Ji ramanê Rêber Apo
Modela çareseriya demokratîk bi tenê alternatîfeke çareseriyê nîne, rêbaza çareseriyê ya sereke ye. Eger tevgerên rizgariya neteweyî û sosyalîst dixwazin bi ser bikevin, divê ji bilî demokrasiyê li amûreke din a çareseriyê negerin. Her cure meylên dîktatoriyê yên çepgir, rastgir û navend bi tenê çaresernekirinê kûr dikin; kapîtalîzmê bêhtir talanker, şêlanker û ferazî dibe. Divê mirov, modêla çareseriya demokratîk weke şêweyê federe an jî konfedere yê dewleta netewe ya unîter nefikire. Şêweyê federe û konfedere yê dewleta netewe çareseriya demokratîk nîne. Ev jî çareseriyên şêweyên cuda yên dewletê ne, dîsa ji girankirina pirsgirêkan bêhtir bi roleke din ranabin. Belkî di nava mentiqê sîstema kapîtalîst de dewleta netewe ya hişk a navendî veguhere şêweyên federe û konfedere û bi vî awayî pirsgirêk nerm bibin û hinekî çareser bibin, lê bi awayekî bingehîn pirsgirêkan çareser nake. Di navbera hêzên çareseriya demokratîk û dewleta netewe de şêweyên federe û konfedere weke amûrên çareseriyê bêne ceribandin. Lê dema van amûran hatin bi karanîn mirov li benda çareseriyên bingehîn be mirov ê careke din xwe bixapîne. Xwexapandina yekê dewleta rizgariya neteweyî bû yan jî dewleta sosyalîzma pêkhatî bû ku em jêre dewleta netewe dibêjin, lê em dizanin ku ew bi maskeya çepgiriyê ye. Pir baş derketiye holê ku ev sîstemên li gorî dîktatorî û faşîzmê ne.
Divê ez bi girîngî bibêjim, modêla çareseriya demokratîk bi temamî ji dewleta netewe serbixwe nîne. Dewleta netewe û demokrasî weke du otorîteyan dikarin di bin heman banê siyasî de bi rola xwe rabin. Qada çalakbûnê ya herduyan destûra demokratîk diyar dike. Tevî ku Yekîtiya Ewrûpayê di vî warî de hinek gav avêtin jî, lê li cem wan aliyê serdest serweriya dewleta netewe ye. Lê li gelemperiya dinyayê em dibînin ku rewş her diçe ji dewleta netewe dûr dikeve. Li dinyayê veguherîna siyasî ya herî bingehîn ji aliyê teorîk û pratîk ve dûrketina ji dewleta netewe ye. Çareseriya demokratîk xwe çiqasî xweser û sîstematîze bike ewqasî dikare alîkariya veguherîna siyasî bike. Bi pêşdebirina demokratîkbûn, rêveberiyên xweseriya demokratîk, avakirina neteweya demokratîk, demokrasiya herêmî û çanda demokrasiyê li tevahiya qadên civakî ji nêz ve têkiliya xwe bi veguherîna erênî ya dewleta netewe ve heye.
KCK di pirsgirêka Kurd de îfadeya berbiçav a çareseriyê ye. Ji nêzîkatiyên ji rêûresmê cuda ye.
Çareseriyê di pargirtina ji dewletê de nabîne. Heta ji bo Kurdan di çarçoveya xweseriyê de li pey dewletê nîne. Dewleta federe yan konfedere armanca wê nîne û weke çareseriya xwe nabîne. Tişta ji dewletê dixwaze ew e, dewlet bihêle Kurd bi îradeya xwe ya azad xwe bi rêve bibin, ji bo bibin civaka demokratîk li pêşiya wan nebe asteng. Eger dewletên netewe yên serdest ne di gotinê de lê bi prensîbî bi demokrasiyê girêdayî bin, destekê nedin civaka demokratîk jî divê wê asteng û qedexe nekin. Çareseriya demokratîk dewlet an hikûmet pêk naynin. Ji çareseriyê hêzên civakî bi xwe berpirsiyar in. Hêzên civakî bi dewlet an hukûmetan re di çarçoveya destûra demokratîk de li riyên lihevkirinê digerin. Di navbera hêzên civakî yên demokratîk û hêzên dewlet an hikûmetan de parvekirina rêveberiyê bi destûran diyar dibe. Ne realîst e ku rêveberiya mutleq a dewletê bê xwestin û dîsa ne realîst e ku demokrasiya realîst bê xwestin, ev li gorî giyan û ruhê çareseriyê nîne.