Lîloz Hisên/Qamişlo
Pêkhateyên kantona Qamişlo derencamên Kongerya Diylogê ya Niştimanî a ku li Şamê hat lidarxistin red kirin, herwiha tekez kirin ku ev kongir berdewamiya siyaseta paşguhkirin û dûrxistina pêkhateyan e.
Kongreya Diyalogê ya Sûriyeyî roja 25`ê Sibatê li Şamê bêyî beşdariya aliyên siyasî yên hemû pêkhate û olên Sûriyê hate lidarxistin. Ji ber nebeşdariya komên civakî yên berfireh ev kongir û derencamên wê rastî rexneyên dijwar hat. Kongreyê Diyloga Niştimanî û derencamên wê berdewamiya siyaseta yekrengiyê û çewisandina dengê gelan e.
Derbarê vê mijarê Berpirsê Komîteya Perwerde, Çand û Raghandinê di Meclisa Civaka Ermenî de Hena Somî ji rojnameya me re neqebûlkirina derencamên Kongreya Diyaloga Niştimanî anî ziman û wiha got: “Kongreyê Diyaloga Niştimanî ku li Şamê hate li dar xistin, ji ber nevexwendina kom û partiyên mezin ên nûnertiya pêkhateyan dikin an jî nevexwendina hêzên leşkerî mîna QSD ku hemû pêkhate tê de cihê xwe digrin, kongreke têkçûyî bû û nakeve asta diyalogê. Lê ew mîna şanoyeke siyasî hate lîstin.”
‘Diyloga yek alî û derencamên wê nayên qebûlkirin’
Hena Somî destnîşan kir ku komîteya amadekar ya kongirê diyalogê raghand ku ew hêzên leşkerî tevlî kongrê nakin û wiha berdewam kir: “Komîteyê îşaret kir ser hêzên QSD, ma qey Dixêm nizane ku şaxê siyasî ya vê hêzê heye bi nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk e, ev meclis ji 20 partiyên niştimanî ji tevahiya pêkhate û olan pêk tê. Em weke pêkhateyên ermen vê diyaloga yek alî û derencamên wê qebûl nakin. Me dixwest komara Sûriyê vegerînin ku mafê hem pêkhate û olan hebû, lê bi nevexwendina partiyên niştimanî ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêkhateyên Durzî li Swêdayê herwiha elewî bi nûnertiya partiyên siyasî û şêxên mezheba elewî, partiyên Xiristiyanî bi giştî, partiyên di MSD herwiha civaka sivlî û rêxistinên mirovahî û niştimanî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, navê Komara Erebî Sûriya îsbat kirin, di vir de siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ya berdewamiya rêjîma Baas de israr dikin.”
Hena Somî destnîşan kir ku xaka Sûriyê ji berî 7 hezar salî ve Aramî bû, lê desthilatdaran karîbûn gelê herêmê iqna bikin ku Sûriyê dewleteke erebî ya (Benî Umeya) ye, lê dîrokê de berovajî vê yekê ye û wiha anî ziman: “Pevçûnên ku li Sûriyê çêbûn ji ber zihniyeta şofînî bû, netewa erebî, yekîtiya erebî û welatê erebî lê her tişt pêkanînên siyasî bûn da ku li ser desthilatdariyê bimînin.” Hena Somî îşaret kir ku derencamên hatine derxistin ti peyva demokratîk û nenavendî tê de tune bû, ev berovajî netewa demokratîk û biratiya gelan ya ku Rêber Abdullah Ocalan derxist holê. Di hevpeymana civakî de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku beriya çar salan hate nivîsandin mafê her pêkhate yên çandî siyasî, aborî û zimanê dayikê misoger e.
Berpirsê Komîteya Perwerde, Çand û Raghandinê di Meclisa Civaka Ermenî de Hena Somî axaftina xwe wiha qedand: “Di Sûriyê de nêzî 18 pêkhate, mezheb û netew hene, di kongreya diyalogê de tu kes ji van lêvegerên mezin ne hatin vexwendin, divê hikumeta Şamê li xwe vegere li ser bingehê giştî Sûriyê xebatê bide meaşndin.”
Di heman çarçoveyê de welatiya bi navê Gulîstan Fatimê ne qebûlkirina xwe ya dûrxistina pekhateyên Sûriyê ji Kongreyê Diyaloga Niştimanî û derencamên wê re anî ziman û wiha got: “Divê sîstemeke wekhevî û demokratîk bê avakirin, bi salane zarokên me berxwedanî kirin û bi hezaran canê xwe feda kirin di oxira bidesxistina mfên xwe, çênabe yek alî bicive û çarenûsa me diyar bike. Divê weke sîstema Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhate ji kurd, ereb, suryan, çerkez û eremen di nava xwe de dihewmîne bibe nimûne ji bo hemû Sûriyê, em bi navê demokratiyê bang dikin.”