Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kolanên Qamişlo bi rengê jinê tên xemilandin

04/03/2025
in NÛÇE
A A
Kolanên Qamişlo bi rengê jinê tên xemilandin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi rasthatina Roja Jinê a Cîhanî, tevger û rêxistinên jinan bi drûşmeya “Bi Felsefeya Jin Jiyan Azadî Em Sûriya Demokratîk Ava Bikin” 8`ê Adarê pêşwazî dikin. Di heman çarçoveyê de bajarê Qamşlo bi rengê jinê hatiye xemilandin.

Li tevahî welatên cîhanê 8`ê Adarê tê pêşwazî kirin, bi vê boneyê çalakiyên renge reng tê li dar xistin, mîna li dar xistin civînên ku bal dikşînin ser dozên jinan, pêşbirk û hin bajar tê xemilandin.

Li herêma Bakur û Rojhlatê Sûriyê jî piştî têkoşîna bi sala jinê karîbû bi şoreşê re gelek destkeftiyan bi dest bixin, sazî û rêxistinên têkildarî dozên jinan hate avakirin. Bi boneya cejna jinê a cîhanî 8`ê Adarê van rêxistinan bernameyên xwe yên hevpar aşkere kirin.

Li tevahî kolanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengê jinê hatin xemilandin, li bajarê Qamişlo tax bi alên kongra Star, Yekîniyên Parastina Jin, Hêzên Asayîşa Jinê, Hêzên Parastina Civakî-Jin û Rêber Abdullah Ocalan hatine xemilandin, herwiha li pêşiya çerxerêya Qermotî drûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Sûriyeke Demokratîk û wêneyên şehîdên jin hatiye hildan, di heman demê de li hemû herêmê hatiye kirin.

Diruşmeyên ji bo salê:

Ji bo azadiya gelan jin jiyan azadî.

Ji bo azadiyê gelên Surî jin jiyan azadî.

Bi rêberê azad re jin û civaka azad pêkan e.

Jina azad misogeriya civaka azad e.

Bi jin jiyan azad azadî ber bi Suriya demokratîk ve.

Bi jin jiyan azadî Sûriya demokratîk ava bikin.

Jina azad misogeriya Sûriya demoktatîk e.

Li gel xemilandina taxan çalakî û civîn ji bo jinan jî têne li dar xistin çalakiyên heta niha hatin li dar xistin ev in:

Kongra Star a Til Hemîsê a kantona Cizîrê civîneke taybet ji bo jinan li dar xist.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqa bi diruşma “jin û perwerde” li hola Meclisa Rêveber a kantona Reqayê paneleke diyalogê li dar xist.

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên Kantona Firatê serdana jinên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û gul li wan belav kirin.

Bi dirûşemeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, ber bi Sûriya Demokratîk ve ” Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê civînek ji jinan re li dar xist.

Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişlo civînek li navenda PYD’ê ya li taxa Erbawiyê li dar xist. Di heman demê de li kafîtiriya Nercis panelek li dar xist.

Jinên bajarê Amûdê gul li endamên jin ên Hêzên Asayişê ên li ser bendên kontrolê belav kirin, her wiha serdana Kanala JIN TV, Kanala El Yewm, radyoya Orkêş kir û gul li nûçegihan û rojnamevanan belav kirin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya navenda Çandê ya Tebqayê semînerek da.

Tê payîn wê gelek çalakiyên din heta dîroka 8`ê Adarê bêne li dar xistin û di roja 8`ê Adarê de wê li kantona / Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Heleb, Şam, Başûr Libnan û Ewropa/ bi meşên mezin berê xwe bidin qadên mitîngê.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.