Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ne aştî, jin demokrasiyê dixwaze

05/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji bîranîna şehîd kerem
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Ji bo jinê gelek cûdayî di navbera têgîna aştî û demokrasiyê de heye. Li gorî zîhniyeta dagirkeran aştî zeyîfatî ye û wê çima jin xwe bixe rewşeke ku lewaz lê were meyzandin. Li Bakur û Başûrê Kurdistanê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide û radest nabe. Niha li girtîgehên Îranê jî jina Faris, Kurd li dijî sîstema dewletê li ber xwe didin. Di pêvajoyên herî giran jina şervan, şoreşger, siyasetmedar û hwd. Xwe nedaye paş û berpirsyartî rakiriye.

Sîstemên dagirker fêrbûne ku jinê di rewşeke lawaz de bibînin û wê li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Di zîhniyeta mêr de jin amûre û wexta karê wan pê xilas dibe êdî navên dûrî exlaq lê dikin û di civakê de cih jê re namîne.

Ji bo jinê hîna ew wext nehatiye ku gotina aştiyê bikar bîne, li ser asta cîhanê polîtîka qirkirinê li ser jin tê meşandin. Di cîhanê de tu zagon û rêzik nînin heyanî ku jin xwe pê biparêz in. Ji xwe zîhniyet nayê guhertin û exlaq tenê bi namûs û şerefê ve hatiye girêdan. Di van şert û mercan de wê jin ji bo çi têgeha aştiyê bikar bîne yan jî têxe rojeva xwe de. Tevgerên jin ev bi sala ye ku li hemberî zayendperestiyê têdikoşin. Gav bi gav dîroka xwe dinivîsînin, lêkolînan dikin û li çareseriyê digerin.

Rêber APO roja 25`ê Şibatê 2025`an dest bi pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk kir. Ev pêvajo ji aliyê zîhniyet, siyasî, civakî, aborî, huner û exlaqî ve guhertinê dixwaze. Bi taybet pêdiviya jinê bi pêvajoyê heye û parçeyek ji têkoşîna wê ye. Di vê pêvajoyê de cih ji têgeha aştiyê re nîne, ji berê zêdetir wê têkoşîna azadî û demokrasiyê were kirin. Eger jin aştiyê ji dewletê hêvî bike, wê bikeve xefka sîstema dagirker de û têkoşîna ku destpêkiriye nîvço bimîne. Dîroka xwe nivîsandin, nirxên xwe yên madî û manewî vegerandin û parastin, hevpeymana jin a civakî amade kirin û jin ji pencên mêr rizgarkirin hemû gavên ku pêdiviya jin pê heye.

Pêvajoya Rêber APO destpêkiriye ji bo jinê şensekî têkoşînê yê xurt e, em nikarin bi têgeha aştiyê îfade bikin. Li Sûrî û Tirkiyê xebatên jin ên siyasî û rêxistinî dikarin bighîjin asta herî bilind. Li tevahiya cîhanê jin êdî nema zilmê li ser xwe qebûl dikin û ketine nava lêgerîna azadiyê de. Bi riya Tevgera Jin gelek tecrûbeyên jin ên rêxistinî û siyasî hene. Mînak li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kongra Star, Meclisa Kombûna Jin a Sûriyê û Desteya jin a Rêveberiya Xweser reşnivîsa Hevpeymana jin a civakî amadekirin e. Hevpeymana jin a civakî yek ji rêbazên guhertin û veguhertina demokratîk e, di vê xebatê de daxwazên jin ên edaletê, wekhevî û azadiyê wê jiyanî bibin.

Têgeha aştiyê bikar anîn dibe ku bibe sedema xebatên jin gelekî zeyîf bibin. Rêbazên xebatê yên kevn têrê nakin ku têkoşîna jin a li hemberî zeyendperestî bighîjin encamê. Ji ber di pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk de berpirsyartî ji jinê tê xwestin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.