Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şîniyên Qamişlo Roja Jinê bi coşeke mezin pîroz kirin

08/03/2025
in NÛÇE
A A
Şîniyên Qamişlo Roja Jinê bi coşeke mezin pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Tevahiya şêneyên Qamişlo bi pêşengiya jinan û bi durşmeya “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriyeke Demokrat Ve” Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî pîroz kirin.

Îro hemû jinên bajarê Qamişlo û pêkhateyên wê bi armanca pîrozkirina Cejin 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî şahiyek li qada gundê Hîmo li dar xistin.

Berî ku şahî dest pê bike peyama Rêber Apo ya ji bo jinên azadîxwaz hat xwendin û hemû kes tevlî xuleya rêzgirtinê bûn, paşê şahî dest pê kir.

Di serî de bi navê Kongra Star Elîfa Hemo wiha got:“Em Roja  8’ê Adarê li avakerê azadiyê Rêberê Navnetewî Abdullah Ocalan pîroz dikin. Ev roj, roja azadî, têkoşîn û berxwedaniya jinên cîhanî ye. Rêber Apo manifistoya azadiyê diyarî me kiriye, em ê jî weke Kongreya Star û hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê projeyê bi fikrên azad tacîdar bikin. Her roj dewleta Tirk a dagirker êrişî çiyayên Kurdistanê, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dike, lê sekn û berxwedaniya jinan, civaka şoreşgerî û şervanan li hemberî dagirkeriyê bersiveke herî bihêz e.”

Herwiha bi navê Meclisa Jinên Sûriyê, Mûna Yûsiv Roja Jinê pîroz kir û wisa anî ser ziman: “Jin di roja îro de bi vîn, xebat û sekina xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku cihê xwe di hemû waran de girtine û dikarin bibin xwedî rol ji bo rêvebirina civakê. Lê îroj gelek alî dixwazin jinan di siberoja Sûriyê de bêbandor bikin û hem jî paşguh bikin. Lewma jî divê hemû jin bi vîna xwe têkoşînê bikin da ku cihê xwe di destûra Sûriyeke nû de bigirin.”

Piştî wê, bi navê Yekîtiya Jinên Suriyan, Semîra Hena bi zimanê suryanî Roja Jinê pîroz kir.

Herwiha peyamek ji Şandeya Jinên Elmanî ji bo pîrozbahiya cejina jinên Bakur û Rojhilatê Sûryê hate xwend.

Şahî bi stran û govendên hunerî yên Koma Yasna, Delîla û Hêva hat coşedan.

Herî dawî şahî bi dîlanên geş, dengê tilîlî û siloganên bilind weke Jin Jiyan Azadî, bijî Rêber Apo, azadî ji bo Rêberê netewî bi dawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.