Hemza Sêvo/ Qamişlo
Muzîka kurdî li Cizîra Rojavayê Kurdistanê muhra xwe li dîroka çanda muzîka kurdî xistiye. Bilûrvan Cemal Sarîk jî da zanîn ku hunermendên kurd neçar diman ku di bin siya muzîk û hunerê de, êş û azarên xwe derbirîn bikin û wiha got: “Da ku muzîk bê parastin û pêşxistin pêwîste perwerde ji bo fêrkirina amûrên kevnar ên çanda kurdî, bên dayîn.”
Li Rojavayê Kurdistanê, kantona Cizîrê warê herî navdar e bi muzîk, tembûr, kemançe, dahol, zirne û hemû amûrên çanda kurdî.
Di derbarê rewşa muzka kurdî ya kantona Cizîrê, me reportac bi Cemal Sarîk re di 16’ê adara 2024’an de çêkir.
Rewşa muzîka kurdî li kantona Cizîrê berî salên 2000’î:
Bilûrvan Cemal Sarîk, ê bi temenê xwe 65 salî ye ku ji gundê Dugirê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye rewşa muzîka kurdî wiha şîrove kir. Muzîk pir kevinar e, li gorî ku min xwendî û lêkolîn kiriye, di destpêkê de, muzîk weke benca bijîşkan hatiye bikaranîn, ji ber ku di destpêkê de derman û pêşketina zanistî, ne li pêş bû, muzîk di dema dermankirin ango dirûtina laşê mirov ji bo birînan muzîk dihat bikaranîn. Herwiha da ku karibin mirov derman bikin, muzîk bi vî rengî dihat bikaranîn û dîroka muzîkê vedigere hazarên salan. Mûzîka kurdî bi dirêjahiya dîrokê re, li cem şivanan dest pê bûye. Dîroka muzîkê li gorî hin lêkolînan ji amaûra bilûrê dest pê kiriye, herwiha kemançe, dahol û zirne. Di şahî û govend, sinetkirin û hwd de mûzîka kurdî hatiye bikaranîn, piştî van amûran, amûrên têlî mîna tembûr, biziq û ûd û hwd derketine.
Şêwazê muzîka kurdî û bikaranîna wê di zemawendan de
Gelê kurd bi rengekî giştî ji sed salî û vir de muzîk û stranên kurdî pêşxistine, ji ber rewşa ku kurd û welatê kurdan têr re derbas dibû, di nava gel û civaka kurdî de, gelek qedexekirin, di warê ziman, çand, muzîk û mafê rewa ji aliyê desthilatdaran ve hebû. Desthilatdarên Kurdistanê nedihiştin gelê kurd bi rihet tevbigerin, baxifin û bistirên. Ji ber vê yekê jî kurd neçar diman ku di dibin siya muzîk û hunerê de, êş û azarên xwe derbirîn bikin. Bi riya dayikan, mûzîkjenan sitranên ku di ber çandiniyê re dihatin gotin û huremendan re muzîka kurdî pêşketiye. Bi rastî ger ne ji hunermend û dayikên kurdan ba, wê niha zimanê me jî bihata pişaftin, lê ji ber keda wan ku bi awayekî veşartî tevî hemû zor û zehmetiyan dihat kirin, ev ziman îro roj hatiye parastin. Min hunermend Mihemed Şêxo çar caran dîtiye û min têkiliyên hunerî pêre kirine. Cara yekemîn ku min huermend Mihemed Şêxo dîtiye, li Gundê Elî yê girêdayî Tirbespiyê bû, wî li wir zemawendek lidarxist di wê demê de herî dawiya ji dema şahiyê min jî bi tembûra Mihemed Şêxo govand gerandiye. Wê demê temenê min 12 sal bûn, ev yek jî vedigere nêzî 50 sal berî niha. Civaka me civakeke kurdî û geş bû şahiyên me li tax û bênderanên gundan bûn, ne mîna niha ku li holên nûjen bûn, di wê demê de lukis hebûn ku li gundan lukis û fanos datanîn, di şahiyan de kemançe, dahol û zirne bûn. Bi wan govend û şahî digeriyan, gel her dem kom dibû li wê şahiyê bêyî ku bihata vexwendina wê şahiyê jî lê dîsa tevlî wê dibû. Rola civaka kurdî di lihevgerandina gel û şahiyan de hebû, hunermendên me yên weke Mihemed Şêxo, Se`îd Yûsiv û hwd. di wê serdemê de her dem nêzî dilê civakê bûn.
Hevrûkirin di navbera salên piştî 2011’an û beriya wê.
Bilûrvan Cemal di derbarê vê xalê de wiha anî ser ziman: “Beriya şoreşa Rojava ango berî 13 salan deweltê û rêjîma Baas nedihiştin ku em herin cejnên Newrozan an jî bi kurdî biaxivin an stran û awazan bi kurdî bêjin. Lê ji 13 salan û bi şûn de pêşketineke pir mezin di warê çand û hunera kurdî de çêbûye, navendên muzîkê ji bo perweredekirina muzîka kurdî li tevahiya kantona Cizîrê çêbûn. Êdî hin bi hin pêşketin di warê muzîka kurdî de çêbû, lê dîsa ne weke ku tê xwestin e, ji ber ku em dibînin hin amûrên muzîkê yên kevnar ji çanda kurdî di asteke kêm de tên bikaranîn. Weke amûra zirne, kemançe, bilûr û hwd, niha jî di zemawend û şahiyên curbecur de li şûna wan teknîka muzîka nûjen a ku xweşiya dengê muzîka resen a van amûran winda dike, tê bikaranîn.
Pêşxistna muzîka kurdî li herêmê
Cemal Sarîk têkildarî pêşxistina muzîka kurdî û parastina wê ji windabûnê wiha anî ser ziman: “Ez her dem rexnê li aliyê têkldar yên li ser navendên çand û hunerê, dikim, tînim ser ziman û dibêjim ku mamosteyên deng yên ku amûran bidine fêrkirin, kêm in. Bi taybet em dixwazin ku li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ku weke navendeke sereke rola wê di parastina çandê û pêşxistina muzîka kurdî de heye, pêwîste kesên bispor di qada muzîkjeniyê de pirtir bikin. Armanc jê ew e ku endamên navendê û her kesê ku bixwazibe bibe muzîkjen, bidin fêrkirin. Ev yek jî ji bo em muzîk û hunera kurdî li pêş bixin û bighêjin asteke cîhanî. Ev asta hunerî ya ku îro roj em gihajtinê vedigere kesên me yên dengbêj ku hemû dengbêjiya wan ji bûyerên serpêhatî pêk dihatin. Ew dengbêjên berê xwediyê qenciyê ne. Ger em bi rengekî bispor li dengbêjiya wan kesan binêrin em dikarin bikin flim û bidin jiyankirin ku weke mînak dibêje ji bajarê Dêrkê Slo Koro hebû ku wî dikarîbû bi seatan dengbêjî bikiraya. Di heman demê de Evdilo jî li bajarê Qamişlo hebû ku li aliyê Tirbespiyê bû ew jî roleke pir girîn di warê parastina huner û folklora kurdî de lîstiye. Rola amûrên foloklorî yên ji çanda kurdî, stran û dengbêjiya kurdî di dîrokê de ji bo parastina kelepûra kurdî gelekî li pêş bû. Mîna kemançe, def, dahol û zirne. Me didît ku çawa hunermendê me bi amûrên muzîk û dengê xwe ji demê kevin ve çawa destan, stran, çîrok û foloklora kurdî parastin. Lê di dema niha de piştî amarên nûjen derketine, rola wan pir kêm bûn. Da ku ev amûr werin parastin û neyên pişaftin, divê aliyên berpirsiyar û muzîkjenên me yên kurd, biparêzin û ji wisa bêhtir bikar bînin û bidin vejînkirin.”