Reşo Meydana
Em ê zêde dirêj nekin hema kurt lê bidin: li gorî mîtolojiya Yewnaniyan ewliya û fîlozofekî demê, arebokekê bi girêkekê li mabedek Atînayê girêdide û dibêje, “kî vê girêkê jê veke ew ê hemû cîhan û Asyayê vegire”. Ji meczûp, ewliya û derwêşên Atînayê bigire, her kesê bi xwe bawer û ne bawer tê xwe li vê girêkê dide lê… mixabin nikare bi ser bikeve.
Dawiya dawî, Îskenderê mezin ê kurê Filip tê xwe li vê girêkê diqelibîne. Lê pê nikare! Ecz dibe, ji ruhê xwe derdikeve! Çawa dibe ku ew Îskenderê bibe nîv-xweda nikare girêkek ji rêzê jê veke? Ji nişka ve şûrê xwe ji kalana wê dikişîne û lê dide. Girêka me bi milekî ve dibe û areboka pêve girêdayî paşpaşikî digindore, diçe binê dolê.
Armanca me, ne ew e ku em pesna Îskenderê mezin bidin. Berûvajî…
Welatparêz, dost û heta kesên ku tevlî fikrên Rêber Apo nabin lê dîsa jî Paraznameyên wî xwendine dizanin ku Abdullah Ocalan hem wekî kes û hem jî Tevgera Azadiyê, wekî tevgereke dijî Îskender tarîf dike. Dijî Îskender tê çi maneyê? Yanî pirsgirêkên heyî, bi hêza nerm (bi erênî), bi ‘veguherîna demokratîk çareserkirine…’ Vaye me ji ber vê yekê çîroka Îskender û girêka Gordion anî li ser ziman.
Di heman demê de di navbera Girêka Gordion û pirsgirêka Kurd de jî şibandineke nexêrê heye. Bi sed xweziya ne wisa bûye! Ya me Kurdan jî hema di çend salan de bi çend êş û azaran çareser bûya! Mînak, gelek şoreşên li cîhanê û ya herî dawî Kuba, bi çend sed gerîlayan dest pê kiriye û di çend salan de di astekê de pirsgirêka xwe çareser kirine. Lê pirsgirêka Kurdan ne wisa ji rêzê ye. Ev ne îdîayek e, em niha wekî dibêje zindî – zindî di nav de dijîn. Di destpêkê de (ya rast gerek di dawî de be) Kurd û welatê Kurdan ji aliyê çar hêzên dagirker ve hatiye dagirkirin. Ev hêz, dibêjin, em ê îlelebet li ser singa Kurdistanê konê xwe vedin”. Ev bû çar girêkên li gewriya Kurdan hatine girêdan. Hêzên sereke yên Ewrûpa bi destê xwe ev pirsgirêk çêkirine û dane destê hêzên herêmî. Ev bû sed girêkên li patik, li ser sing û li ser çav û difna me hatine girêdan. Hêzên din ên cîhanî yên modernîteya sermayedar jî serbarê wê…
Ev hêz hemû, yekser yan jî ne yekser ji pirsgirêka Kurdan berpirsiyar in. Delîla vê çi ye?
Roja ku bangawaziya Rêber Apo hate bihîstin, ji Sînê (Çîn) bigire heta bi Îraqê hemû hêzan sekna xwe nîşandan. Rast e, sedema esasî ew bû ku Rêber Apo bi şûrê xwe yê antî-Îskenderî ku ji ‘veguherîna demokratîk’ pêk dihat li Pirsgirêka Kurd dabû! Çi ye ev şûrê (hemleya veguherîna demokratîk) di destê Rêber Apo de?
PKK, Tevgera Azadiyê ji ber neheqiyeke dîrokî, di şertûmercên sedsala 20. de dest bi meşa xwe ya dîrokî kir. Bi giranî ji vê sedsalê bi bandor bû. Ji ber vê yekê, bi şiklekî ecêb, her çiqas li pey heqîqata azadiyê bû jî, bi tecrîdeke mezin re rû bi rû ma! Hêzên ku di her astê de pirsgirêka Kurd afirandine û ji avabûna PKK’ê re zemîna dîrokî hazir kirine, bi rûreşiyeke mezin, PKK’ê ‘terorîst’ îlan kirin.
Rêber Apo çi kir? Di 25’ê Sibata 2025’an de li İmraliya ku teyrûtu lê nafirin, giya lê şîn nabe û temenê mirovan jê dixwe, civata xwe civand ji dinya-alemê re ragihand: Ji ber ku gotinên wî di ragihandina cîhanê de wekî bûyî pir tê nîqaşkirin, me jî ew guhdar kir. Me du tişt jê fêm kirin: destpêkê ji welatparêz, milîtanên tevgera azadiyê û gelan re dibêje ‘hemleya guherîn û veguherîna demokratîk bi pêş bixin!’. ya duyemîn ji bo hêzên dewletî ye: ‘Madem hûn dibêjin PKK’ê terorîst e, çekên wê pir xedar in’, ez dibêjim bila xwe fesh bikin û çek daynin lê hûn ê jî, dest ji înkara Kurdan berdin. Eger hûn wisa bikin jixwe hewcedariya PKK’ê û çekên wê ji holê radibe.’ Dibe ku kêm yan jî zêde be bi kurtî, me jê ew qas fêm kir.
Em vê yekê jî bêjin ku dost û dijmin, welatparêz û milîtanên Rêber Apo, kî dibe bila bibe, kesên ku fikrên wî neşopandine-naşopînin, Paraznameyên wî nexwendine-naxwînin ji vê pêngava Rêber Apo jî fêm nakin?
Em vegerin destpêka gotara xwe… dema ku Îskenderê zulqirneyn çavê wî li Girêka Gordion ketibû çi kiribû? Xwe li ber wê çêkiribû, pir pê re mijûl bibû. Dema pê nekarîbû, çareserî bi şûrê xwe yê şer afirandibû. Rêber Apo hewl dide, pirsgirêka Kurd ku ji Girêka Gordion hezar car kortir û girantir e bi terza xwe yê berûvajî yê Îskender û bi derba ‘hemleya veguherîna demokratîk’ çareser bike!
Xelata Îskender jê re bû dagirkirina cîhana wê serdemê; çareseriya Pirsgirêka Kurd bi rêbaz û banga Rêber Apo, wê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê azad bike!