Zekî Bedran
Banga Rêber Apo ya dîrokî hem li hundir hem jî li derve hat pêşwazîkirin û rastî eleqeyek mezin hat. Di serî de NY, DYA û welatên Ewropayê jî gelek hêz û derdoran jî piştgriya xwe dan xuyakirin. Eger ev bang cihê xwe bibîne û gavên pêwîst bên avêtin, bandora wê tenê li Tirkiye û Kurdan nîn e, di heman demê de, wê bandoreke girîng li Rojhilata Navîn jî bike.
Weke ku tê zanîn dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê û berxwedana gerîla, artêşa xwe mişextî Iraq û Sûriyeyê kir, herêmên berfireh dagir kir û baregehên leşkerî ava kir. Bi rastî jî şer û êrîşên xwe didomîne. Ger banga Rêber Apo were bersivandin, herî kêm aloziya Sûriye û Iraqê bi dawî dibe. Niha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser nikarin bi HTŞ’ê re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Astengiya vê jî Tirkiye ye. HTŞ’ê van danûstandinan asteng dike. Ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser tenê bi êrîşkirinê re namîne û her wiha hewl dide HTŞ’ê êrîşî Rêveberiya Xweser bike û şer gûr bik e.
Çima Neteweyên Yekbûyî û hêzên navdar yên cîhanê piştgirî dan bangên Rêber Apo? Weke ku tê zanîn ev hêz heta niha jî bêdeng bûn. Li hemberî pirsgirêka Kurd û nakokiyan helwestên xwe yên nedîtî û ne bihîstî diparêzin. Ev ne ji ber wê bû ku wan pirsgirêk nizanibûn û ew ne girîng dihesibînin. Tirkiye jî bi endamtiya xwe ya NATO’yê zextê li DYA, Ewropa û saziyên navneteweyî dikir. Li gel ku li cîhanê tu kesî ji YPG û QSD’ê re terrorist ne hate gotin, lê Tirkiye her tim ji wan re digot terorîst û hewildida ku li ser raya giştî jî ferz bike. Nêzîkatiya tund a Tirkiyeyê û nîşandana hemû hêza xwe ya di vê mijarê de, di encamê de li wan hêzan xwe bê deng û bi paşde hişt. Kesî ji ber Kurdan nexwest bi dewleta Tirk re, rû bi rû bimîne û zirarê bide berjewendiyên xwe yên takekesî.
Di vê xalê de, êdî dewleta Tirk nikare bibêje kurd tune ne, her kes tirk in. Têkoşîna ku di pêşengiya PKK’ê de pêş ket û nêzî 50 salan dom kir, ev tine ne hesibandina gelê Kurd vala derxist. Hemû cîhan hişyar bû û bû şahidê gelê Kurd û berxwedana wan. Di vî warî de dema ku rayedarên tirk di tengasiyê de diman, wisa digotin “Dijminatî û pirsgirêka me bi kurdan re nîn e, em li dijî terorê têdikoşin” û li ser têgîna terorê sekinîn. Ev nêzîkatî di bingeha xwe de dihat wateya înkarkirina hebûn û mafên gelê Kurd. Pirsgirêka dîrokî ya 200 salî dihate ser ziman û di têgîna terorê de dihate pênase kirin. Dewleta Tirk bi van polîtîkayan xwe ji çareserî û pêngavên di vî warî de girtibû.
Yek ji sedemên herî girîng ên ku Erdogan di sala 2015’an de maseya muzakereyê hilweşand mijara Rojava bû. Erdogan got, “Rojava wê nebe xwedî statu, ev xeta me ya sor e.” Rêber Apo bersiv da, “Rojava jî xeta me ya sor e.” Li piştî wê şer bi awayekî xwîntir û dijwartir destpê kir. Rojava bû armanca êrîş û dagirkeriyê. Tirkiye, ne tenê di nava sînorên xwe de, li derveyî sînorên xwe jî bidestxistina statuya Kurdan weke pirsgirêka xwe ya ewlekariyê dît. Statuya ku li Başûrê Kurdistanê hatibû bi dest xistin jî, tu carî ev ne pejirandin. Erdogan gelek caran gotiye, em ê xeletiya ku me li Bakurê Iraqê kir, li Sûriyê dubare nekin.
Rêveberiya Erdogan hewildan kir ku hemû êriş û xirabiyên xwe bi navê PKK’ê rewa bike. Ji ber ku DYA û welatên Ewropayê PKK di lîsteya xwe ya rêxistinên terorê de bi cih kirine, Tirkiyeyê ev yek bikaranî. Şaredarî desteser kir û bi hezaran kesayetên siyasî, rewşenbîr û xebatkarên çapemeniyê xistin zindanan. Li hundir û derve bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Tenê hinceta PKK’ê û terorê hebû û her tim xwe li pişt wê digirt. Di vî warî de Rêber Apo xwest vê hincet û çekê ji destê desthilatdarên Tirk bigire. PKK’ê rola xwe lîst, înkar şikand, pirsgirêk derxist holê û anî qonaxa çareseriyê. Her wiha bi gerîlatî û têkoşîna çekdarî jî rola xwe lîstiye. Di peymanan de mijarên weke aştî û bêçekbûnê di dawiyê de derdikevin pêş. Lê belê Rêber Apo di banga xwe ya dîrokî de tişta ku divê herî dawî hatiba kirin, di destpêkê de anî ziman. Di çareseriyê de însiyatîfa xwe bi kar anî. Hincetên weke PKK teröriste, ji destê rêvebirên tirk girtin. Di rastiya xwe de Rêber Apo dewleta Tirk bê çek kirin.
Ger pêvajo neyê asteng kirin, darbe û provokasyon neyên kirin dê şer bê sekinandin. Ev ê Rojava û Sûriyê rehet bike. Ji bo Sûriyê jî dê bibe destkeftiyek mezin. Tirkiye ewqas zextê li HTŞ’ê neke, li pênaseya rast neçar bimîne êrîşên xwe bide sekinandin. Ger ev yek pêk were, Rêveberiya Xweser dê pirsgirêkên xwe bi riya guftugoyan bi Şamê re çareser bike û rê li ber demokratîkbûna Sûriyê veke. Hin derdor însiyatîfa Rêber Apo tam fêm nakin, hin jî bi zanebûn wê berovajî dikin. Operasyonên tevliheviyê jî hene. Ji destpêkê ve Rêber Apo alîgirê çareserî û demokrasiyê ye. Şerên rizgariya neteweyî yên klasîk û çareseriyên wan rexne kir. Çareseriyên dewletparêz li aliyekî hişt. Kesên ku meraq dikin ka ev pergalekê çawa di parêze û li ku derê li çareseriyê geriyaye? dikarin parastina wî ya pêncemîn, pirtûka “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” bixwînin. Kesî nekarî PKK û gerîla têk bibe û çi têkçûn li holê nîne. Berovajî vê yekê înkar hatiye têkbirin û ji pirsgirêkê re çareserî hatiye dîtin. Rêber Apo jî projeya xwe ya çareseriyê bi perspektîfa Neteweya Demokratîk pêşkêş dike.