Dîlan Mulhim\Qamişlo
Bi diruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriya Demkoratîk Ve’ Mecilsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê panêlek li ser asta Bakur û Rojhilata Sûriyê li hola Birc a bajara Qamişlo li dar xist.
Îro Mecilsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Palênek ji bo rewşa dawî ya li Sûriyê û çarenûsa jinan di Sûriya nû de li hola birc a bajarê Qamişlo li darxist.Herwiha di panêlê de rêxistinê jinan, jinên siyastmedar û jinên çalakivan beşdarbûn.
Panêlê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan destpêkir.
Di destpêkê de endama Kordînasiyona Jin Emîna Omer bixêrhatina hemû beşdaran kir.
Di heman demê de endama kordînasiyona jin Emîna Omer panêl li ser di xalan birêve bir, xala 1’emîn li ser rewş siyasî û xala 2’emîn li ser çarenûsa jinê di Sûriya nû de.
Emîna Omer di nav axaftinên xwe de da zanîn ku di nava çend mihên beriya niha de gelek guhertin di Sûriyê de hatin çêkirin û wiha domand: “Ev guhertinên ku di Sûriyê de hatin çêkirin jî bi hilweşîna Rêjîma Esed destpêkir. Bêguman HTŞ`ê weke hikumeta Şamê xwe bi cihkirin û xwe ragihand. Weke tê zanîn ku beriya demekî HTŞ`ê kongirek li Şamê li darxist û têde xwehilbjat ji bo serokê Sûriyê, êdî gelek tişt li gor berjewandiyên xwe pêk anîn û di heman demê de em niha encamên van biryaran jî dibînin ku çawa êriş li ser pêkhateyan tê kirin û daxwaz dikin ku hemî li ser navê Sunî bijîn. Her wiha em niha jî dibînin ku çawa HTŞ`ê komkujiyan li pêkhateyên Elewiyan pêk tîne bi awayekî hovane. Kuştin ne çareseriye û bi vê hişmendiyê Sûriya ber bi aramî û aşîtiê ve naçe.”
Di xala duyemîn de jî Endama Kordînasiyona Mecilsa Jin a Bakur û Rojhilata Sûriyê Sitêrk Qasim balkişan ser berxwedanî, tekoşîn û rewşa jinê bi giştî ber bi kuve diçe û wiha nerxand: “Jinên Sûriyî di dîrokê de û heta roja me ya îro têkoşîn û berxwedaniya li hemberî êrişên cur bi cur ku li ser tê kirin şer kir. Bêguman ji bo daxwaza maf û jiyaneke bi azad pêşengtiyek herî mezin kir û bû nimune ji tevahî jinên cîhanê re. Di rojên me yên îro de em dibînin ku çawa hemû cureyên êrişan li jinê tê kirin û bi taybet jina Sûrî. Her rastê kuştin, tecawiz kirin, revandin û tundiyê tê. lê em ji berxwedan û tekoşînê na rawistin û heya dawî em şerê vê zehniyeta destheledar bikin û daxawza maf û jiyaneke azad ji bo tevahî jinan bikin.”









