Farûk Sakik
Di 27’ê Sibatê de dema Rêber Apo ew banga xwe ya dîrokî kir, êdî di dîroka siyaseta Kurdan de pêvajoyek nû destpê dike. Êdî wê tu tişt wek berê nebe.
Tevgera azadiyê-PKK’ê di 52 salên têr û tije de Kurdistan azad kiribû. Kurdistan ji red, înkar û asîmlasyonê rizgar kiribû. Noqte. Em nakevin detayan.
Madem Kurdistan Azad bû çima şer dewam kir?
Rêber Apo di peyama xwe de bersiva vê jî da û bal kişand ser têkoşîna salên 90’an û got: Me hewl da ku em vê pirsgirikê di wan salan de çareser bikin lê hin hêz li pêşiya wê bûn asteng. Wan ji şer sûd digirtin. Kurd jî ji ber wê ketin pozîsyona xwe parastinê.
Kurdan bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê hem xwe parastin hem jî dixwastin di mejiyê dewleta Tirk de dijmintiya Kurdan paqij bikin.
Dixwestin, Tirkiyê vegere kodên berî Lozanê. Dixwestin, Kurd û Tirk bi hev re di nav aramiyê de bi awayek azad bijîn. Dixwestin ziman û nasnameya Kurdan di fermiyetê de were nasandin û bi qanûna jî ev yek were mîsoger kirin. Rêber apo bi vê bangê digot van yekan êdî ne bi çek, bi siyaseta demokratîk wê pêk werin.
Heta roja me Kurdan di siyaseta demokratîk de gavek davêt, dewletê digot; Ev gav bi terorê re têkîldare. Êrîş dikir û pêşî lêdigirt. Rêber Apo bi vê hemleyê dixwaze vî çekî ji dest wan bigire. Rêber Apo dixwest ji çeka dest gerîlla zêdetir çeka dest dewletê ya li dijî siyaseta Kurdan bikartîne ji dest wan bigire. Vê nêrîna xwe bi Dewletê jî da kanî-îkna kirin. Salek li ser nexşerêyek xebat hebûn. Hin kesayet-profesor-akademisyen-dîroknas verêkiribûn gel Abdullah Ocalan û li Îmrali piştî nîqaşên kûr, gihîştibûn encamê.
Heyet hat avakirin da ku di navbera Rêber Apo û derve de bibin Pir. Bibin qasid Bibin dengê Rêber Apo.
Xebatên amedekariyê piştî demekê êdî, bi encam bûbûn û teqwîma ku dest nîşankiribûn ket pratîkê. Gava yekemîn: Rêber Apo bangî PKK’ê bikira. Di 27’ê Sibatê de ev yek pêkhat. Gava duyem: Bersiva tevgerê bû. Bi daxwiyaniyekê gotin; Emê ligor vê bangê tevbigerin û agirbest îlan kirin.
Gava sêyem: Hemleya dewletê. Divê agirbest îlan bike û hêzên xwe yên eskerî ji Qadên Parastina Medya bikişîne da ku PKK’ê bi awayekê ewle kongreya xwe kom bike.
Gavên pêş: Li gor ku em dişopînin dewlet û Bahçelî li gor vê teqwîmê tevdigerin. Helwesta wan îşaretên li gor li hevkirina bi Rêber Apo re ne. Lê Erdogan li derveyî lihevkirinê tevdigere. Ew bi du desthilatdarî û serokomariya xwe ya pêşerojê ketiye. Zimanê ku nîjadperest pê dimijin bikartîne. Berjewendiyên gelan daye aliyekê, bi tenê li gor berjewendiyên ‘Erdogan’ tevdigere. Di destpêkê de hewlda ku li pêşiya vê hemleya çareseriyê bibe asteng. Lê evcar di vê pêvajoya çareseriyê de dewlet bi xwe hebû. Nikarîbû pêşî lê bigire û îroj dixwaze li gorî berjewendiyên xwe bikarbîne. Ji bo vê yekê jî zimanê ku bikartîne Kurdan dêşîne. Kurd ji xwe hestiyarin. Ji ber ku tevgera wan a 52 salan dawî li dîroka xwe tîne. Divê di serî de dewlet û hemû aliyên hemleyê, ji vê hesasiyeta wan rêz bigirin. Dema ku em li dijî vê yekê derkevin ev nayê wê wateyê ku li dijî serdema nû ne.
Ji xwe Kurd bi Rêber Apo bawerin. Ji ber ku wî emrê xwe ji bo azadiya vî gelî da. Îro şûn de ji bo Kurd di nav lepên emperyalande neyên peliçiqandin nexşerêyek dayê pêş xwe.