku îro li Sahilê Surî, têye pêkanîn didim nîşandan û dibêjim gelên Suryeyê werin û xwe bikin yek. Careke din ez tevahî şehîdên şoreşê û bi taybet jî şehîdên, raperîna bajarê Qamişlo bibîrtînim û bejna xwe bi hurmet û minetdarî; li hemberî meznahiya wan di tewînim û soza tolhildanê ji wan re nû dikim. Bijî Rêber APO. Bijî yekitî û xwişk û biratiya gel. Bijî yekitiya jinan û bijî yekitiya jinan, jin jiyan azadî.