Can Yûsif
Muzîkjen Mihemed Ezîz Şakir Kaniya hunera kurdî ya ku diherike û zuha nabe Hunermend, bestekar û nivîskarê Kurd Mihemed Elî Şakir piştî karekî hunerî dewlemend ku bi gelek stran û awazan tijî bû, ji ber nexweşiya Koronayê koça dawî kir, ew çû oxirê lê çavên wî ji bajarê Serêkaniyê tê nebû, dergûşa bîranînên wî yên ciwantiyê têr nebûn, çû oxirê hîn ew bi xeyala vegera bajarê xwe yê ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye desteserkirin.
Koça dawî ya muzîkjen Mihemed Ezîz Şakir di 2020’an bû, bestekar û nivîskarê Kurd Mihemed Elî Şakire, ku di temenê 74 saliyê de ji ber tûşbûna bi vîrûsa Koronayê li nexweşxaneyeke bajarê Qamişlo ye jiyana xwe ji destda.
Hunermend, bestekar û nivîskar Mihemed Elî Şakir di sala 1946’an de li bajarê Dirbêsiyê ji dayîk û bavekî kurd ên ku rewşa wan ya jiyanî normal e, di nav malbateke olî ya olperest de hatiye dinê, xwendina xwe ya seretayî, amedeyî û lîseyê li bajarê Dirbêsiyê qedandiye. Ji salên destpêkê yên dibistana seretayî ve jêhatîbûna wî ya muzîkê hebû, li wir bi xwendina sirûdên olî û xwendina Qur’anê di dibistanê de dest bikarê hunerî kir û di demên helkeftan de beşdarî konserên dibistanê dibû û ew ji malbateke hunerî ya navdar e, Mihemed Elî Şakir di hevpeyvîneke xwe de wiha digot: (Ez bawer dikim ku jêhatîbûna stranbêjiyê ya ku di malbatê de heye mîratî ye, dengê bangdan kalê min ê ku li mizgefteke Dirbêsiyê bang dikir, hîn jî tê guhê min. Bavê min jî, di xortaniya xwe de, tembûrvan bû û dengê wî pir xweş bû)
Ew gelekî bi bandor bû bi muzîka erebî, bi taybetî hunermendên mezin wek (om Kultum, Mihemed Ebdulwehab, Ferîd Etreş, ji dibistana malbata Rehbanî û dengê Feyrûz) û di heman demê de, ew ji muzîka kurdî, muzîka dawetan û Radyoya Bexdayê “beşa kurdî” ne dûr bû, Ev dibistana wî ya bingehîn bû, ku jêhatiya wî ava kir, ewî ji folklora kurdî hez dikir û gelek bibandor bû bi stranên Mihemed Arif Cezrawî û awazên bestekarê soranî Şemal Saib, Fûad Ehmed û Celal Cemal)Ewî 12 salan mamostetî kiriye, piştre di sala 1975’an de bi keça kesayetekî netewî Yûsif Hersan re zewic ye û tevî malbat, bira û dê û bavê xwe li bajarê Serê Kaniyê bi cih dibe û çar zarokên wî hene, keçek (Şêrîn) û sê xortên (Şêrgo, Şiyar û Şêrwan) Li zanîngeha Helebê zimanê Îngilîzî xwend û di sala 1981’ê de xwendina xwe qedande.
Di sala 1968’an de dest bi nivîsandina helbestan û çêkirina stranên kiriye ji bo birayê xwe Mehmûd Ezîz Şakir, yê ku di cîhana hunerê de beriya wî despêkir bû, awaza wî ya yekem strana Zeynebê bû û piştre Gewrê û Ez keçim keça kurda me…hin din ) Nêzîkî 270 stranên wî hene ji nivîs û awazên wî û 30 stran ji helbestên helbestvanên din jî çêkirine wek (Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Osman Sebrî, Yûsef Barazî… hin din ) ji wan 170 stran birayê wî yê hunermend Mehmûd Ezîz Şaker strandine, herwiha helbestên wî jî ji aliyê gelek hunermendên mezin ve hatine gotin, ji wan (Mihemed Şêxo, Mistefa Xalid, Zubêr Salih, Husên Salih û Şehrîbana Kurdî, Xoşnav Tilo û yên din).
Du dîwanên wî yên helbestan hene û li ser hemû mijar û babetên bi pirs û bûyerên kurdî re helbest nivîsandiye .Di jiyana xwe ya hunerî de gelek xelat û rêzgirtin wergirtine, di bîst û sêyemîn Festîvala Helbesta Kurdî de li Qamişlo di sala 2018’an de hat xelatkirin û xelata dan û afirandêriyê di sala 2019’an de ji aliyê destgeha ragihandina ARTA ve hat dayîn wergirtiye.
Sibeha roja pêncşema 24.12.2020’an hunermend û bestekar Mihemed Ezîz Şakir di temenê 74 saliya xwe de koça dawî kir, piştî şêst salên bexşandineke mezin, mîrateyek dewlemend a hunerî, wêjeyî û çandî ji bo wêje û çanda Kurdî li pey xwe hişt ku qirika gelek hunermendên mezin pê deng vedabûn, ji bilî Stran û helbestan wî gelek tabloyên hunerî yên ku folklor û mîrata kurdî vedibêjin nexişandine, lewra ew dê bimîne yek ji kesayetiyên hunerî li seranserê Kurdistanê, ji ber ku wî ji huner û muzîka kurdî re gelek awaz, stran û helbest pêşkêşkirine. Ew li bajarê Amûdê, li goristana Şermola, dûrî bajarê xwe Dirbêsiyê û bajarê wî Serêkaniyê ya dagirkirî, ku bi salan bi helbest û awazên xwe yên şîrîn bi bîr dianî, hate veşartin.
Bi koça dawî ya wî re Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û Kurdistan bi giştî stûneke bilind ji huner û muzîka Kurdî ji dest da û valahiyek mezin di qada hunera Kurdî de hişt, lê mîrata wî ya muzîkê dê her û her di bîra hezkiriyên wî de bimîne û kaniya wî ya hunerî dê her biherike. Ji ruhê wî yê pak re, rûmet û sermedî û ji mîrateya wî ya hunerî, çandî û edebî re, hertimî û mayînde.