Idrîs Henan
Di demeke ku tevahiya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê li benda peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûn, dewleta Tirk a dagirker dengekî dîtir ê rastî û heqîqetê soyqest dike û carek din hewl dide tirsa xwe ya ji dengê rastiyê bi êrişa bi ser rojnamevanan ve veşêre.
Dewleta Tirk a dagirker naxwaze civak agahiyên di derbarê têkçûna wê ya li bendava Tişrînê werbigire. Ji lew re êriş dike û hewl dide civakê ji agahiyên rast qut bike û rojnamevanên ku şahidên efsaneyên berxwedanê ne qetil dike. Lê dualîteya ragihandin, dîrok weke rêûresmeke herikbar ji mewziyeke dijwate bi heqîqeta mejûyî ya ragihandina azad re pêşeroja gelekî heyranê azadî û demokrasiyê ava dike.
‘Qehremaniya bêhempa’
Rojnamevan Şehîd Egîd Roj di peyama xwe ya dawî de vê yekê weke qehremaniyek qet nehatiye dîtin pênase dike û dibêje: “Dengê bombeyan her tiştî li dora min wêran dike. Li ser xaka me ya pak a ku her dem çavkaniya hêz û hêviya me ye, ez ji we re li ser qehremaniya ku hêj di pirtûkan de nehatiye tomarkirin û li ser sekna ku tenê yên li vir dibînin, dinivîsim”.
Egîd Roj rêwiyê heqîqetê ye
Şehîd Egîd Roj ku yek ji rêwiyên heqîqetê yên li bendava Tişrînê bû, bi nûçe û raportên ku li gorî stratejiya netewperwer xwe erkdar dike û bi misyona avakirina civaka azad erkên xwe bi cih dianîn. Egîd Roj vê israra xwe ya ragihandina heqîqetê dispêre ramanên Rêber APO û pakrewanên azadiyê ku di peyama xwe de tekezî lê dike û dibêje: “Em hêviya azadiyê, ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan digirin. Em ji ramana wî fêr bûn ku azadî ne tenê dirûşme, di heman demê de enerjiyeke di hundirê me de ye. Baweriya min bi hêza cangoriyên azadiyê yên ku peyama Rêber Ocalan hildigirin û deriyên serkeftinê vedikin heye. Ev şervanên ku ruhê wan bi fikra azadî û wêrekiyê ve girêdayî ye, dê dîroka Kurdistanê û Efrînê binivîsin”.
‘Teorî û pratîka xwe nûjen dikirin’
Bê guman girîngtirîn rola xwe bi têkoşîna parastina hevgirtina civakî, bicihanîna edalet, wekhevî û demokrasiyê û bi pêşengiya têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê rave dikir. Çendîn bîriyên xwe yên ji bo Efrînê vedigotin, lê ji bo azadkirina wê jî her di nava nûjenkirina rêbazên xwe yên yekirina teorî û pratîkê de bû. Egîd Roj ew yek dispart zindîkirina xeyalên pakrewanan û wiha vedigot: “Berxwedana Efrînê, çiyayên wê, Şehbayê, kampên wê û niha jî li Bendava Tişrînê bû wateya herî bilind a sebr û îradeya ku ez ê her kêlî, her lêdana dil û her awirên lehengên me yên ku ji bo zindîkirina xewna me têkoşiyan, bibîr bînim”.
‘Ji aramancên xwe dûr nekevin!’
Ji bo avakirina aqilê civakê û parastina hafîzeya giştî, ragihnadina azad weke şêweyê rasteqîn ê bi bandor û kûrahiyek stratejîk pênase dike û di oxira avakirina welatekî serbixwe û civakeke azad, buyerê jiyan dike, pê bandor dibe, pê re mezin dibe û têgihaştina xwe ya exlaq polîtîk ava dike. Bi wê fêmkirina kûr şahidiya xwe vediguhere hunerke cenga heqîqetê, ancax lêgerînerk rastiyê be ku wan hestên wî hîs bike. Bi vê baweriya xwe ya kûr ku xwe spartiye fikrên azad ji gelê xwe dixwaze li ber xwe bide û bi têkoşîna xwe bawer bike û digot: “Ji gelê me yê têkoşer re, ez hêvîdar im ku hûn ji armanca xwe dûr nekevin. 8 sal in ji bo em vegerin warên xwe em li ber xwe didin. Fedekariyek mezin hat raberkirin, Efrîn, ax û zeytûnên wê yên gelê Efrînê ne. Divê ev berxwedan hê bêhtir xurt bibe“.
Hêvî û xeyalên xwe yên vegera Efrînê jî bi van gotinan tekûz dikir: “Hê jî hêviyek di dilê kesên ku bi jiyan û azadiyê bawer dikin heye. Hêvî di dilê dê, bav, xwişk, heval û xizmên min de lêdide. Hûn ew qehremanên ku dê ala rizgariyê hildin. Hûn ê dawî li vê tarîtiyê bînin. Hûn ê Kurdistan û Efrînê ronî bikin û xeyala me ya veger û rûmetê pêk bînin”.
‘Ragihandina azad civaka demokratîk e’
Eger dîrok buyer û pêvekên wê be, ragihandina azad jî wê buyerê çêdike û amûreke zindîkirina civakê û vejandina wê ye. Bi gotinek din, ragihandin amûrê demokratîzekirina buyerê û dîroka demokrasiyê bi xwe ye. Kesê vê dualîteyê bi ser dixe rojnamevanên azad ên ku dîrokê bi pêvajoya têkoşîna xwe re diteyisînin. Lew re jî, ji Mûsa Enter, Mezlûm Dogan, Gurbetelî Ersoz, Qasim Engîn û Seyid Evrenan bigire û heya Nazim, Cîhan, Egîd û Ezîzan, têkoşîna wan hîmê bingeha civaka demokratîk û têgihaştina gel ji mafên xwe re ava kiriye. Bi rabûn û rûniştin, islûb û şêwazên xwe yê afrîner, karakterê ferdê azad tayîn dikirin. Ji ber vê xisletên han, ti carî dudilî jiyan nekirin û di oxira agahdarkirina civaka xwe û avakirina çarçoveya paradîgmaya Netewa Demokratîk de, canê xwe bê dudilî feda kirin û bûn firişteya ku xwe gihandiye heqîqetê.
‘Pêşengiya serkeftina têkoşîna gelê me, berpirsiyariya me ye’
Egîd Roj û rêhevalên wî ti carî ragihandin tenê weke amûreke veguhestina buyer û nûçeyan negirtine dest, berovajî wê yekê, bi hêza xwe ya avakirina perensîb û nirxan; reftarên çewt sererst kirin û bûne eynika rasteqîn a êş, azr, doz û hêviyên civakê. Ji ber wê têgihaştina berpirsiyarên dîrokî, şahidiya efsaneyên dîrokî kirine û weke misyon û erkekî pîroz, peyamên dilsoziyê li pey xwe hiştine.
Egîd Roj her digot: “Hevalno…! Em xwedî erkekî dîrokî ne. Berpirsiyariya me ew e, ku em pêşengiya serkeftina têkoşîna gelê xwe ya azadî û demokrasiyê bikin. Ji bona wê jî em ê dilsozê xeta Rêber APO bin ku çi bikeve ser milê me, em ê bi cih bînin. Di vî warî de barê me rojnamevanên Efrînê jî duqatî ye, Ji ber ku bajarê me dagirkirî ye”.