Dîlan Mulhim\Qamişlo
Endamê Yekêtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yûsif Kûtê diyar kir ku banga Rêber Apo a bi navê Aştî û Civaka Dîmokratîk ku di 27`ê Sibatê de bi raya giştî re hate parvekirin, bangeke dîrokî ye û wiha got: “Banga Rêber Apo bingeha aştî û demokrasiyê ye.”
Derbarê banga Rêber Apo a dîrokî de, endamê Yekêtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Yûsif Kûtê bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Peyama dîrokî a Rêber Apo li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng veda, hûn vê yekê çawa dinrixînin?
Banga Rêber Apo a bi navê Aştî û Civaka Dîmokratîk di 27`ê Sibatê de bi riya giştî re hate parvekirin, ev banga wî di nava gelê kurd û tevahiya cîhan de kêfxweşiyeke mezin bû. Herwiha Cîhanê û Partiya PKK`ê jî di hêla siyasî û leşkerî ev banga Rêber Apo qebûlkirin, di heman demê de di 1`ê Adarê de Partiya PKK`ê peyamek derxist û di wê peyamê de daxuyakirin ku wê agirbestê ji aliyê xwe ve radgihînin û tevlî banga Rêber Apo dibin. Ev jî gaveke pîroz e. Rojane gelê kurd li ser destê dewleta Tirk tên kuştin û heta dema niha li Pira Qerqozaqê û Bendava Tişrînê ev kuştin berdewam e. Di heman demê de li çiyayên Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî kurd li ser destê dewleta Tirk tên qetkirin, bi hiceta ku ew şerê terorê dikin. Ji ber ku zordarî û zilim li ser gelê kurd dihate meşandin, Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê di sala 1978`an de hate avakirin. Ev zordariya li ser vî gelî dihate meşandin di hêla siyasî de çareserî tune bû û destpêka avabûna PKK`ê weke partiyeke siyasî hate avakirin. Piştî derbeya leşkerî a 12`ê Îlonê ya ku Kenhanî Bilind pê rabû, bi darê zorê hatin bi ser gelê kurd û PKK`ê, piştî wî PKK`ê biryar da ku raje çekan û di sala 1984`an de biryare şerê çekdarî hate standin. PKK`ê xwestin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bersivê bidin, ji ber vê yekê derketina PKK`ê pêwîstbû. Ji bo ku cîhan û dewleta Tirk gelê kurd nas bikin, ji ber ku tu kesî berxwedaniya gelê kurd nas nedikir û her kesî xwe didît dervî vê yekê. Herwiha PKK`ê di pêvajoya dîrokê de rola xwe erînî li ser qada siyasî û leşker di Rojhilata Navîn û cîhanê bi tevahî de lîst. Di wê demê de PKK`ê bi hemû erkên xwe yê netewî ku jê dihate xwestin dirabû. Wê partiyê biratiya gelan di Rojhilata Navîn de da xulqandin û hem jî ji bo çewsandina mafê gelê kurd bû bersivek. PKK’ê dikarîbû ku mafê kurdan misoger bike û kurdan bi cîhanê bide nasîn. Di nava van 45’salan de PKK`ê hatbû avakirn û gavên pir mezin avêtin.
Banga Rêber Apo a dîrokî li herêmê û bi taybet li Rojhilata Navîn wê çi guhertin û veguhertina çêbike?
Banga Rêber Apo wê bandoreke mezin li herêmê, Kurdistan û tevahiya cîhanê bike. Ev bang di herêma Rojhilata Navîn de dengek veda û ji bo şerê ku li Rojhilata Navîn tê kirin ji aliyê hêzên navdewletî, hêzên herêmê û girûpên çekdar wê banga Rêber Apo ji bo wan bibe riya çareseriyê. Herwiha Banga wî wê bandoreke mezin li siyaseta ku li Rojhilata Navîn tê meşandin bike, îro cîhan li ser Rojhilata Navîn bûye yek û dixwazin di hundirê wê de pirojeya Rojhilata Navîn bidin meşandin. Ew piroje li ser bingehê berferhkirina sînorê Israyîlê û hem jî pareçekirina herêmên û dewletên ku hene. Dibe ku hin dewleta ji nexşeya Rojhilata Navîn derkevin û dewletên nû di vê nexşeyê de werin avakirin. Ji bo vê yekê gavên pir mezin tên avêtin û cîhanê bi tevahî da xuyakirin ku ev banga Rêber Apo bangekî bi rûmete û piştgirtiya wê kirin. Herwiha Emerîka, Birîtaniya, Almaniya, Rûsiya, Çîn û bi dehan dewletên weke wan banga wî pîrozkirin, ev dide diyar kir ku peyama Rêber Apo cihê şaneziyê ye. Di heman demê de Rêber Apo xwedî berhemên giranbuha ye, ew manofîsta şarestaniya Rojhilata Navîn e, bi her pênc beşê xwe û xwediyê pirtûka ji şarstataniya Someran heta şarestaniyeke dîmokratîk e. Ev pirtûkên wî jî ji bo tekezkirina mafê gelê kurd, biratiya gelan û jiyaneke hevbeş.
Nameya we çi ye?
Banga Rêber Apo a bi navê Aştî û Civak Dîmokratîk bû nimûneyek ji tevahiya cîhan û bi taybet Rojhilata Navîn re, li hemberî vê yekê ku çek bên danînin ,pêwîste dewleta Tirk jî gav bavêje û hêzên xwe ji herêmên çi yê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bikşîne. Ji bo ku partiya PKK`ê karibe xwe fesix bike pêwîste kongira xwe çêke, ev kongir danîna çekdanînê û pêwîst e Rêber Apo bi xwe vê kongirê bi rêve bibe, herwiha eger ew vê pêvajoyê birêve nebe kes nikare bi rêvebibe. Ji ber ku ew xwediyê vê bangê ye, Armanca wî ji vê banga dîrokî ew ku aramî li tevahiya Rojhilata Navîn çêbibe û êdî name xwînin birje.Em jî vê banga Rêber Apo pîroz û destek dikin, ji ber ku gelê me di dîroka xwe a dirêj rastî komkujiyan hatiye û gelek caran ji mafê xwe bêparmaye. Ji ber vê yekê pêwîste her kes xwe di wê peyamê de bibîne û deweta bi awayekî rast li ser bisekine, dema ku pirsgirêka kurd di her çar parçeyên Kurdistanê de neyê çareserkirin wê Rojhilata Navîn bi aramî jiyan neke. Ji ber ku pirsgirêka serek di hundirê Rojhilata Navîn de pirsgirêka gelê kurde, banga me ji dewletên Navnetewî re heye ku bi hirmert li ser banga Rêber Apo bi sekinin.