Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Dêra Zorê silav ji bo Rêber Ocalan

06/03/2025
in NÛÇE
A A
Ji Dêra Zorê silav ji bo Rêber Ocalan
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale/ Reqa

Jinên Kantona Dêrazorê roja 8’ê Adarê ya jinên a cîhanê pîroz kirin û soza berdewamkirina têkoşînê dan .Jin li Kantona Dêra Zor sala 2018’an piştî ku ji çeteyên DAIŞ rizgar bûn, êdî çalakiyên vejînkirina Roja Jin  a Cîhanî birêxistin dikin û hewildidin ku xwe bigîhinin hemû jinên herêmê ji bin zexta hişmendiya zilamê serdest de.

6’ê Adara 2025’an de li gundê li Kantona Dêra Zor, Tebqa û Reqayê bi tevlîbûna jinên heremê ve  pêşwaziya 8’ê Adarê bi kelecanekî mezin tê kirin. Gundê Hisêniyê yê girêdayi Kantona  Dêrazorê jinên herêmên ji boneya 8’ê Adarê roja jinên kedkar ya cîhanê 8’Adarê bi çend rêze çalakiyan  pîroz kir. Şahî bi dirûşmeya ‘Bi felsefeya Jin,Jiyan, Azadî ber bi Sûriya Demokratîk ve’ hat destpê kirin.

Di destpêka şahiyê de endama Kordînasyona Meclisa Kombuna Jinan ya  Zenûbya a Dêrazorê Senai El-Remedan axivî û got: ” Di vê rojê de deskeftî û têkoşîna jin tê pîroz kirin. Têkoşîna Şehîd Kerem El-Şehab, Hîva Erebo û tevahiya şehîdên jin bibîrtinin û rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan li hemberî zayendperestiyê destbi têkoşîne kir û ev têkoşîn bû modela Rojhilata Navîn. Ev têkoşîn berdewam kirin erka me ye û em Rêberê gelan li wir heya Îmraliyê silav dikin û soza domandina berxwedan û têkoşîna jinan nû dikin.”

Li girêdayi heman mijarê Desteya Jin a Kantona Dera Zor Eliya El-Elî axivî û wiha got: ” Di vê rojê de em soza nûkirina têkoşîna xwe didin. Em cejna tevahiya jinên cîhanê pîroz dikin. Ev têkoşîn û pêngava Rêber Apo ya bi azadiya jinê da destpêkirin, ji bona tevahî jinên bindest e. Rêberê gelan da xuyakirin ku ev têkoşîn, têkoşîna jinê ye û got ku jin azad neb e, civak jî azad nabe. Li ser wê bingehê hemû jinên herêmê em ê xwe rêxistin bikin û bi têkoşin. Heya em azadiya Rêber Apo ya fizîkî pêk neyinin em weke jin jî azad nabin.”

Di berdewamiya şahiyê de Koma Hîlal El-Zehebî ya awazan û Koma Palmîra ya folklorê hûnera xwe ji jin û welatiyên amade ra pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê û gotina sitranan hat bidawî kirin.

 

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.