Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriyeke Demokrat Ve’

05/03/2025
in NÛÇE
A A
‘Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriyeke Demokrat Ve’
Share on FacebookShare on Twitter

 Ayşa Silêman/ Qamişlo

 Îro Kongira Star a bajarê Dêrikê bi boneya 8’ê Adarê di bin durşmeya “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriyeke Demokrat Ve ” civîneke xweser li dar xist.

Kongira Star li navenda Çand û Huner a Dicle ya li bajarê Dêrikê bi boneya 8’ê Adarê di bin durşmeya “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriyeke Demokrat Ve” civîneke xweser li darxist. Bi amadebûna bi dehan jinên ku di sazî û rêxistinên jinan de kar dikin, amade bûn.

Di bdestpêka civînê de Rêvebera Kongira Star a bajarê Dêrikê Wefa Elî bi xêrhatina hemû mêvanan kir û nameya Rêber Apo li hemû kesên amade pîroz kir, paşê xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Di destpêkê de endama Akadimiya Jinolojî Lorîn Hemê bal kişand li ser Şoreşa Newlotîk ku çawa di wir de jin xwedî rol bû, di heman demê de anî ziman ku jin çawa di qonaxan re derbas bû û daxwaza mafê xwe dikir û wiha got: “Di sedsala 19’an de jin derketin xwepêşandana da ku mafên xwe bidest bixin. Lê ev yek tu tişt bi dest nexist, êdî jin derketin qadan û daxwaz kirin ku divê jin û mêr mafên wan wekhev bin. Di sala 1857’an de polîs êrişî jinan kirin êdî bû bûyereke bibandor, ev bû gava yekem ber bi azadiya jinê ve.  Herwiha jinên di fabrîqeyê de derketin qadan û xwestin seatên wan yên kar hindik bibin, polîs di fabrîqeyê de agir pêxistin, nêzî 129 jinî jiyana xwe ji dest da. Di 1977’an de li Mosko di civînê de hat pêşinyar kirin ku 8’ê Adarê bibe roja jinên kedkar ên cîhanê, êdî Netewên Yekbûyî qebûl kir ku ev roj bibe roja jinan.”

Di berdewamiya civînê de Lorîn Hemê bal kişandin li ser felsefeya ku Rêber Apo ji bo jinê bang kiriye û wiha got:” Em ê roja 8’ê Adarê bikin roja rizgariya Rêber Apo. Di heman demê de bi saya Tevgera Rizgariya Kurdistan û têkoşîna Sekîna Cansiz em îro li vir in û têkoşîna wê berdewam dikin. Pêwîst e em hemû rojên xwe bikin roja rizgariya hemû jinên ku zihniyeta baviksalarî ew kole kirine. Herwiha çawa ku Şoreşa Rojava bi Şoreşa jinê hatiye naskirin tê de jin di milê siyasî, diplomasî û leşkerî de hatiye naskirin, em ê her û her felsefeya Rêber Apo berdewam bikin û li ser xeta şehîdan bin.”

Di dawiya civînê de berxwedaniya ku jinan li Rojhilatê Kurdistanê dane meşandin bi bîr xistin û bang kirin ku sala 2025’an wê bibe sala jina azad.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.