Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Di 27’ê Sibatê de bi dirûşmeya “Ber bi Sûriyeya Pirrengî ya Demokratîk ve” ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînê Stratejîk (NRLS) ve li Reqayê komcivîna Sûriyê ya diyaloga nîştimanî bi beşdariya zêdetirî 200 kesayetên hate lidarxistin. Di komcivînê de tekezî bi parastina mafê hemû gelên Sûriyê hate kirin. Herwiha komcivîn bi encamnameyekê ku ji 14 pêşniyaran pêk tê bi dawî bû.
Di 27’ê Sibatê de bi dirûşmeya “Ber bi Sûriyeya Pirrengî ya Demokratîk ve” li Reqayê komcivîna Sûriyê ya diyaloga nîştimanî hate lidarxistin. Komcivîn ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînê Stratejîk (NRLS) ve hatibû organîzekirin.
Di komcivînê de zêdetirî 200 kesayetên siyasî, olî, rewşenbîr ji Heleb, Laziqiyê û Siwêdayê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)’ê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)’ê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Rêxistinên Civaka Demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)’ê beşdar bûn.
Komcivîn li ser rûniştinan pêk hatibû. Di rûniştina yekemîn de mijara “krîzên rejîma totalîter a navendî li Sûriyê û pirsgirêkên ku jê derketine” ji aliyê rêvebera Tevgera Demokratîk a Kar Majdolîn Hesen ve hatibû birêvebirin. Di rûniştina duyemîn de jî mijara “Sûriya nû: Aso û çareserî” ji aliyê rêveberên NRLS’ê Kurdyar Dirêî ve hatibû birêvebirin.
Di komcivînê de hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd axivî bû. Piştre fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser encamên hilweşîna rejîma Baas û rêbazên çareseriyê ji bo Sûriya pêşerojê axivî bû. Piştre Şêx Murşid Xeznewî peyamek xwend û bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî axaftineke kiribû.
Di komcivînê de Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi rêya dîmenekî qeydkirî peyamek ji komcivînê re şandibû.
Mezlûm Ebdî diyar kiribû ku Sûriyê piştî 60 salên serdestiya Baasê li pêşiya derfeteke dîrokî ye ku siberoja xwe ava bike û wiha gotibû: “Rûxandina rejîma Baasê ji ber sedemên naxweyî bû. Herwiha dûrketina ji ber ezmûnên berê yên binkeftî, diyalog û beşdariya tevahî aliyan di proseya siyasî de hewce dike. Ji ber ku xwestekeke rasteqîn a Sûriyê heye ku beşdarî proseya rasteqîne bibin û bi ser bixin. Diyalog û xebata hevbeş a bi hemû gelê Sûriyê re, bi pîvanên nîştimanî yên girêdayî yekîtîya xaka Sûriyê û yekîtîya saziyên dewletê yên sivîl û leşkerî, girêdayî çarçoveya pergaleke nenavendî ne. Divê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin rawestanin û pêwîste desthilata Şamê di vê çarçoveyê de erkên xwe bi cih bîne.”
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bang li gelên Sûriyê kiribû ku ji bo serketina vê pêvajoyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Herwiha tevahî nûnerên pêkhateyên herêmê, rewşenbîr, oldar, jin û ciwanan kir ku beşdarî diyaloga nîştimanî bibin, da ku di proseya siyasî de lihevkirinek çêbe.
Di heman demê de fermandarên YPG’ê Nûrî Mehmûd jî di komcivînê de axivî û diyar kiribû ku desthilata Şamê bi tenê desthilatdariyê dike û ev rewş sûdê nade Sûriyê û siberoja wê û wiha gotibû: “Kongreya Diyaloga Nîştimanî berî çend rojan li Şamê hatibû lidarxistin. Ev kongr hêviyên gelê Sûriyê bi cih neanî, ji ber ku nûnerên rasteqîn ên gelên Sûriyê, nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên ku li hemberî terorê û destwerdanên derve şehîd dane, nehatin beşdarkirin. Herwiha kongreyê ezmûna siyasî û îdarî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber çavan negirt. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtîya gelên Sûriyê dixwaze û hêzên leşkerî yên li herêmên Rêveberiya Xweser beşeke wî gelê ne.”
Sûriya nû bi rengê demokratîk pêkan e
Di komcivînê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Evîn Siwêd rewşa ku herêmê tê re derbas dibe nirxand û gotibû: “Gelê Sûriyê ji ber siyaseta yek partî û ji sîstema navendî ku îradeya gelê Sûriyê winda kir, biçûk xist û ji rêveberiya welatê wan dûr xistin, êş kişandin. Desthilata Baasê destê xwe li stûyê hemû gelê Sûriyê teng kir, dewlemendiya dîrokî, çandî, etnîkî û mezhebî ya Sûriyê paşguh kir û bi vî awayî di nava rejîma Sûriyê de nîjadperestî û şofvenîstî li ser bingeha nefretê di nava gelê Sûriyê de çêkir. Li hemberî vê nijadperestiyê pêkhateyên herêmê ji bo rêvebirina xwe di sala 2014’an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ragihandin ku nûnertiya tevahî pêkhate, partî û etnîkan dike.
Komcivîn bi encamnameyekê ku ji 14 pêşniyaran pêk tê bi dawî bû. Ev pêşinyar jî wiha ne:
-Pêvajoya diyaloga nîştimanî ya Sûriyê bêyî rêgezên demokratîk û bingehên niştîmanî yên diyar ku tevahî Sûriyê li ser li hev bikin, wê krîzên li welat dewam bikin.
-Redkirina fermanên derve di her pêvajoya diyaloga niştîmanî ya Sûriyê de ku armanc dike pêkhateyekê bi dûr bixe û xîtaba nefretê di nava Sûriyan de xurt bike.
-Hêza Sûriyê di cihêrengiya pêkhateyên wê de ye û ev cihêrengî tenê bi pêkanîna nenavendîbûnê di rêveberiya welat de dikare were pêkanîn, ji ber ku ew garantiya pêkanîna misogeriya aştiya hundirîn e ku şerê sereke ya rakirina cezayan li ser Sûriyê û pêkanîna çareseriya aboriya li welat e.
-Divê nasnameya niştîmanî ya giştî bi nasnameyên xwecihî û yên şaxî re nebin nakok, ji ber ku her pêkhateyek xwedî roleke bibandor di dîroka siyasî ya nûjen a Sûriyê de ye.
-Divê girîngî ji bo sepandina dadweriya veguhêz were dayîn, da ku bandorên zilmê yên li dijî Sûriyan ji dema damezrandina dewleta Sûriyê ve hatine pêkanîn, were çareserkirin û maf ji xwediyên wan re werin dayîn.
-Em diyar dikin pêwîstî bi vegera dilxwazî û ewle ya hemû koçber û penaberan ji bo warên xwe heye û pêwîstî bi pêşkêşkirina desteka guncaw ji bo ewlehiya wan a mirovî heye.
-Divê “Hevpeymaneke civakî” bêyî dûrxistina tu aliyekî, bi beşdariya tevahî pêkhateyên siyas û civakî were sazkirin û bibe lêvegera yekane ya sazkirina destûra nû ya welat.
-Di Sûriya nû de her binpêkirina mafên jinan ên civakî, siyasî, îdarî, aborî û çandî red dikin.
-Ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê taybetmendiya dîrokî, siyasî, civakî û çandî hebe û dûrxistina saziyên wê ji pêvajoya avakirina pergalê red dikin.
-Dewlemendiyên niştîmanî milkê tevahî sûriyê ye û divê tevahî sûriyê di rêvebirinê de li gorî rêgezên edaletê û xizmetî pêvajoya geşepêdanê li tevahî herêmên Sûriyê bike, beşdar bibin.
-Divê hêzên dagirker ji xaka Sûriyê vekişin, herwiha divê her hêzeke biyanî ku zirarê li yek pêkhateyên Sûriyê dike, vekişe.
-Em banga avakirina eniyeke nîştimanî ya demokratîk a giştî ji bo tevahî sûriyeyan dikin.
-Beşdaran li ser birêxistinkirina forum û panelên diyalogê li tevahî herêmên Sûriyê li hev kir ku pêşeroja xwe nîqaş bikin.
-Veqetandina cihekî mezin ji bo rola rêxistinên civaka sivîl û tevgerên ciwan û jinan.