Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Gelê kurd cil û bergên xwe yên resen wekî sembol dibîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her ku diçe çanda cil û bergên kurdî zindî dibe, her sal di 10’ê Adarê keç û xortên kurd cilên gelerî li bejna xwe dikin û şahiyên bedew tên lidarxistin.
Her netew bi çand, ziman û taybetmendiyên xwe yên cuda ji hev tên cudakirin. Kurd jî bi cil û bergên xwe, kevneşopiyên xwe yên cuda û zimanê xwe ji neteweyên din yên herêmê tên cudakirin. Bi taybet jî cil û bergên kurdî ku niha jî tên bikaranîn rastê eleqeyeke pir mezin tên. Herwiha Çawa ku zimanê kurdî hebûn, dîroka kurdan nîşan dide, cil û bergên kurdî jî hebûn û dîroka kurdan nîşan dide. Yek ji taybetmdiya cil û bergên kurdî ew e ku hem jin hem jî mêr şalpiştê bikar tînin. Her çiqas li her heremê di rêbaza girêdana sergirêdan û kirasên wan de cudahî hebe jî di nav hemû cil û bergên kurdî de şalpişt tê bikaranîn. Şalpişta ku kurd girêdidin encama erdnîgariya Zagrosan a ku kurd lê dijîn e. Erdnîgariya kurdan a sar û çiyayî rê li ber bikaranîna şalpiştê vekiriye. Şalpişt bi taybetî jî ji bo her kesê wek amûra ku karibin saxlem bimînin hatiye bikaranîn. Kal û pîrên me cil û bergên xwe li ser taybetmendiyên erdnîgarî, dîrok û fikrên xwe dîzayn kirine, Dîrokeke kevnar a kurdan li vê erdnîgariyê heye. Dema em lê dinêrin di nav cilên êzidiyan û mahabadiyan de sermilek heye lê bi demê re hatiye ji bîr kirin.
Dîroka cil û bergên kurdî
Dîroka cil û bergên kurdî vedigere dîroka kurd û wêneyên herî kevn ên cil û bergên kurdî jî vedigere serdema Hexamenişînan.Kumê Medan niha jî di piraniya navçeyên Kurdistanê de tê sûdwergirtin, koka piraniya cil û bergên kurdî vedigere serdema Medan Nivîsîn û berdnivîsên sedsalên derbasbûyî wêneyê piraniya jin û mêrên navçeyên cuda ên navçeyê bi kincên kurdî ve nîşan dide, piraniya wan tabloyên kevnar ên ji serdema Hexamenişîn in, ku li ser wan kevirên kevn, wêneyên serbaz û fermandên Medan hene.Bi derbasbûna demê cil û bergên kurdî hatine guherîn û bûne yên ku di îro de hene, yekem guherînkariya sereke piştî serdema Qacar û Osmaniyan bû, ku cureya qumaşan zêde kir û di qonaxên paşê de jî her zêdetir kiriye, tevî ew guherînkariyên ku bi ser cil û bergên kurdî de hatine, heta niha jî reseniya xwe parastine û gelê kurd bi dîrokeke pir ji serwerî mêze wê yekê dikin û li xwe dikin.
Cil û bergên kurdî yên jinan
Yek ji ciwantirîn û balkêştirîn cil û bergên cîhanî pêk hatine ji cil û bergê jinên kurd, ku ji rûyê şêwe û cur bi curiya reng ve, zêdetir ji sedan curên ciyawaz heye.Yek ji taybetiyên herî diyar ên cil û bergên kurdî jî ew e ku bi şêweyên cur bi cur ên destî têne dirûtin û curbicuriya rengan di hilbijartina qumaşê wan de nirxek bilind pê bexşiye. Di şert û mercên asayî de şekl û şêwaza vî cilî li gor navçeya erdnîgarî û selîqeya jinanê diguhere. Lê di şeran de jin wek zilaman cilan lixwe dikin Jin zêdetir girîngiyê didine bi bikaranîna keresteyên ciwankarî û nemaze “mêxek û lîre, morikên rengîn û jêrçene, guhberok, dugme û bendik, şûtika lîreyî, navçavan, aşiqbend” û çend cur ji xemilandinên din. Cil û bergên jinan ji çend cureyên wek “kiras, êlek, selteyî, kewa, şal, destmal, kum û kofî” pêk tên.
Cil û bergên kurdî ên mêran
Cil û bergên kurdî ên mêran bi giştî “kewa û patol” e ku şêwaz û rengê cur bi cur heye. Cil û bergên mêran çend beş hene, merc nîne ku hemû di heman demê de werin bikaranîn. Cura çalakiyên rojane yên wekî keş û hewa, selîqeya kes yan tak li ser lixwekirina cil û bergan bandordar e, bi mînak ji bo karê rojane an jî ku di demên berê de mêr bi piranî mijûlê çandiniyê bûne, tenê pantol bi bê kiras yan kewa lixwe kirine.Cil û bergên mêran jî çend beşekê li xwe digire wek “ranik û çoxe, şal yan pantol, doxînî, soranî, êlek yan ferincî û hwd.”Hevdem keresteyên ciwankarî jî hene bo mînak: “Şûtik, kum, axabanî yan cemedanî, pûşî, saq, tizbî, şimşûr û xencer.