Dîlan Mulhim\Qamişlo
Edîtorê beşê erebî yê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Ekrem Berekat diyar kir ku ANHA li ser hîm û felsefeya Ragihandina Azad hatiye avakirin û wiha got: “ANHA ji destpêka avabûna xwe ve rastiya civakê ji raya giştî re parve dike.”
Ajansa Nûçeyan a Hawarê(ANHA) wekî daneheva tekoşîna rizgariya Kurdistanê û gihandina azadiyê ye, di 1`ê Adara 2013`an de hatiya avakirin. Navê xwe ji rojnemeya Hawar a ku yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Ragihandina Azad Mezlûm Dogan ku di zindana Amedê de derxistibû, girtiye dest.
Wekî şopdara vî ramanî hewil daye ku îro hawara gelê herêmê ragihîne û li aliyeke din jî ronî daye felsefeya jiyana azad a Rêbere Abdullah Ocalan. Di vê çarçoveyê de bi duruşmeya ‘Hawar Hawara We Radigihîne’ dest bi weşanê kir. Dema ku li Rojhilata Navîn buhara gelan destpêkir, ANHA jî bi destpêkirina şoreşa gelan ya 19’ê Tîrmehê hat damezrandin. Herwiha bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re jî, ji bo şopandina keşedan û buyerên siyasî, leşkerî û meydanî li Rojava erkeke girînk girte ser milê xwe û roleke mezin lîst. Di demekê ku di herêmê de rê û rêbazên ragihandinê tune bûn ku hişmendiya hegomonîk û destheledar ragihandin bi awayekî mezin reş û berovajî dikirin, di heman demê de agahiyên ne rast didan civakê, ji lewra pêwîstî bi avakirina ANHA‘yê hebû, da ku bibe dengê rastiyê.
Di derbarê salvegera damezrandina Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) de, edîtorê beşê erebî yê ajansê Ekrem Berekat ji Rojnameya re axivî.
‘ANHA ji dijmin re bûye kelmek’
Ekrem Berekat da zanîn ku ANHA li ser hîm û felsefeya Ragihandina Azad hate avakirin û wiha got: “Di destpêkê de ANHA bi derfetên herî kêm hate avakirin û ji nebûnê hebûn ava kir. Ji ber ku li herêmê tu zemîn di qada ragihandinê de tunebû û di milê teknîkî û zanistî de jî derfet nebûn. Tenê hinek kes hebûn dilsozê gel bûn û di qada ragihandinê de cih girtin. ANHA`yê li ser fikir û felsefeya Ragihandina Azad hatiye avakirin. Ew gav bi gav pêşket û di demêke kin de bû berdevka civak û şoreşê. Li ser şopa Ragihandina Azad ANHA bû saziyeke ragihandinê a sereke li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê jî kar dike. Wê ji bajarê Qamişlo destpêkir û di demeke kin de şaxên xwe li gelek bajarên Sûriyê belav kir. Bi keda xebatkarên wê, ew dikarîbû bibe berdevka civakê.”
‘ANHA`ê berdevkiya civakê dike’
Ekrem Berekat anî ziman ku ANHA bûye dengê civakê û wiha berdewam kir: “Di destpêkê de civak xwedî li me derket û di hemû qadan de destek dida me. Di destpêkê de alvên me tunebûn lê meclisên gel ji me re hin alav peyda dikirin. Ji ber ku wan dîtin ku ANHA berdevkiya wan dike û têkoşîn, êş û azarên wan bi riya giştî re parve dike, Heta roja îro ev têkilya di navbera gel û ANHA`yê de heye. Herwiha di xet û misyonê de hevalên me roleke mezin lîstin û bi berdêlin pir giranbuha ajansê gav avêtin û têkoşîn bilintir kir. Di heman demê de di pêşketina Zimanê Kurdî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wê roleke mezin lîst, ji ber ku niha ew bi şeş ziman belav dike û zimanê serek zimanê kurdî û erebî ye. Niha em hewl didin ku li ser asta Rojhilata Navîn xebatan bidin meşandin, niha ANHA`ê di nava Ajansên cîhanî de cihê xwe girtiye. Em ne tenê karê ragihandinê dikin, ji ber ku em tenê weke ragihandin bixebitin têrê nake, lê belê em berdevkiya civaka xwe dikin. Ragihandineke li ser hîm û felsefeya Netewa Dîmokrat hatiye avakirin, ji ber vê yekê ew roj bi roja di qada ragihandinê de xebatên xwe berferh dike.”
‘Bi riya ANHA`ê dîroka herêmê tê nivîsandin’
Ekrem Berekat eşker kir ku ew hewl didin li Rojhilata Navîn, bi taybetî li welatên ereban endamên xwe peyîda bikin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin saziyên xwe li welatên ereban jî ava bikin, kar û xebatên xwe li wir bidin meşandin. Xebatên ku em didin meşandin a serek li Sûriyê ye, herwiha bi riya ANHA`yê dîroka herêmê tê nivîsandin. Ji destpêka avabûna Ajansê ve û heta niha em hewil didin bi riya dosiya û raporan, hem herêmê bidin naskirin û hem jî dîroka herêmê a rast binvîsin. Ev xebat di asta navnetwî de roleke mezin lîst û niha gelek saziyên navnetewî bi me re dikevin peywendiyê û têkiliyan dikin ji bo ku agahiyan bigirin. Ev diyar dike ku Ajansa ANHA`yê di asteke herî bilind e xebat daye meşandin. Di asta naveroka nûçe, dosiya û rapor de jî pêşketineke mezin heye û bi taybet me di naveroka nûçeyan de guhertinên pir mezin ava kirne. Di pêvajoyeke wiha girînk de ANHA bi nûçegihan û malprên xwe rastî êrişên dagirkeriyê tê, çend caran malpera me ji aliyên dewletên dagirker ve hatine girtin, di heman demê de nûçegihanê me jî hatin hedefgirtin. lê heya niha jî dijmin ne gihîştin armanca xwe. Em hewl didin ku layîqê têkoşîna heyî bin û berdevkiyeke rast ji bo civaka xwe re bikin.”