Argêş Vîyan
Weke tê zanîn 27’ê Sibata 2025’an de bangekî dîrokî kir, ev bang bi keyfxweşî û baldarî hat şopandin. Şîroveyên wê bangê jî, ji hemû aliyan ve erênî hat nirxandin. Ji derveyî çend komên netewperest yên Tirkiyê. Di rastiyê de, ev bang ne tenê ji bona PKK’ê bû, di heman demê de dewleta Tirk ya dagirker hat xwestin ku êrîşên xwe bide sekinandin û Rêber Apo bibîrxist ku dewleta Tirk nikare bi rêya êrîşan gelê Kurd bide seknandin. Ev peyam bû sedem ku hemû alî berpirsyariyên xwe ji nûve sererast bikin û plansaziyên xwe li gor wê bi rêve bibin, Tevgera Azadiyê jî, bangewaziya Rêber Apo di demê de bersivand û got “Çi pêvajoyên ku Rêberê me pêşengtiyê jêre bike, em piştgirî didin û ji bona me weke fermanê ye.” Hemû partî û rêxistinên li Tirkiyê siyasetê dikin, ji bilî 2 rêxistinên netewperest hemû aliyan piştgrîya xwe ji bona wê banga dîrokî dan xuyakirin. Rêber Apo hişyarbûna dîrokî di nav civaka ku ber bi qeyranê ve diçe ava kir. Ev rêze pilanên ku dewletên hegemon û dijminê Kurdan xirabkir û ev şerê taybet yê ku dîjî gelê Kurd tê meşandin, wala derxist. Bi kurtahî dijmin bê çek kir û ji Tevgera Azadiyê re stratejiyekî nû da xuyakirin. Ev demsala ku mîna rojeke reş dihate naskirin xilasbû û derbasî ronahiyê bû. Lê aliyekê din berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bêhempa ji pêvajoyê re jî bû piştgrî û ev pêvajo xiste qonaxekî nû. Raste dewleta Tirk di aliyê aborî û şer da pir tengav bûye û hikûmeta wan jî ber bi rûxandinê ve diçe, ev jî sedemekî mezin e ku ev hevdîtinên bi pêşengtiya Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan re dimeşe bê kirin. Ger ku rayedarên hikûmeta Tirk rast nêzî panga Rêber Apo bibin, dê ev bandora xwe li tevahî Kurdistanê û cîhanê jî bik e. Lê vê carê jî hincetekê dewleta Tirk payda bû ku dibêjin pêwîste QSD’ê û YPG, YPJ’ê jî bangewaziya Rêber Apo pêk bînin. Raste weke fikir û bîrdozî weke ku Fermandarê Navenda Parastina Gel Murad Karayilan jî anî li ser ziman dibe dişibin hev û tevgerekî bîrdozî ya Apoyî be, lê PKK’ê cuda ye, QSD’ê cuda ye. Netewperestekî weke Dewlet Bahçelî fêm kir ku dawiya wan tê û berê xwe dan li girava Îmraliyê û fêm kirin ku çareserî tenê bi Rêber Apo re pêkan e. Her rêxistin yên beşekê Kurdistanê ya cuda di heman demê de jî, rêveberî û fermandarên herdû tevgeran jî cuda ne. Ji aliyê fermîyetê de jî ti peywendiyên xwe bi hevre jî nîn e. Gelo nexwe armanca dewleta Tirk û çeteyên girêdayi wê domandina êrîşên dagirkeriyê tê çi wateyê? Ev firsendeke dîrokî ye û divê neyê bihûrandin û berdewam bike, ji bona aramiya gelê herêmê. Di heman demê de bi boneya gihiştina rojê jinên kedkar ya cîhanê 8’ê Adarê jî Rêber Apo dibêjê “Nêzîkatiya min ya jinê ne taktîkî ye, stratejîk e” Ev dide xuyakirin ku projeya Rêber Apo projeya azadiya jinê ye û jin azad bibe civak jî azad dibe. Gelek aliyên weke ku qaşo netewperestê Kurd bi nav dikin jî, dibêjin ev pêvajo nahêle ku em dewletekê Kurd ava bikin. Ev hişmendî xwe xapandine û netewperestiya herî rast piştgrî dayina wê pêvajoyê pêkan e. Gelek mînakên ku desthiladarên ku bi hişmendiya netew dewlet di parastin heye û dawiya wan jî xûya bû. Ji ber wê yekê pêwîste hemû aliyên ku dibêjin em doza Kurdistanê dikin piştgirî bidin banga Rêber Apo û di heman demê de ji civakê re jî bidin fêm kirin. Li ser wê bingehê em jî dibêjin Bihar dê bê welat û pêşeroja Kurdistanê jî ronî bibe.