Rizgar Amed
Dîrok, vegotineke ku tene yê serdestan nivîsandiye nîne. Dîroka rast, yên ku tên windakirin çawa dîsa nûve li xweliya xwe vejîn dibe vedibê je. Carna ji bona herikbarîna ji çemekê, çiya dikevin li ser hev lê av rêya xwe dibîne. Gelê kurd jî, qirkirinên herî mezin yên li dîrokê de, mişextkirin û rûxmê ku hemû rêyen cuda yên têkbirinê ava ku dîsa vejîn bibû ye. Her çiqas di nava serdemên herî tarî yên zext û bişaftinê de derbas bû jî dest ji lêgerîna azadiyê berneda. Di vê gotarê de wê li ser pêvajoyên ku gelê Kurd yên li dijî qirkirina sistematik, berxwedana Tevgera Azadiyê ya li çiyayan û ji 10 salên dawî bi şêwazekê kur vedibêje. Dîrok, ji bona kurdan herdem bi xwîn û serhildanan hat nivîsandin. Hemû serhildan jî, rabûn û despêkirina meşeke azadiyê ya nû bû.
Têkoşîna hebûna gelê Kurd li ser kokê dîrok ê
Kurd yek ji gelên kevnar yên Mezopotamya ne. Her çiqas ew yek ji wan kesên ku li van axan dest bi çandinî, bajarîbûn û hilberînê kiribin jî, di dîroka nûjen de, timî hewl dan hatine kirin ku bên tinekirin.
Sedsala 19’emîn de: Tesfiyekirina Mîrtiyên Kurdan li Împeratoriya Osmanî, Di dema Împaratoriya Osmanî de Kurdan bi mîrtî xwe re rêveberiyeke xweser pêk anîn. Mîrtîyên weke Botan, Soran, Baban hebûna siyasî ya nûnertiya gelê kurd dikirin. Lê, siyaseta desthilatiya navendî ya Osmaniyan bû sedem ku Kurd ne weke gelên rêvebirinê weke gef bên dîtin.
Bi Fermana Tanzîmatê ya 1839’an, mîrektiyên kurdan hatin tasfiye kirin. Ev pêvajo di sala 1855’an de bû sedema serhildana Kurdan a mezin ku ji aliyê Yezdan Şêr ve li dijî Osmaniyan hat destpêkirin. Dema ku Yezdan Şêr û berxwedêrên wî têk çûn, desthilatdariya xweser a Kurdan bi giştî ji holê hat rakirin.
Salên destpekê yên komarê: Netew-dewleta Tirk û tine hesibandina Kurdan, di sala 1923’an de dema ku komara Tirk ava bû, di aliyê naskirin û nasnameya kurdan tiştek li holê nîn bû. Di sala 1925’an de serhildana Şêx Seîd hat tepisandin û piştre bi zagona Takrîr-î Sûkûnê zimanê Kurdî hat qedexekirin. Di sala 1930’an de Serhildana Agiriyê rastî komkujieyeke mezin hat. Di Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38’an de bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin û sirgûnkirin. Armanca vê pêvajoyê ew bû ku derfeta hebûna Kurdan a bi nasnameya xwe bi tevahî ji holê rabike. Armanc ew bû ku kurdan ji rûpelên dîrokê derxînin.
Darbeya leşkerî ya 1980‘an û nûve vejîna têkoşîna Tevgera Azadiyê
Bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî, armanca wê ew bû ku derbeyek mezin li Tevgera Azadiya Kurd û her wiha li hemû tevgerên çep-sosyalîst ên Tirk bide. Lê, ev derbe ji bo gelê Kurd bû destpêka pêvajoyeke din: Têgihiştineke nû ya têkoşînê ya ku di bin pêşengiya birdozî ya Rêber Abdullah Ocalan de şîn bû. 1982 Berxwedana Zindana Amedê: Ji bo gelê Kurd qonaxeke mezin bû. Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê di sala 1984’an de dest pê kir.Di salên 1990’î de Gerîlaya Azadiyê bû hêza sereke ya çiyayan. Lê dewletê ji bo tepisandina vê tevgerê rêbazên nemirovane yên weke şewitandina gundan, kuştina kiryarên nenas, windakirina bi darê zorê pêş xist. Di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin û li Îmraliyê dîlhat girtin. Lê ev nayê wateya bidawîbûna têkoşînê, destpêka pêvajoyeke nû ya stratejîk bû.
Têkoşîna mezin ya gelê Kurd di 10 salên dawî, Şoreşa Rojava û Berxwedana Kobanê
Di sala 2012’an de dema li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, Kurdan li Rojava Rêveberiya Xweser ragihand. Di serdema nûjen de ji bo Kurdan yek ji destkeftiyên herî mezin ev bû. Lê di sala 2014’an de DAÎŞ’ê bi êrîşa li ser Kobanê xwest Kurdan tine bike. Şervanên Kurd, gerîlayên jin û mêr, berxwedaneke ku ket dîroka cîhanê nîşan dan. Serketina Kobanê di qada navneteweyî de statûya Kurdan xurtir kir.
2015’an de berxwedana Tişrîn û Qereqozaq
Çûyîna DAIŞ’ê ya ber bi Qereqozaq û Tişrînê ve ji bo Kurdan metirsiyeke mezin bû. Ji ber ku ev herêm hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê bîrdozî ve xwedî girîngiyeke mezin bûn. Hilweşîna Qereqozaqê tê wateya êrîşa li ser mîrateya bîrdozî ya Rêber Abdullah Ocalan. Lê hêzên Kurdî şerekî mezin kirin û DAIŞ têkbirin. Vê pêvajoyê nîşan da ku Kurd ne tenê hêzeke berxwedêr e di heman demê de hêzeke serkeftî yên herêmê ne.
2021-2023 Berxwedana Mezin a Gerîlayên Azadiyê li Metîna, Zap û Avaşînê.
Dewleta Tirk di van 10 salên dawî de li dijî gerîlayên Kurd pêngavên tolhildanê yên mezin pêk anîn. Lê hêzên gerîla li çiyayan taktîkên şer ên nû pêş xistin û hemû êrîş vala derxistin. Gerîlayên azadiyê bi şerê tunel û binerd taktîkên şerê klasîk têk bir. Yekîneyên bitevger xetên lojîstîk ên dijmin kirin hedef. Bi teknolojî û rêbazên şer ên nû berxwedana gerîla ji nû ve ava kir. Îro têkoşîna gelê Kurd ne tenê rizgarkirina erdnîgariyekê ye, têkoşîna afirandina cîhaneke nû ye û ev têkoşîn roj bi roj mezin dibe…
Berxwedana Îmraliyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo
Di sala 1999’an de di encama komploya navneteweyî de dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan a ji bo dewleta Tirk ya dagirker, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd şikestineke mezin avakir. Lê ev nayê wateya radestgirtina Rêber Apo û tevgera Kurd. Berovajî vê, berxwedana li Îmraliyê hişt ku têkoşîna Kurd di warê bîrdozî û siyasî de derbasî qonaxeke nû bibe. Şert û mercên tecrîda li ser Rêber Apo yên li Îmraliyê, ji xistina fizîkî ya rêberê gelan wêdetir, ji bo têkbirin û pêşnexistina birdoziya Rêber Apo bû, lê berovajî wê têkoşîn hat pêştxistin û her diçû xwe mezin kir. Paradîgmaya nû ya li Îmraliyê bingeha wê hatibû avakirin, hişt ku Tevgera Azadiya Kurd ne tenê weke têkoşîna çekdarî, weke tevgereke avakirina civakê jî pêş bikeve. Rêber Apo di salên xwe yên li Îmraliyê de têgehên weke Konfederalîzma Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Jineolojiyê pêş xist. Ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûn modela azadiyê. Lê piştî sala 2015’an polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hîn girantir bû. Piştî sala 2015’an hevdîtinên parêzeran rawestiyan. Li piştî sala 2019’an de heya demekê hevdîtîn dan destpêkirin, lê tecrîda li ser Rêber Apo dihat meşandin hat girantir bû. Di derheqê tendirûstiya Rêber Apo de, piştî sala 2021‘an ti agahî nehatine wergirtin. Ev polîtîkaya tecrîdê ya mutleq êrîşa herî mezin a li dijî vîna gelê Kurd bû. Lê gelê Kurd dli dijî tecridê bi dirûşmeya “Azadiya Fizîkî ji bo Rêber Apo û statû ji bo Kurdistanê” dest bi têkoşîneke mezin kir. Berxwedana Îmraliyê îro ne tenê bûye berxwedana mirovekê tene ye, di heman demê de bûye meşa azadiya gelan.
Cihê Kurdan yê stratejîk li Rojhilata Navîn û Rojava
Di 2012’an de şoreşa Rojava, ji bona gelê Kurd di serdema nû da bû deskeftiyeke herî mezin. Ev pergala ku Rojava hatibû avakirin ne tene têkoşîneke leşkeri ye, ev modeleke nû ya civakî bû ku azadiya jinê bingeh di girt. Lê ev şoreş, di aliyê hêzên herêmî û kurevî ve weke gef hat dîtin. Bi taybet dewleta Tirk ya dagirker ji bona pergala rêveberiya xweser ya li Rojavayê Kurdistanê têk bibe êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin. Di dîroka 2016’an de Cerablûs, Bab, 2018’an li Efrînê 1019’an de jî li Serêkaniyê û Girê Spî hat dagirkirin. Tirkiye bi van êrîşan xwest destkeftiyên Rojava tine bike. Lê Kurdan bi berxwedan û dîplomasiyê têkoşîna li dijî van êrîşan berfireh kirin. Îro jî li Rojava pergala Xweseriya Demokratîk li ser piyan e û Kurd li Rojhilata Navîn veguherîna herî mezin a şoreşgerî dimeşînin.
Berxwedana mezin ya gerîlayên azadiyê di 10 salên dawî de.
Di van 10 salên dawî de hem êrîşên herî mezin hem jî berxwedanên herî mezin di aliyê Tevgera Azadiya Kurd de hatin jiyîn. Hêzên gerîla li çiyayan şerekî mezin meşandin û pergala îmhayê ya dewleta Tirk pûç kirin. Piştî sala 2015’an dewleta Tirk stratejiyeke şer a nû pêş xist. Bi balafirên bêmirov armanckirina gerilayên azadiya Kurdistanê û bikaranîna çekên kimyewî dixwaze têkoşîna azadiya Kurdistanî têk bib e. Li dijî qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi destpêkirina operasyonên li derveyî sînorên xwe êrîş li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê dan destpêkirin. Lê gerîlayên azadiyê li hemberî van êrîşan taktîkên şer pêşxist û li hemberî wan êrîşan berxwedanî pêşxistin. Şerên Tunelê: gerîla bi amadekirina çeperên xwe yên şer di binê erdê de êrîşên hewayî yên dijmin bêbandor kirin. Bi tîmên bitevger li şûna bi her şêwaza parastinê de bin leşkerên dijmin û binesaziyên wan yên lojîstîkî kirin armanc û derbeyên giran wan xistin. Di çarçoveya şerê teknolojik de, gerîla bi bikaranîna teknolojiyên şer ên modern êrîşên dijmin bêbandor kirin. Berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna ya 2021-2023’an bû yek ji şerên herî girîng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd. Dewleta Tirk ji bo ku gerîla bi têkbibe, hemû rêbazên xwe yên şer xistin nava tevgerê. Lê hêzên gerîla bi bi bersivdayina van êrîşan berxwedana xwe domandin. Bi vî şerî careke din teqez bû ku Tevgera Azadiyê ne tenê hêzeke parastinê ye, di heman demê de hêzeke şoreşger yê cîhanî ye.
Di qada navneteweyî de cih û pêşeroja Kurdan
Îro gelê Kurd ne tenê di erdnîgariya xwe de, di qada navneteweyî de jî bûye hêzeke sereke. DYA, Rûsya, YE û welatên herêmê neçar man ku rola sereke ya Kurdan li Rojhilata Navîn bipejirînin. Lê têkoşîna Kurdan hê jî didome, ji ber ku kurd hîn ne xwedî maf û statuyekê ne. Di zagonên navneteweyî bi awayekî fermî mafên kurdan ne hatiye pejirandin. Êrîşên dewleta Tirk û hêzên herêmê yên ji bo tinekirina destkeftiyên gelê Kurd dewam dikin. Lê, modela Konfederalîzma Demokratîk a ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hatiye pêşxistin, li dijî paradîgmaya netewe-dewletê weke pêşniyareke nû ya çareseriyê derdikeve pêş. Kurd îro ne tenê di erdnîgariya xwe de, li hemû cîhanê ji bo azadiya gelan modelek pêşkêş dikin.
Berxwedana herî mezin di dîrok û meşa azadi yê
Dîroka gelê Kurd tevî qirkirinan jî dîroka vejînê ye. Ji Împaratoriya Osmanî heta Komarê, ji darbeya 1980’î heta komploya Îmraliyê ya 1999’an, hewl hat dayîn ku Kurdan tine bikin. Lê her carê bi berxwedan û têkoşînê hebûna xwe bi dest xistin. Îro gelê Kurd li ber deriyê azadiyê ye. Şoreşa Rojava didome, Gerîla berxwedana xwe li çiyayan gûrttir dike. Gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yêb bingehîn li her çar parçeyan têdikoşe. Ev têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê hêviyeke nû ye. Ji ber ku Kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû bindestan azadiyê dixwazin û ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve.